Dewleta Tirk şerekî dagirkirinê yê nû li Sûriye û Rojava dimeşîne
Asya Weşûkanî

Ez di serî de komploya navneteweyî ya ku di nava dewletên navendî de 9’ê Cotmeha sala 1998 hat pêşxistin, rûreş dikim.
Dewleta Tirk careke din siyaseta xwe ya dagirkirinê li ser Rojava û Sûriyeyê disepîne. Niyeta we heye ku careke din weke serdema Osmaniyan dagirkirina xwe li ser Rojhilata Navîn pêk bîne. Ev jî dide nîşandan ku Tirkiye weke dewletekê her li dû globalbûna xwe ye. Dewleta Tirk ji çareseriyê zêdetir ketiye pey derdê serwerkirina xwe û hewl dide ku xwe navendî bike.
Em ê weke Kurd bi fikir, raman û vîna xwe ya azad Rêberê xwe Rêber Apo di hêla fizîkî de azad bikin û bermahiya komploya navneteweyî ji bingeh de vala derxînin, hemû hesabên wan ên kirêt ji holê rakin.
Wê her ferdek ji gelê Kurd di şexsê xwe de plan û projeyên dewletên sermayedar vala derxîne. Ferdên Kurd wê hemû textîkên wan badilhewa bike û Rêber Abdullah Ocalan diwarên Îmraliyê derxin. Ez ê jî weke jinekê careke din hevaltiya xwe ya bi Rêber Apo re di ber çavan re derbas bikim û xwe kesayeta xwe binirxînim da ku ez rexnedayîneke cewherî bikim. Ez ê rexnedayîna xwe jiyanî bikim. Rêber Apo piştî têkoşîn û keda 52 salan rexnedayîna xwe dide û dibêje, “Tenê mirovên bi hêz dikarin rexnedayîna xwe bidin.” Em jî weke hevrê û şagirtên Rêber Apo ji vê îlham digirin û bi rengekî ji xwe bawer, bi serbilindî rexnedayînên xwe didin.
Divê her ferdek Kurd xwe weke takekes bigire dest û lêhurbûn bike da ku di hişmendiya xwe de; guhertin û veguhertinê çêbike. Li ser vî esasî ji fikir û felsefeya Rêber Apo îlham û hêz bigire, ji xwe bawer bibe. Weke Kurd û nexasim jî weke jin divê em li xwe mukir werin, rastiyên xwe yên veşartî bi lêv bikin û rexnedayîna xwe bidin. Niha jî em di serdemeke wiha tevlîhev de dijîn ku hayê mirov jê tineye wê sibe çi çêbibe. Di rewşên wiha de weke neteweya Kurd pêwîst e em bi hesab nêzî ti gavan nebin. Çima wê hesabê me hebin û çima wê tirsa me hebe? Divê em wêrek û xwedî vîn bin. Tenê yek xembariya me heye û ew jî esareta Rêber Apo ye. Hewce ye em hemû hêza xwe bikin yek da ku em tecrîda li ser Rêbertî bişkînin û azadiya fizîkî ya Rêbertî pêk bînin.
Rêber Apo bi sebir, zanebûn û pêşbîniyên xwe yên kûr komplo vala derxist, planên dagirkirinên nû serûbinî hev kir û xeyalên wan ên virt û valapûç kirin. Rêbertî bi fikir û ramanên xwe yên dijberî pergala sermayedar, pergala civaka exlaqî û polîtîk ava kir. Ji bo aştî û azadiyê têkoşîneke bêhempa raber kir.
Gelê Kurd tevî dost û hevalên xwe yên demokrat û azadîxwaz rojane li kolan û qadan di çalakiyan de ne û li hember Komploya 9’ê Cotmehê ji bo Rêberê xwe her li ser piyan e. Pir bi zelalî diyar bû ku êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Ev jî cihê serbilindî û dilşadiyê ye. Em jî di dîrokeke wiha bi wate û girîng de kesayeta xwe digirin dest, rexnedayîna xwe didin.
Dewleta Tirk 2019’an di salvegera komploya 9’ê Cotmehê êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Destdirêjiya li ser her du bajarên dîrokî û navdar ên Rojava di encama plan û hesabên herî qirêj de hatin kirin. Di wan êrîşan de bi sedan mirov şehîd û birîndar bûn. Hîn jî xelkên wan bajaran di konan de di nav jiyaneke pir xerab de dijîn. Lê mixabin ji derveyî wan û şoreşgerên wan kes dengê wan nabihîze.
Dewleta Tirk û rayedarên wê, daxuyaniyên bi awayê mîna aştî, xwişk û biratiyê dixwazin didin. Lê nabêjin bê çima li hember gelê Kurd ê Rojava dijmintiyeke ewqasî bêrehm dikin. Bêguman nêzîkatiyên dewleta Tirk bi mirovan re gumanan dide çêkirin. Beriya du rojan rayedar û fermandarên, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û rayedarên HTŞ’ê li Şamê hevdîtin kirin. Lê di heman şevê de Esed El Şîbanî yê wezîrê karên derve yê hikûmeta veguhêz e çû Tirkiyeyê. Her tim dema rayedarên dewleta Tirk û yên hikûmeta veguhêz li hev rû didin, çeteyên HTŞ’ê li herêmên cuda yên Sûriyeyê êrîşan dikin û tevlîheviyan çêdikin. Ev jî dide nîşandan ku HTŞ talîmatên xwe ji dewleta Tirk digire. Ev jî hêrsa gelê Kurd zêde dike. Pêwîst e dewleta Tirk dest ji wan kiryarên xwe berde.
Dewleta Tirk eger ji dil be û bi rastî çareseriyê dixwaze vaye Rêber Apo li giravê ye û temsîla 60 milyon Kurd dike. Rêbertî ji bo çareseriyê dixebite û em hemû dibêjin, “Çareserî li Îmraliyê çêdibe.” Em weke gelê Kurd li benda Rêber Apo û çareseriya demokratîk in. Rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe.
Ez careke din komploya li ser Rêber Apo şermezar û rûreş dikim, şehîdên berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînim û dibêjim, “Em ê her ji bo pêvajoyê xebat bikin û çalak bin heya em azadiya fizîkî ya Rêberê xwe pêkan bikin, dagirkeriya Tirk ji holê rakin û gelê xwe vegerînin warên wan.