Em bi berxwedan û serketina Kobanê serbilind in

Gaziyên şer diyar kirin ku berxwedana Kobanê li dijî hêzên herî hov ên cîhanê hat meşandin û gotin, “Ya rastî li Kobanê rûmeta mirovatiyê hat parastin. Ji ber vê jî em timî bi berxwedan û serketina Kobanê serbilind in.”
Sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê bi piştgiriya hêzên dagirker êrîşî yek ji bajarê qedîm ê Rojavayê Kurdistanê kirin. Tevgera Azadiyê bi şervan, gerîla û gelê xwe li hember wan çeteyan berxwedaneke bi heybet pêş xist. Piştî berxwedaneke muezem a bi mehan Kobanê hat azadkirin, êrîşên çeteyan hatin şikandin.
Li ser esasê vê berxwedana dîrokî û destanî di nav wan de xelatgirên Nobelê, akademîsyen, rewşenbîr û nivîskar jî ku hebûn bi banga gelek şexsiyetên demokratîk û azadîxwaz ji 2014’an ve 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin.
Endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gaziyên şer Arjîn Kobanê, Karwan Kobanê Û Zarîn Kobanê yên di vê berxwedana xwedî keramet de birîndar bûne, bi wesîleya 1’ê Mijdarî ji ajansa me re axivîn.
‘1’ê Mijdarê encama berxwedana bi heybet e’

Gaziya şer Arjîn Kobanê destpêkê 1’ê Mijdarê pîroz kir û got, “Li hember êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ’ê, berxwedana rûmetê pêş ket û di encamê de serketineke herî pîroz hat qezenckirin. Vê serketinê bandoreke bêhempa li tevahî Kurdistanê û cîhanê kir. Ciwanên Kurd li şoreşa xwe ya bi xwîna bi sedan hevrêyan ava bûye derketin û beşdarî şerê Kobanê bûn. Ev berxwedan li ser esasê parastina rûmeta xwe, di nav mirovatiyê de domandina jiyaneke bi serbilindî hat meşandin. Ya rastî li Kobanê rûmeta mirovatiyê hat parastin. Ji ber vê jî em timî bi berxwedan û serketina Kobanê serbilind in.”
Arjînê bal kişand ku bi banga Rêber Apo re ciwanên Kurd jin û mêr berê xwe dane Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir, “Ciwanên ji her çar parçeyên Kurdistanê sînor bêwate kirin û beşdarî berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê bûn. Gelek ji wan qehremanan gihiştin şehadetê û destanên egîdiyê nivîsandin. Dema gelan dît ku xelkê Kobanê bi şervan û gerîlayên xwe li ber xwe didin, ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê ketin nav hewldanan û li dijî hovîtiya li ser gelê Kurd helwesta xwe nîşan dan. 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li ser bingehê vê berxwedana muezem û piştevaniya navneteweyî hat qebûlkirin. Em vê rojê li tevahiya azadîxwazan, jinan û mirovatiya kedkar pîroz dikin.”
‘Em ê timî gelên xwe biparêzin’

Karwan Kobanê jî ku di berxwedana Kobanê de birîndar bûye nêrînên xwe yên têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê wiha anî ziman, “Ez 1’ê Mijdarê di serî de li Rêber Apo, tevahî malbatên şehîdan, şervanên azadiyê, welatparêzan û gelên dildarên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikim. Me li Kobanê li dijî çeteyên herî hov ên cîhanê şerekî mezin da. Ew çeteyên ku artêşên dewletên nikarîn li ber wan bisekin, di Kobaniya ku beriya bi salan malovanî ji Rêber Apo re kiribû şikestin û ew şikestin bû destpêka tinebûna wan. Me ti carî êrîşî ti kesî nekiriye. Em dixwazin li ser xaka xwe bi ziman û çand xwe azad bijîn. Divê were zanîn ku dema li hember nirxên me destdirêjiyek çêbibe wê helwestên me jî tund bin.”
Karwan Kobanê destnîşan kir ku ji ber birîndariya xwe qet ne poşman e û got, “Gazîbûn di nav Tevgera Azadiyê pir pîroz e. Rêbertî di perspektîfên xwe yên ji bo gaziyan de rol û mîsyona me diyar kiriye. Lewma em bi vê zanebûnê tevdigerin. Ji bo em têkoşîneke hê baştir bimeşînin û bibin layiqî Rêbertî û şehîdan ji her alî ve em xwe pêş dixin. Em ê bi ruh û îradeya berxwedana Kobanê ya çavkaniya xwe ji fikir û bîrdoziya Rêbertî digire timî gelên xwe û xaka xwe biparêzin.”
‘Em tevgereke fedaî ya Rêber Apo ne’

Gaziya şer Zarîn Kobanê jî anî ziman ku bi serbilindî bi hêz û vîneke pir mezin bi komek hevalên xwe re tevlî nav berxwedana Kobanê bû û wiha axivî, “Ez bi wesîleya vê rojê şehîd Sorxwîn Rojhilat û şehîd Azadî bi bîr tînim. Kedeke mezin a wan hevalan di berxwedan û rizgarkirina Kobanê de heye. Heval Sorxwîn re di heman çeperî de me li dijî çeteyan şer kir. Li ser banga Rêber Apo me bi serbilindî berê xwe da Kobanê û li dijî êrîşan em ketin şerê berwedanê. Ji bo di vê berxwedanê de min berdêl daye ez serbilind im. Ji niha û şûn ve çi pêwîst bike, weke gaziyên şer em amade ne pêk bînin. Em tevgereke fedaî ya Rêber Apo ne.”
Zarîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir her mirovekî xwedî keramet divê ji bo gelê xwe û xaka xwe tişta ji dest were bike û got, “Ev bi esasî erkeke mirovbûn û civakbûnê ye. Me çawa Kobanê parast, em ê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî biparêzin. Di xeta Rêbertî û şehîdan de em ê têkoşîna xwe pêş bixin, azadiya fizîkî ya Rêber Apo teqez pêk bînin.”




