Bi malbatên gaziyan re têkildarî komployê civîn

Têkildarî komploya 9’ê Cotmehê ji bo malbatên gaziyên şer civînek hat lidarxistin.

 

Di bin banê Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkildarî komploya navneteweyî ya li hember Rêber Apo civînek hat lidarxistin.

Di civîna ku li herêma Şedadê hat lidarxistin de gelek malbatên gaziyên şer beşdar bûn.

Di axaftinên di civînê de komploya 9’ê Cotmehê ku hat şermezar kirin, hate diyarkirin bi komployê re hêzên navneteweyî dixwestin li Rojhilata Navîn şerekî mezin pêş bixin û wiha hat gotin, “Rêber Apo li Îmraliyê tevî hemû bêderfetî û zextan, planên komplogeran pûç kir û berevajî projeyên hêzên dagirker, li ser esasê neteweya demokratîk ji bo pêkve jiyana gelan paradîgmayeke li ser esasê mirovatiyê pêş xist. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî li ser bingehê fikir û îdeolojiya Rêber Apo pêş ket.”

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button