EM BAHOZA BÊDAWÎ YA MEZOPOTAMYAYÊ NE
Cûdî Cizîr

Xaka Mezopotamya ewqasî jin û ciwanên bi nirx, bedew, dilpak û hêja nas kir
Em mirovên pir bextewar in ku em bûn şervanên azadiyê
Mirovên bi nirx û milîtanên APOYî ne em
Hinek kêlî hene mirov ti gotinan nabîne wê kêliyê pênase bike
Weke ji dilopekê deryayek ava bibe, her ku diçe Tevgera APOYÎ bi cihanî dibe
Loma stranên serkeftinê dubare dubare xwe tînin ziman
Me ala xwe ya azadiyê bilind kir
Dîroka mirovahiyê ji nû ve hat nivîsin
Li ser dêmên zarokên çiyayan
Tovên hêviyê şîn bûn
Li ser axa Mezopotamya
Bedewbûna Mezopotamya bi mirovên xwe bedewtir dibe
Em ber bi ronahiya heqîqetê ve û ber bi eşq û rojê ve dimeşin
Em ê ji hêrsa li hember neyaran xewn û xeyalê xwe bi cih bînin
Ruhê APOYÎ ku di her kêliya jiyanê de nîşan dide
Em ê bi wî ruhî jiyaneke nû ava bikin
Em ê eşqa serkeftinê neqlî siberojan bikin
Belê em navekî din ê tijî berxwedan, têkoşîn hêvî, hezkirin û aşiqê azadiyê ne
Bila axa Mezopotamya pênûsekê bide min da ku ez rastiya mirovahiyê binivisînim
Ey Mezopotamya ez ji te re rêwiya hêviyê me û bi hawara siberoja azad im



