Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî serdana malbata şehîd Haşim Dêrik kir

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî serdana malbata şehîd Haşim Dêrik kir ku Çileya îsal di berxwedana li dijî êrişên li ser Rojava de şehîd bû.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî li gundê Gir Ziyaretê yê Dêrikê serdana malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hîşam Dêrik (Remedan Mihemed) kir.

Haşim Dêrik ku bavê 3 zarokan e, ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye. Di sala 1988’an ji bo parastina doza gelê xwe tev li refên têkoşînê bû. Di hemû pêvajoyên berxwedanê de amade bû.

Haşim Dêrik 26’ê Çileya îsal di bersivdayîna êrişên li gundê Sefa yê bajarê Çilaxayê de şehîd bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button