Têkildarî nameya Fîlozofê Îrlandî ya ji Rêber Apo re analîzek

Min li nameya fîlozofê hêja û navdar a ji Rêber Apo re şandibû guhdarî kir. Çend caran û bi çend zimanan jî min xwend. Ji ber ku min pir da fikirandin. Ez birim nav wê Girava zilmê Îmraliyê. Wiha li min kir ku ez pir ji Rêber Apo şerm bikim û hew bikarim li rûyê Wî temaşe bikim û ji ber lawazî û kêmxebata xwe nikaribim serê xwe rakim. Ez wiha hizirîm ku me pir kêm Rêberê xwe nas kiriye û em hîn jî nikarin wesfê kar, xebat, têkoşîna Wî ya 54 salan bidin. Em bi temamî nikarin kesayeta Wî bi her kesî bidin zanîn. Jixwe danasîn û wesifdana Rêber Apo hesan jî nîne. Lê weke gelê Kurd em jî hişk û çavkor in ji bo dîtin û wesifdanê û qedirnasînê. Helbet ez ji bo hemû Kurdan wiha nabêjim. Lê hinek Kurdên ku ji destpêkê de çavkor û bêwijdan in bi qasî pesin û wesfê dijminan didin, wiha pesnê xwe jî nadin. Ji xwe gotineke gelê Kurd a bi awayê, “Gihayê hewşê tahl e” heye. Dîsa gotineke, “Ji xelkê re jîr e, ji xwe re kor e” jî heye. Jixwe ev her du gotin jî didin nîşandan bê ka rewşa hinek mirovên Kurd çawa ye.

Lê gelek ji me jî di rewşa bêtevgeriyê de ne. Tenê ji destê me tê ku em gazincan bikin. Em xwe nadin kar û xebatê. Ev jî dihêle ku tenê zimanê me dirêj bibe, em li cihê xwe bihejmêrin û ji afirîneriyê zêdetir her tişta heyî xerc bikin. Gotineke me ya din jî bi awayê, “Dest û dev bûn heval, kar û şûxil man betal.” Wek tê zanîn gotinên me yên pêşiyan rastiya mirov û civakê didin nîşandan. Jixwe hinek kes hene ku mirov nikare ji wan re bêje, Kurd in. Ji ber Kurdiyatî tiştekî wiha hesan nîne. Hema her kî rabe, bêje ku ez Kurd im nabe. Kurdê rja me ya îro divê kar û xebat bike, bi xak û neteweya xwe re be. Tekez pêdivî heye ku hema wiha bêked û westan mirov ji her kesî re, nebêje Kurd. Ji ber dema ku mirov bû Kurd yan jî ji neteweke din divê ku mirov li gorî wê be, ji bo azadî û rizgariya gel û axa xwe bixebite, kedê bide û têkoşîn bike.

Li ser mirovên welatparêz gelek peywir û erk hene. Yek ji wan jî ew e ku ji bo welatê xwe xizmetê dike. Rêber Apo bi salan e her ji bo me jinan weke pêdiviya yekem diyar dikir û digot: “Azadî hêsan nîne. Dema hûn wek jin bixwazin xwe azad bikin pênc prensîb hene. Di serî de divê hûn wan pêk bînin.” Rêbertî ji wan prensîban a herî sereke jî welatparêzî  nîşan dida. Tekez ji bo her mirovekê û mirovekî prensîba bêyî wê nabe û lezgîn e welatparêzî ye, nexasim jî di serdemên şoreşan de. Jixwe hema wiha bi hêsanî mirovek bêje ez welatparêz im û xwe li ser vê peyva giran bide jiyandin nabe. Dem jî ne dema berê ye ku mirov hema wiha xwe li ser dirûşman bide; jiyandin. Beriya her tiştî ked, kar û xebat pêwîst e.

Pêdivî heye ku her yek ji me xwe li gorî wê tevger bike û têbikoşe. Ez jî wek jinek Kurd, xwendevan û şopdara fikir û ramanên Rêber Apo vê şiroveyê dikim. Ez di nav hewldanan de me  ji ked, kar û xebata Rêberê xwe re weke jin û Kurdekê bibim bersiv, erka xwe ya welatparêziyê pêk bînim. Dibe ku nameya Fîlozofê qedirbilind kurt be jî, lê pir tiştan di nav xwe de dihewîne û dide nîşandan bê ka xelkên zana û fîlozof çawa dikarin fikir û ramanên Rêberekî wek Rêber Apo bixwînin, wateyê lê bar bikin û qîmetê wê ji bo gelê Kurd gelên Rojhilata Navîn û ji tevahî mirovahiyê bizanin û wesfê wê bidin. Lê wek gelê Kurd em hîn jî qedir û qîmetê fikir, raman û keda Rêber Apo, bi qasî wan mirovên zana û bîrewer nizanin. Em di destekdana xwe de jî  lawaz dimînin. Hîn jî gelek nizanin bê ka wê çawa erk û peywira xwe ya welatparêziyê pêk bînin?

