Cejna Vejînê ya hemû gel û baweriyan pîroz be

Ji Raya Giştî û Çapemeniyê re

Di 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de em Rêber Apo bi hezkirin û hurmet silav dikin, di şexsê  fermandarê pêngava dîrokî Egîd (Mahsûm Korkmaz) de em tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Cejna Vejînê ya tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji dil û can pîroz dikin.

Pêngava 15’ê Tebaxê ya deriyê mîlad û dîrokeke nû ji gelê Kurd re vekir, di roja me ya îro de ji bo hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bû yekane hêviya jiyaneke hevpar a li ser esasê azadî û wekheviyê.

Îro eger weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serê me bilind e û em bi rûmet dijîn ew teqez bi saya ruh û berxwedana şehîdên me û Pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Bi Pêngava 15’ê Tebaxê re ku gelên herêmê weke Cejna Vejînê pîroz dikin, şoreşa herî watedar a di pêşengiya jin û ciwanan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bû û pêş dikeve. Ev şoreşa bi nirx a li tevahiya cîhanê ji bo rizgariya ji pergalên zordar weke model û mînak tê nîşandan yek ji berhema Pêngava 15’ê Tebaxê ye. Ya herî girîng jî li van axên mirovatî, çandinî û berhem lê pêş ketine,  bi ruh û cesareta ji Pêngava 15’ê Tebaxê hat girtin, şoreşa zîhniyetê û şoreşa azadiyê ya jinan li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ava bûne.

Li ser vî esasî bi wesîleya 41. salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê, em pêşeng û fermandarê nemir ê Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî careke din bi rêz û hurmet bi bîr tînin.  Vê şoreşa ku kedeke pir mezin a Fermandar Nûreddîn Sofî têde heye heya dilopa dawî ya xwîna xwe em ê biparêzin û pêş bixin.

Weke gaziyên şer em ê bêdudilî bi hêz û manewiyata ji şehîdên xwe digirin, têkoşîna azadiyê ya gelên xwe mezin bikin. Ji bo parastina nirxên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê ji her demê zêdetir bi rola xwe rabin.

 

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

15.08.2025

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button