Di nav civakê de girîngiya rewşenbîriyê

Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Pirs an jî geşedaneke ku di nav pir civakên cîhanê de zêde bûye ew e, ka çima qutbûn û valahî di nav rewşenbîran û civakê de rû daye? Jixwe şêwe û egerên vê gengeşeyê li gorî her civakekê têne guhertin. Her wiha dibe ku asta vê ji bo her civakekê ne weke ya din be. Pêşketina civakî û rewşenbirî bi hev ve girêdayîne. Rewşenbirî fêmkirina jiyanê, zanînê û çandê ye. Civaka bixwaze pêşve biçe, divê girîngiyê bide hizir, felsefe û perwerdeyê.

Rewşenbirî bingehê pêşketinê ye. Mirovên rewşenbîr rê nîşanî civakê didin. Bi fikrên azad û rexnegir civakê ji paşketinê rizgar dikin. Yanî rewşenbîr agahiyan digihînin nava gel û hişmendiya giştî zêde dikin. Bi nêrînên xwe rê li ber çareseriyê vedikin. Nirxeke bilind a mirovahiyê ne. Mirov ji wan bawer dikin. Rewşenbîr jiyana xwe, tevgera xwe, cil û berg, xwarin û axaftina xwe li gorî civakê bi rêk û pêk dikin. Civakeke bê rewşenbîr nikare li ser piyan bimîne û pêş bikeve. Civaka bê rewşenbîr civaka kor û lal e. Ji bo pêşerojeke baştir, divê perwerde, xwendin û nirxên rewşenbîrî di nava civakê de werin xurtkirin.

Rewşenbîr di nav civakê de bîrewer, ronakbîr û serbixwe ne. Her dem ji bo pêşketin û deskeftiyên civakê dixebitin. Mirovên rewşenbîr zana ne. Her tiştên li dora wan diqewimin his dikin. Xwedî rolekî girîng in. Pêşketina rast bi hişmendiyê dest pê dike. Heke civak dixwaze pêş bikeve, divê qîmet bide rewşenbîriyê û xwendinê. Rewşenbîrî ango ronakbîrî, pêvajoya geşkirina hiş, zanyarî û bîrdoziya mirov e ku bi xwendin, lêkolîn û nirxandina civakî pêk tê. Rewşenbîrî ronahiya civakê ye. Rê li ber azadî, berpirsyarî û pêşketina exlaqî vedike. Civakê ji tarîtiya nezanînê diparêze.

Mirov dikare di vê xalê de pirsekê bike. Di civakên bindest de rola rewşenbîriyê çi ye? Di civakên ku rûbirûyî asîmîlasyon, bindestî û zilmê bûne û weke civaka Kurd rola rewşenbîrtiyê du caran giran dibe. Li vir, rewşenbîr tenê fîlozofek nîne; ew parêzvanê hebûnê ye. Karê rewşenbîr ew e ku derewan û sîstemên çewt pûç dike. Mînak, rewşenbîr û mirovên hinekî serwext nikarin gotinên tarî biparêzin. Erkên îdeolojîk ên rewşenbîriyê di çarçoveya avakirina civaka exlaqî û polîtîk de pêk tên.

Li ser axa Kurdistanê, rewşenbîr ne tenê nivîskar, şerkerên jiyanê ne. Dema zimanê dayikê tê qedexekirin, di nav sînorên tirsê de, kesên rewşenbîr dibin pirtûk, kovar û dengê herî bilind. Belê em ji bo gelê xwe şêwirmend, ronakbîr, rewşenbîr, dîrokzan, lêgerînvan, entelektuel şoreşger in. Ji lewra mirov dikare bêje ku rewşenbîr ji bo her pirsgirêkên mirovan dikevin nav hewldanan. Li ku derê cîhanê neheqiyek hebe, rewşenbîr nikare bêje ev ne karê min e. Bêdengbûna li pêşberî zilmê, ji bo rewşenbîran îstîfakirina ji mirovahiyê ye.

Rewşenbîr kesên xwedî raman, xwendekar û pêşeng ji yên di vediqetînin. Yanî mîna mûmê di tariyê de dibin rohnî. Bi zanebûn, şîrove, analîz û rexneyan nirxên exlaqî û çandî nîşanî civaka xwe didin. Rewşenbîrî rêyeke bi strî û zehmet e. Di dîrokê de gelek rewşenbîr ji ber ramanên xwe hatine girtin, sirgûnkirin an jî kuştin. Lê belê her tim ramanên xwe civak rizgar kirine. Civakeke ku pêşengiya wê ne di destê rewşenbîrên wê de be, weke kevokeke bê bask e û nikare bifire.

Divê hunermend û rewşenbîrên di ronîkirina civakan de rol digirin bi awayekî xurt werin rêxistinkirin. Her jin û ciwanên ku rast tevlî karên rewşenbîriyê dibin, fedaî ne. Li Kurdistanê jina rewşenbîr ew kes e ku, xeta Rêbertiyê, pîvanên jiyana azad di sekna xwe ya jiyanê de, di têkoşîna cins de li ser bingehê prensîban temsîl dike. Kesên rewşenbîr hebûna vîna azad in. Lewma di vê dema pêşiya me de pêwîst e mirov giranî bide xebatên rewşenbîriyê. Destketiyên çêbûne jî bi armanca tevkariyê li civakê bikin divê bên rêxistinkirin. Tevgera me jî di vê wateyê de xebatên bi nirx meşandine û pêdivî heye ku hîn zêdetir bên pêşxistin.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button