Dibe ku sedema rewşa me jî em bi xwe nebin. Ji ber gelek bûyerên dagirkirin, komkujî û talanan hatibin serê me û em di nava xwe de gêj û kor jî kiribin. Lê divê em rastiya xwe bibînin û li xwe mikur werin. Ev bûye 54 sal ku Rêber Apo ji bo hişyarkirin û zanakirina me ked û têkoşîn da. Ma gelo wê hîn çawa be û wê çi bike ji bo ku me bide kar, xebat û têkoşînê? Her çiqasî dijmin, neyar û xayînan em fêmkorî kiribin jî kedek Rêber Apo û şehîdan a bêhempa jî heye. Ji bo me û zêdetirî nîv sedsalê ye ma wê hîn çawa bibe? Her çi hatibe serê me wek netewe lê nayê wê wateyê ku ev, qedera me ye. Ev nayê wateya divê em timî wer bimînin? Bi salan e ku Rêber Apo ji me Kurdan re got û em perwerde kirin. Niha jî dem hatiye  em bêhincet kar û xebat bikin, ji xwe bawer bin û xwe di serkeftinê de kilît bikin.

Ez çima niha van gotinan dibêjim û bi tundî balê dikişînim ser vê mijarê? Ji ber wek gelê Kurd me hîn jî Rêber Abdullah Ocalan tam fêm nekiriye. Ji ber me xwe ewqasî di nav qalibên mejî de hiştiye, em zû fêm nakin û zû ji bîr dikin bê ka Rêberê me di rewşeke, çawa de ye û ji bo me çawa têkoşîn dike. Rêber Apo gelek caran ji gelê Kurd re gotiye, “Jibîrkirin xiyanet e.” Ji ber em xwe naguherin herî dawiyê jî careke din ji me re dubare kir û got ku jibîrkirin xiyanet e. Jixwe di nav gelê Kurd de sê beşên  fikirandin û lêhûrbûnê hene. Hinek mîna ewliya û mumînan difikirin û pêk tînin. Beşdarî her tiştî dibin, bêlêpirsîn kar û xebat dikin; lê xwe di warê siyasî de pêş naxin.

Yên girêdayî beşê duyem jî her bi derdê xwe yê şexsê û malbatî daketine. Lêhûrbûna wan pir lawaz e. Her tim reşbîn in. Kî neyînî biaxive, guhên xwe ji wan re dirêj dikin. Feydeya wan ji welat û şoreşa azadiyê re nîne. Yên wiha tinebin baştir be. Berî welat her bi mesleheta xwe dihizirin. Jixwe hinek jî mîkrob û xerabiya neyar di nav gelê Kurd de belav dikin. Xiyanet ketiye xwîna wan. Her bi awayekî xerab û bêhêvî  xeber didin. Bêbawer in û mejiyê wan di çavên wan de ye. Yên wiha ewqasî bê rû ne ku dikarin her kesî û her tiştî reş bikin. Ji ber deriyê xwe ji bawerî, hêvî û başiyê re girtine. Her tim xerab û zebale ne. Weke dijmin li wan hatiye. Ti feydeya wan ji bo gel û welat nîne. Feydeyeke wan hebe jî tekez ji neyar û kujeran re ye. Ewqasî bêşêrm ku zimanê xwe li ser Rêber Apo û şehîdan jî dirêj dikin.  Pêwîst e ti kesekî bi rûmet wan xêrnexwaz û xayînan di nav xwe de nehewîne.

Jixwe divê mirov nav li yên wiha bike û ji wan re bêje, “xayîn, durû, xwefiroş, bêwijdan û rûreş û hwd.” Lê tekez divê em hemû li kesên weke vî fîlozofê Îrlandî guhdarî bikin.  Destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bêjin, “Em li ku derê ne? Em çi dikin û çiqasî xwedî li Rêbertiya xwe derdikevin?” Ev 54 sal e Rêber Apo ji bo me hemû jiyana xwe da. Ev 27 sal e li Îmraliyê ji bo me her tişt feda kir. Tevî vê jî hinek bêwijdan xerabiyan dikin, rûreşî û heqaretan dikin. cihê yên wiha ne li vê dinyayê ne jî li dinyaya din nîne. Hinek jî tenê li cihê xwe rûniştine û temaşe dikin.

Weke kesên baş, welatparêzên kevin, xebatkar, malbatên şehîdan û heval divê em bersiva xeraban, xayînan û rûreşan bikin. Ev erka me ya welatparêziyê ye. Em ê ji dil û can xwe rêxistin bikin, mafê xwe biparêzin û demdirêj bihizirin. Ji ber dinya tenê îro nîne. Rêber Apo pêşeroja Kurdan ava dike. Em jî dikarin xebata xwe kûr bikin û çalak bibin. Ji her kesên azadîxwaz û welatparêz re serkeftin be. Ji bo me ya girîng yekîtî, hevgirtin, kar û xebat e. Bijî Rêber Apo. Şehîd namirin. Bijî Kurd û Kurdistan. Jin, Jiyan, Azadî.

Ji Pênûsa Jina Azad û Welatparêz

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button