Egid Qeredeniz: Devleta Tirk Gazî Û Birîndarên Şer Hedef Digre

  • Gaziyê şer ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Egid Qeredeniz derbarê tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên devleta tirk ser hevalên Gazî nirxand û diyar kir ku “Rêber Apo li imraliyê li dijî teslîmiyetkariyê berxwe dide. Di heman demê de Devleta Tirkîro Gazî û birîndarên şer hedef digre”

Berdewamiya nirxandina Egid Qeredeniz wisa ye:

“Li ser pêvajoya ku em niha tê de derbaz dibin û bi taybet jî li ser rewşa tecrîda li ser Rêber Apo. Di wê sûrecî de ew bu demek dirîj çima tecrîd? Bêgoman bi komployek navdevletî, bi hêzên paşveru, roja ku Rêber Apo birine li imraliyê mirov dikare bêje hedefê tecrîdê çiye. Çima tecrîd mirov vir de destpêbike. Li vir de xastin Rêber Apo dîl bigrin û di nava demek kurt de hertiştê biqedînin. Lê sekna Rêber Apo ê xwedî pêvanên pir mezin bilind û gelê berxwedêr û Tevgera Azadiyê ew komplo vala derxist. Îro jî bi rê û rêbazên cuda tecrîdê di bin navê cezayan de, lê ema ne ev in. Aslinde ew a diyar dike ku hêzên paşveru û hêzên hegemon serî de devleta tirk hedefê wan çiye. Hedef di şexsî Rêber Apo de qirkirina gelê berxwedêr pêk bênin û di serî de gelê Kurd. Projeya parçekirinê û di heman demê de denetim kirin. Ew proje li ser Kurdistanê û Rojhelata Navîn û giştî mirovahiye digre nav. Hêna di wê de israr dikin. Berya Lozan û heya Lozanê sekna Rêber Apo û bi derketina Rêber Apo, bi fikrê Rêber Apo ew projeya wan a xastin qirkirina gelan tam pêk bênin bi derketina fikir û ramanên Rêber Apo ew hemu deşifre bu, û vala derket. Jî ber wî Rêber Apo hedef girtin û heman demê de îro di tecrîdê de ye. Dixazin hêviya gel yan jî gel ji Rêber Apo qut bikin, yan jî tevgerî, yan jî hêza berxwedaniyê. Ji ber wî tecrîdê dikin, dîsa diyar dike ku devleta tirk jî di komplo de û di wa siyaset û polîtiqaya xwe a gemar qirîj de têk diçe.

Rêber Apo Li İmraliyê Dijî Teslîmiyetkariyê Berxwe Dide

Diyar dibe ku hesabên wan vala derdikeve. Ew jî bi sekna Rêber Apo ye a ku li imraliyê dijî teslîmiyetkariyê berxwe dide. Ji ber wî tecrîd hema bêjin 2 sal heşt meh derbazdibin û diçe sala 3 yemîn agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Bêgoman niyetû Hedef devleta tirkê qirker hişmendiya wî diyare. Dixazin bi temamê fikrê Rêber Apo, îdeolojiya Rêber Apo, felsefeya Rêber Apo gel li ser fikir û ramanên Rêber Apo têk bibin û ew diyare. Lê helvesta me li ser wê tecrîdê wî çibe? Emê çawa tecrîdê vala derxînîn. Bêgoman ewa hinek tişt devleta Tirkiyê gelek caran di bin navê tecrîdê û bi rê û rêbazên cuda de hinek elimandin bi pêş xistin. Ji ber wî jî niha hinek di wî alîde li hember tecrîdê hinek xemsarî heye.Her kes bi erkên xwe yên vîcdanê û erkên yên însanê, bi erkên xwe yên exlaqî, bi erkên xwe yên welatparîzê, bi erkên xwe yên şoreşgerî,

Hinek Pir Xemsar Xwera Tecrîdê Mêzedikin

Hinek pir xemsar xwera tecrîdê mêzedikin û sankî tiştek wisa nîne. Hêzên hegemon di serî de hêzên Kapîtalîst waya cawa digrin dest. Di bin navê îşte 6 meh dirîj kirine, di bin navê em bêjin tiştek destê me dernakeve, di bin navê îşte emê pişra agahî bidin. Ewa fêr bune û ew xistina xefletiye. Çikes waya wisa hezim neke. Waya nayê qebûl kirin. Bêgoman wî tiştek wisa neyê qebûl kirin. Ewa xetere, serî de li ser gelê Tirkiyê xetere. Tecrîda li ser Rêber Apo nasnama gelê tirk xistina nav agire. Politika devleti, her zaman mevcut. Heman demê bi nasnama gelê me lêstine. Bi xeta azadiyê û bi xeta gelan lêstine. Tu kes gerek nebîje karê min pê tune.Di şexsî Rêber Apo de hemu alî xwe hedefin.

