Êrîşên çeteyan ên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên şermezarkirin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer bi çalakiyên cuda êrîşên komên çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Benî Zêd ên Helebê şermezar kirin.
Bi hezaran Şêniyên li Kantona Firatê û gaziyên şer bi dirûşma “Dorpêç û êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, em şermezar dikin” li Qada Jina Azad meşek li dar xistin.
Di meşê de gaziyên şer şêniyan wêneyê zarokên şehîd, jin û birîndaran rakirin û bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”,”Asayîş”,”Berxwedan jiyane” berz kirin.
Meşê heta Qada Aştiyê dewam kir. Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê, Hevserokê Desteya Kar û Barên Civakî yê Kantona Firatê Ehmed Xoce êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şermezar kir.
Ehmed anî ziman ku gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwedî hêz û vîneke xurt in û wiha dewam kir, “Em weke bajarê berxwedanê Kobanê li pişt gelê xwe ne. Em ê her tim piştgiriya wan bikin.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd” û “Berxwedan jiyane” bi dawî bû.




