Bîranînek Ji Botanê Heya Kobanê 3-

Tu çiqas xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe xort bike, xwe kur bike, xwe ava bike tu oqas dikare hevalê li kêlaka xwe hîs bike. Yan jî buyeren ku çêdibin tu oqas dikare mene bide, oqas dikare çareser bike. Asta menedayîna heval Sorxwîn pir xort bû. Ew jî bingeha xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo, xeta azadiya jin digre.

Sema Aysel:

“Hevaltiyek min û heval Sorxwîn pir xort hebu. Li Botanê dema heval Sorxwîn hate Bakurê Kurdistanê hate qada besta. Destpekî dîtin û naskirina me li Kêla Memê li Hêzil me hev naskir. Piştî demek ez û heval Sorxwîn bi hewre derbazî qada besta bûn. Li Besta em bi hewre man. Dema bi hewdûre man nêzî 4 mehan man. Heval Sorxwîn li ser rê bû yê derbazî qada cudî ba.

Li Gel Heval Sorxwîn Mirov Tu Car Tengasî Jiyan Nedikir

2021 ê de dema ez û heval Sorxwîn bi hewre man ezê derbazî qadeke din bama lê dîsa nêzî 8 mehan wisa em gel hew man. Di nava jiyana partiyê de mêvan bûn nîne tu li kuderî be ew der cihê te ye, qada te ye. Tu li wir têkoşîna xwe berdewam dike. Tu ked dide, hevaltiya xwe berdewam dike, diyalog û danunstandinê xwe bi hevalên xwe re berdewam dike. Ew heqîqeteke. Ew di milê heval Sorxwîn de bi peş de bû. Heman demê ezê derbazî qadekdinbam dema gel heval Sorxwîn bum, min tu car tengasî jiyan nekir. Ji ber heval Sorxwîn bi hevaltiya xwe ya nerm, bi mutevazîbuyna xwe nêzî hevalan û derdora xwe dibû. Lewma li gel heval Sorxwîn mirov tu car tengasî jiyan nedikir.  Di 8 mehên ku ez bi heval Sorxwin re mam, dema ez ê çubam qadekdin, ji ber bendewarî heye, tengasî çêdibin, heval Sorxwîn ji bo ez tengav nebim pir ked da. Di milê hîskirin de, di milê fam kirin de heval Sorxwîn pir bi pêşde bû. Min cara din jî behs kir di warî hîskirina hevalê xwe heval Sorxwîn xwe bi pêş xistibû. Em bi hewre diçûn û digeriyan carna. Ji ber kengî dihat digot em biçin filan derî, yan em biçin gel hevalan, yan em biçin xwera bigerin, yan jî em biçin xwera filan karê bikin. Navbera me de tim diyalogek hebû. Sûreca ku em gel hew man pirtûkek li ser hevalên gazî hatibû, heval Sorxwîn nedikariya bixwîne, ji ber heval Sorxwîn di çawê xwe de gazî bibû, ji bo wî di xwendina pirtûk de zorleme dibû min, ji heval Sorxwîn re pirtûk dixand. Carcar me navber jî dida pirtûk. Ji bo hevalek fêrî xwendin bibe heval Sorxwîn bi seetan dikariya wî hevalê gûhdar bike û ji bo xwe bi pêş bixwîne. Ji bo xwendina mirovan xort bibe heval Sorxwîn pir ked dida. Du armancê heval Sorxwîn ji bo pirtûk xwendina min hebûn. Armanca yekemîn dixwast ku jiyana hevalên gazî di pirtûk de fam bike, ya duyemîn jî dixast xwendina min bi xandina pirtuk de bi pêş bikeve. Di wî warî de keda heval Sorxwîn pir hebû. Heval Sorxwîn dikariya bi seetan te guhdar dikir.

