Rêya Azadiyê
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Azadî, hewaya jiyanê û wateya herî mezin a mirovahiyê ye. Mirov bi rêya azadiyê hebûna raman, bawerî û jiyaneke bi rûmet mirov bi dilê xwe ser piyan dimîne. Her wiha rêya azadiyê rê dide ku mirov bibin rewiyên azadiyê. Ev rê azadiya fikir û daxwazên dil e. Divê mirov ramanên xwe bi azadiyê bîne ser ziman. Hewce ye mirov rê û şopa jiyana xwe bi xwe xêz bike, li dijî her cure zilm û koledariyê rabe. Ji lewra em bejin rêya azadiyê di wateya xwe herî kûr de, hêza biryardanê ya serbixwe ye. Yanî rûmeta herî mezin a mirovahiyê û bingehê jiyaneke bi rûmet e. Mirovê ne azad mîna çûkekî baskêşikestî ye, nikare bifire û asîmanên xwe keşf bike. Rêya azadiyê hêviya gelên bindest e.
Azadî du aliyên sereke dihewîne: Azadiya kesane û azadiya civakî. Mînak azadiya kesane ev aliyê mirov ê parastina rûmet, beden û hişê xwe ye. Destûrê dide ku her kes bibe xwedî nasnameya xwe ya azad. Azadiya civakî jî civakek dema azad dibe ferden wê, bi taybetî jin û zarok, digihijîn mafên xwe yên wekhev. Azadiya civakî li ser bingehê edalet û mafên wekhev ava dibe.
Rêbertiya me dibêje, “Jina azad civaka azad e.” Heta jin azad nebe wê civak azad nebe. Îdeolojiya azadiya jinê ya Rêbertiya me afirandiye, li tevahî dinyayê bûye xeta azadiyê ya jin îlhamê jê digirin. Bêguman ev asta têkoşîna me ya azadiya jinê, li ser esasê berdêlên mezin ên şehîdên me yên leheng û serpêhatiyên dîrokî pêk hatine. Rêbertiya me, dema ku digot, “Zîlan ne kesek e, xeta azadiyê ye” bal kişandiye ser vê rastiya tevgera me ya azadiya jinê. Yên hezkiriyên azadî û rojê bûn, di xaka medyayê û di oxira azadiyê de bi ken û kêfxweşî ber bi rêwitiya xwe ya dawî ve çûn. Di xwezaya jinê de edalet, sosyalîzm û azadî veşartiye, sedsala 21. sed sala têkoşîna azadiya jinê ye.
Yek ji wateya kûr a rêya azadiyê ew e heta hişê mirov azad nebe, beden nikare azad bibe. Azadiya rasteqîn ew e ku mirov bê tirs bifikire, bawerî û ramanên xwe bijî. Her çendî rêya azadiyê weke bêsînorî xuya bike jî, di eslê xwe de xwedî berpirsiyartiyeke mezin e. Di dîrokê de ti carî azadî weke diyardeyekê li ser tespîteke zêrîn nehatiye pêşkeşkirin. Ji bo wê her dem berdêlên mezin hatine dayîn. Parastina azadiyê, parastina mirovahî bi xwe ye. Ji bo pêşerojeke ronî, divê hiş û dilê mirov her dem ber azadiyê ve vekirî bin.
Bi rastî mijara li ser rêya azadiyê berfireh e. Hêzên dixwazin tenê yek deng û yek reng li cîhanê hebe, dijminên herî mezin ên azadiyê ne. Dema civak li pêşberÎ neheqiyê bêdeng dimîne, sînorên azadiya xwe bi destê xwe teng dike. Divê mirov têkildarî her tiştî baldar û zana be. Hişê ku di nava tarîtiya nezanînê de maye, bi hêsanî tê xapandin. Hişyarî û perwerde, çeken herî bi bandor in ku zincîrên li ser hişê mirovan dişikînin.
Di têkoşîna me ya azadiyê de her tim hinek bîranînên me yên em bi êş û janan re rû bi rû hiştine çêbûne. Yên me bi hev re nivîsandine, ji bo pêşerojê xeyalên me bi hev re çêkirin û yekbûna me ya ruh û ramanî ya ji hev nayê qetandin û bi taybetî jî tim hevalên me yên herî zêde têne hezkirin ji nav me têne girtin, ev bûye weke rastiyekê ji bo me.
Azadî bi diyarî nayê dayîn; bi ked, berdêl û têkoşîna li dijî zilmê tê bidestxistin. Ji bo civakeke adîl û rûmetdar, divê şewqa azadiyê di dil û hişê her mirovî de her tim geş bimîne. Rêya azadiyê rêyek dirêj û dijwar e. Bi keda têkoşîna me ya bi salan, bi berxwedanê û bi heviya rojên nû dest pê dike. Mirov li ser vê rêyê gelek astengiyan dibinin, lê biryardarî pêşde diçin. Yanî rêya azadiyê ne tenê peyvek e, jiyan e. Ronahiya rojê her tim li ser rêya azadiyê geş e. Kurdistan cihê ku şitlên hêvî, azadî û rûmetê heşîn dibin. Em ketine ser rêya azadiyê. Berdêla wê çi jî be, em amade ne bidin. Em ê li ser axa azad weke rêwiyên rêya azadiyê û şervanên heqîqetê têkoşîna xwe bidomînin. Bi hezkirina xwe, bi hezkirina gel û Kurdistanê, bi rastiya dîroka jin û jiyanê em ê rengê azadiyê bineqişînin. Di rêya azadiyê de bimînin di xweşiyê de hêvrêyên min ên Rojê…




