Bi tevlîbûna gaziyên şer şehîdên Helincê hatin bîranîn

Bi boneya salvegera 5`emîn a komkujiya gundê Helincê bi tevlîbûna gaziyên şer civînek bîranînê hat lidarxistin.

Kongra Star a kantona Firatê ji bo salvegera 5`emîn a komkujiya gundê Helincê yê Kobanê civînek li dar xist. Tevî gaziyên şer, bi sedan endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, rêxistinê jinan û malbatên şehîdên di civînê de amade bûn.

Civîn li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar ket. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Firatê Macîde Hesûn diyar kir ku ew ê her tim xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û wiha got: “Em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û em ê xwîna şehîdên xwe li erdê nehêlin. Em soz didin heta dawiyê ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona der barê kar, xebat û têkoşîna her sê şehîdan de hate pêşandan. Piştî pêşandanê mûm li ber wêneyên her sê şehîdan hatin vêxistin.

Civîn bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button