Heval Sorxwîn Behsa Bîranîneke Xwe Ji Min Re Kiribû

Heval Sorxwîn behsa bîranîneke xwe ji min re kiribû. Dixazim wir de behs bikim. Dema malbata heval Sorxwîn tê gel heval Sorxwîn hinek malbatan ji dayika heval Sorxwîn re gotibu keça te ji çawê xwe de gazî buye. Dayika heval Sorxwîn ji heval Sorxwîn pirs dike û dibîje min bihîst te çawek xwe imdakiriye, lê heval Sorxwîn ji dayika xwe re dibîje na tiştek wisa nîne û perçeyek piçûk çawê min ketiye. Dibîje çawê min tiştek pê nehatiye. Ji dayika xwe re nabije çawê min çûye, ji ber dizane nexweşiya dayka wî heye, naxwaze ji dayika xwe re bêje ku ez gazîbûme. Heskirina dayikan ji bo zarokên xwe çikes nikare wî tiştê sorgilame bike. Her dayikek zarokê xwe pir pir hezdike. Hele hele zarokê wan şoreşger be, di rîka têkoşîna azadiyê de be, di rêka fikir felsefeya Rêber Apo de be, ew tişteke pir pîroze ji bo dayikan. Dayika heval Sorxwîn tesadûf destî xwe datîne ser çawê heval Sorxwîn ya gazîbuyê dayika heval Sorxwîn ji heval Sorxwîn re pirs dike û dibîje ew çende û ew çend têlîkin, heval Sorxwîn ji dayka xwe re got 2 têlîkin. Pişra dibe ser çawên dîtir lê ji ber nava têlikîn dayikê pêçekî wekirî dimînin dîsa dayîk dibîje heval Sorxwîn ew çend tilîkin lê dîsa heval Sorxwîn dibîje ew 2 têlîkin. Pişra dayika heval Sorxwîn wisa qenih dibe ku heval Sorxwîn çawê xwe imdanekirye. Pişra heval Sorxwîn ji birayê xwe re dibîje min nexwast ez ji dayika xwe re bêjim lê min çaweke xwe imdakiriye û ez gazîbûme. Ji birayê xwe re jî dibîje ji çikes re nebîje. Pişra birayê heval Sorxwîn jê pirsdike te çawa zanî ew du têlîkin û heval Sorxwîn jî dibîje navbera destî dayê vekirî mabû wisa min dît 2 têlîkin. Dema min ew bîrîna heval Sorxwîn gûhdar kir ez pir hestiyar bûm. Dayikek dixaze rewşa zaroka xwe bizane lê ji bo rewşa tendûristiya wî tu nikare jîra bibîje. Di wî xalê de mirov lê mêzebike girîdanbûna heval Sorxwîn li hemberî dayika xwe û li hemberî hemû dayikan wisa bû. Heval Sorxwîn ji bo kesî hemberî xwe eş nekşîne û zorleme nebe di nava hevildanan de bû. Heval Sorxwîn di asta hevalê xwe yê jin hîskirin, famkirin, alîkarî dayîn de di asteke pir mezin de empatî dida avakirin. Pir bala min kişand em 8 mehan bi hevdûre man, ger pirskirîkek hevalekî hebûya mêzekirina heval Sorxwin ji pirskirîka re cuda bû. Lê me ji pirskirîka re cuda mêzedikir, mêzekirina me ya heval Sorxwîn pir cuda bû, mêzekirina me cuda digirte dest, pir cuda dinirxand. Ew heqîqeteke. Tu çiqas xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de xwe xort bike, xwe kur bike, xwe ava bike tu oqas dikare hevalê li kêlaka xwe hîs bike. Yan jî buyeren ku çêdibin tu oqas dikare mene bide, oqas dikare çareser bike. Asta menedayîna heval Sorxwîn pir xort bu. Ew jî bingeha xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo, xeta azadiya jin digre.

Xeyalên Wan Yê Xeyalên Me Bin, Armancê Wan Yê Armancên Me Bin

Herî dawî dixazim xalekê bêjim. Min dema bihîst êrîşa ku li ser Federesyona Gaziyan pêk hat, ew cihê ku min xwîn lê dît, min dît xwîn li erdî heye hîseke pir cuda kete hindirî min de. Çima ji ber ku dema em li vir bûn heval Sorxwîn hemen hemen piranî caran vêderî rûdinişt. Nîqaşek hebûya, tiştek hebûya piranî caran diçû vêderî rudinişt. Emê carekî çubana Dêrîk gazî min kir û ez çûm heval Sorxwîn li vêderî rudinişt û min jî henek kir ku ez her tim têm tu vêderî ye, tu çiqas vêderî hez dike. Ji min re got ku ez vêderi pir hez dikim ji ber ku vêderî çîçek hene ji ber vê ez tême vêderî. Heval Sorxwîn hemberî xwezayî pir giridayî bû. Ji xweza pir hezdikir. Ji xweza fam dikir. Carek em sibehê zu rabûn hinek çîçek li hewşa me de hebûn, heval Sorxwîn diçû ji wan re eleqedar dibû, ji wan re mijûl dibû, pêra daxiviya. Pir caran ez li ber pencere disekiniyam min xwera heval Sorxwîn mêzedikir. Em hemû bi wan çîçekan re mijul dibûn, lê ya heval Sorxwîn ji wan re cuda bû, mêzekirina ji xwezayê re, ji çandiniyê re pir cuda bû. Dema ku min wêneyê heval Sorxwîn û heval Azadî di televîzyonde dît ez nizanim lê 1 seet ez ne li ser hişê xwe bûm. Ez çidikim, çawa tewdigerim, çibikim ez nizanim. Di wî deqî de mêjiyê min carek de sekinîbû. Piştî 1 seet şunde no ez hatim ser hişê xwe. Rastî şahadeta herdû hevalan ji bo me gelek giran bû. Ji bo hevalen şehîd em çiqas bêjin ê têrî neke. Ez dikarim tenî wê bêjim xeyalên wan ê xeyalên me bin, armancê wan ê armancên me bin. Emê hevilbidin xwedî armanc û xeyalên wan derkevin.”

Dawî.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button