Li hember xêrnexwazan divê em yekîtiya xwe xurt bikin
Leyla Amûdê

Dayê Şêrîn diyar kir ku divê gel li hember kesên xêrnexwaz û kirêt yekîtiya xwe xurt bikin û got, “Hewce ye em li Rêber Apo, şehîdan û ewladên xwe yên di nav têkoşînê de ne xwedî derkevin.”
Dayika welatparêz Yadê Şêrîn têkildarî pêvajoyê û kesên xêrnexwaz ên hewl didin fitneyê belav bikin nêrînên xwe bi me re parve kirin.
Yadê Şêrîn destpêkê behsa peyama RêberApo ya têkildarî pêvajoyê û kesên hewl didin pêvajoyê xerab bikin û got, “Me wek gelê Kurd beriya çend rojan peyama Rêber Apo guhdarî kir. Hîn jî gotinên zêrîn ên Rêber Apo di guhên min de ne û min hestiyar dike. Ji ber gelekî ji min re zehmet hat û min got ku eger Rêberê me bi xwe bersiva wan mirovên nezan û cahil dide naxwe wek gel em li kîjan deverê ne û çima gelo em wacibê xwe pêk nayînin? Ger me bersiva wan kesên xayîn û çeteyan daba, Rêber Apo pêdivî nedidît ku bi xwe bersiva wan bide û serê xwe bi wan re biêşîne? Şerm e ji me re ku em li hember wan xêrnexwazan bêdeng dimînin. Hewce ye em rabin ser piyan, bersivên pêwîst bidin xayîn, xwefiroş û xêrnexwazan. Li hember wan kesên kirêt divê em yekîtiya xwe xurt bikin, li dora Rêbertiya xwe kom bibin.”
Yadê Şêrîn destnîşan kir xiyanet gelekî reş û kujer e û wiha domand, “Jixwe xayîn dixwazin her şer hebe. Zarokên wan beşdarî nav şoreşê nebûne. Zor û zehmetî nedîtine, derdê kezebê ne kişandine. Ez nizanim bê ka hest û wijdanê wan heye yan jî na. Lê ji emelê wan diyar dibe ku qet wijdanê wan tineye, bêfikir û bêxeyal in. Ew bi qurbana Rêber Apo bin. Tekez wê rojek were ew kesên ne hêjayî du qirûşan e rezîl û rusva bibin. Ji xwe hayê ti kesî ji kesî re namîne. Em li ser heqiyê ne û wê heqî bi ser keve. Dinya mezin e, têra me hemûyan heye. Em ê Rêberê xwe bibînin û serkeftina wî pîroz bikin.”
Yadê Şêrîn axaftina xwe bi van hgevokan bi dawî kir, “Ez wek dayikeke Kurd ji dil û can dixwazim şoreşa me bigihêje serkeftinê, Rêberê me ji wê zindanê rizgar bibe û em bi xêr û xweşî li welatê xwe bijîn. Dibe ku ez û yên wek min nebînin, lê ya girîng ew e zarok û zêçên Kurdan bibînin û dilşad bibin. Law ti tişt weke azadiyê xweş nîneJi bo em bi şeref û rûmet bijîn, serê me her dem bilind be divê têkoşîn bê kirin. Dibe ku me gelek zehmetî, xizanî û feqîrî dîtibe, lê ji mirovan re rûmet bi hemû malê dunyayê ye. Hewce ye em li Rêber Apo, şehîdan û ewladên xwe yên di nav têkoşînê de ne xwedî derkevin.”