Devleta Tirk Îro Gazî Û Birîndarên Şer Hedef Digre

Ez mînak bêjim ji bo pir rehet were fêm kirin. Êrişên li ser Bakur Rojhelatî Suriyê ew êriş ciye? Heman demê de aliyek tecrîd û alî din de êriş bi kimyasalê li ser çiyayên azad, li ser tevgera azadiyê gerîlayê azadiye. Alî din jî êriş li ser pêşengên şoreşî yên li Bakur Rojhelatî Suriyê û di heman demê de birîndarên şer ewîn ku şerê li di jî Daîş kirine. Wan birîndaran şerê li di jî hêzên paşveru û hêzên hov kirin yê ku xeter bun ku li ser tevahiyê mirovahiyê. Wan însanan û wan qehremanan wan birîndaran parastina nirxên mirovahiyê li Bakur Rojhelatî Suriyê kir. Parastina hestên mirovahiyê di şoreşa Bakur Rojhelatî Suriyê de. Şerê li dijî yên wek Daîş û Cepetel Nusra, wek Ehrel Elşam. Ji ber wê devleta tirk îro Gazî û birîndarên şer hedef digre. Ewa diyar dibe ku devlet bi hişmendiya xwe çikesekî efû nake. Heman demê de siyaseta qirkerî û biryara qirkirina gelê azadîxwaz û hemu kesayetên şoreşger û milîtan ê ji ber welatê xwe ji ber mirovahiyê wa tekoşîn kirine û bedel dane wan hemuyan hedef digre.

Rêber Apo Dibîje Yên Ku Parçeyek Laşê Xwe Dane Şehidên Zindî Ye

Ew kesên birîndar çima hedef digre? Rêber Apo dibîje yên ku parçeyek laşê xwe dane şehidên zindî ye. Ji ber wî hedef digre û nirxên şoreşê hedef digre. Qehremanên şoreşê hedef digre. Kesên ku îro perceyek laşê xwe dane heman demê de li ser erkin û pêşengin. Pêşengtiyê ji gelê xwe re û ji şoreşê re û tevgerî re ji hereketa xwe re dikin, ji siyaseta xwe re dikin. Birîndarek dema perceyek laşê xwe da be heman demê de li ser kar û li ser erk be erkên xwe yên welatparîzê û erkên xwe yên şoreşgerî pêk têne. Di nava şoreşê de xwedî rol be ewa wê baveriyê dide gel. Yanî wê dibîje me bedel jî da be erkên me xilas nebu. Daha zêdetir hêvî dide gel. Bawerî dide gel. Her kesî dawetî parastina nirxên şoreşî, hebuna şoreşî û erkên welatpariziyê dike. Wî dide dijmin û ji dijmin re wî dibîje ne perceyek ji laşê me here heyanî ku nefes di laşê me de diçe û tê û heya ku demleyek xwîn hebe em dev jî axa xwe, welatî xwe, ji nasnama xwe ji gelê xwe bernadin. Bedel ci dibe bila bibe em ji wê dozê ji paşve venagerin. Bêgoman bedel dane û di heman demê de xwe deyndar dibînin. Heman demê de hîna alî exlaqî de me hîna gelê xwe bi temamê azad nekiriye.

Mirovahî Hîna Di Bin Xeteriyên Pir Mezin Da Ye

Me hîna civaka xwe şoreş bi temamê bi ser nexistiye. Mirovahî hîna di bin xeteriyên pir mezin da ye. Di bin komkojiyan de ye. Di bin êrişan de ye. Demê ku Gaziyek wisa û birîndar li ser erk be û rêveber be û di nava şoreşek wisa de bi fikir û ramanên Rêber Apo ya Bakur Rojhelatî Suriyê ewa bersivên xortin ji bo wê jî û ji bo dijmin jî. Ji bo dijmin tu car em ne ji bedela ditirsin û em ne ji êrişan ditirsin û bedel çi dibe bila bibe emê ser wê dozê bibin heya serkeftinê. Heyanî ku sozê me daye li ser xetên arayişên azadiyê emê bibin serkeftinê. Em di wê de bi israrin. Bedel çi dibe bila bibe û em deyndarin. Birîndar wê dibîje ji ber wê hedef digre. Ew nêrînên Rêber Apo di derbarî birîndaran de wî hedef digre. Heman demê de wê ji mera dibîje yanî to kesê efû nake.Carê hinek dibîjin êriş li ser filan kesê ye û filan kesê nîne, li ser xebatî civakî heye û yê siyasî nîne, yan eskerî ye yan siyasî nîne. Ew êriş îro ispat dike ku tiştek wisa nîne her kesên xwedî wijdan, şoreşger, milîtan , welatparîz, dost rêveber hedefin.

Hedef Tunekirina Şoreş Û Fetisandina Şoreşî Ye

Ji ber wê çi ji me tê xwestin. Em gerek di wana de pir şiyar bin. Em gereke pir bi tedbîr bin. Em gerek xwe nexapînin. Xapandin’de Hedef’e ulaşmanız için Hedef’e ulaşmanız gerekir. Hedef tunekirina şoreşû fetisandina şoreşî ye. Ji ber wî her kes gerek waya berçaw bibîne û ew minakên acik berbîcaw û zelalin. Ji bo wî gerek em her kes erkên xwe zanibin. Erkên wijdanê, ehlaqî, civakê, siyasî, eskerî em zanibin ku devleta tirk niyeta xwe qirkirine û tunekirine. Bêgoman emê jî rê ne ji devleta tirk re, ne kesên ku teslimiyetkariyê qebul dikin, ne kesê ku di gel wan yên xayîn em tu rê nadin. Emê xwedî nirxên şoreşê derkevîn. Ji ber wî em jî wî peyamê didin û serkeftinê dixazin.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button