Li dijî dorpêça mezin parastina cewherî
Gaziyê Şer Hozan Serhed

Rojhilata Navîn di pêvajoyeke serûbinkirina dîrokî re derbas dibe. Têde hemû qaîdeyên dîplomatîk, leşkerî û jepstratejîk ên naskirî rûxiyane. Sînor û tifaq ji nû ve bi awayekî hovane tên pênasekirin. Hilweşîna statukoya sedsalî li dû xwe valahiyeke mezin a hêzê dihêle. Lîstikvanên gerdûnî û herêmî ji bo tijîkirina vê valahiyê şerekî hovane yê parvekirinê dimeşînin. Tam ji ber vê yekê li herêmê av ranawestin û krîz li pey krîzan tên. Daxistina balona çavdêriyê ya li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê weke hêmana radarê ya pergala parastina mûşekî ya patrîot a DYA’yê kar dikir û nîşaneyên vekişîna Washingtonê ya leşkerî ji Hewlerê, piştî Rojava ne qelsiyek berevajî amadekariya piştperdeya eniyê ye ya ji bo operasyoneke asîmanî û bejahî ya berfireh û rûxîner li dijî Îran û wekîleyên wê yên herêmî.
Hişyariyên ewlehiyê yên balyozxaneyên DYA’yê yên ji welatên Kendavê heta Îsraîlê ku daxwaza derketina Amerîkiyan dikin, hewldana mijûlkirina Hîzbullahê li Lubnanê bi rêya Sûriyeyê û radestkirina Iraqê ji welatên Kendavê re, her wiha amadekirina Iraqê weke navenda şerekî muxtemel, li dijî Îranê nîşan didin ku bagera tê çiqasî mezin e.
Ji bo temamkirina vê dorpêça leşkerî bi ambargoyeke aborî, peymana Tirkiye û Iraqê ya ji bo dirêjkirina xeta boriyê ku hinardeya petrolê bi rêya xetên bypass ya li kêleka Sûweyşê re rojane derxîne 750 hezar varîlan. Her wiha pêngava Şamê ya krîza Tengava Hurmizê kiriye firsend ku bibe korîdora nû ya enerjiyê rasterast dixwaze erdnîgariya Kurdistanê bixe bin kasê.
Gefên Tirkiye û Îsraîlê yên ji bo avakirina baregehên leşkerî li ser xaka Sûriyeyê ji ber ewlehiya xetên enerjiyê û êrîşên asîmetrîk li ser çeperên Kurdan li Hewlêrê, eşkere dikin ku şer û plansazî li ser bingehê tasfiyekirina destketiyên Kurdan hatine avakirin. Li aliyê din guhertina sernavên lihevkirinê ya li Îmraliyê di kêliya dawî de derbasnekirina qeyrana qanûna çarçoveyê û nedayîna metnan bi awayekî nivîskî piştrast dikin ku hêzên statukoparêz ti carî çareseriyeke aştiyane naxwazin û niyeteke wan a wer jî nîne. Armanca wan tenê bi demê re xapandin û lawazkirina gelê Kurd e.
Gava ku hevrikiya leşkerî ya li ser bingehê Qibrisê li Derya Spî gur dibe, helwesta hişk û îzolasyonîst a Komîsyona Ewropayê di qeyrana koçberan de ku mirovên penaber dikişîne Fasê û rê nade ti kes bigihîje parzemînê, radigihîne ku di hilweşîna mezin a Rojhilata Navîn de Kurd nikarin ti korîdoreke mirovî ji Rojava bibînin û her kes wê li ser xaka xwe bi qedera xwe re tenê bimîne.
Gelê Kurd di vê poêvajoya herî krîtîk de yan dê vê pêla gerdûnî rast bixwîne û statuya xwe mayînde bike, yan jî wê di planên bi xwîn ên mezin de bibe piyona bi hêsanî tên xerckirin. Li dijî vê gefa hebûnê, tedbîra herî lezgîn a gelê Kurd bigire ew e ku stratejiya “Rêya Sêyem” bike refleksa civakî ya pişta xwe ne dide xeta DYA-Îsraîl-Kendavê û ne jî dide statuya Îran-Şam-Bexdayê. Lê bi tevahî ji hêza xwe ya cewherî bawer dike û jiyana hevpar a bi gelên herêmê re esas digire.
Ji bo amadekariyên senaryoyên şer ên têde sînor wê bên girtin, ambargo wê kûr bibin û xetên lojîstîk bên derbkirin. Di çandinî, sewalkarî, rêvebirina avê û pêwîstiyên bingehîn de pergala”xwerêvebirina aborî ya mutleq” divê bê avakirin. Stokên civakî û tora hilberîna herêmî wekî kelehên jiyanê divê werin rêxistinkirin.
Gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat divê fêm bike ku li derveyî sînorên çêkirî di nav yek qederê de ye. Lewma êrîşeke li ser Hewlêr yan jî Kobanê rasterast weke êrîşeke li ser hebûna xwe dihesibîne û yek canî wê rabe ser piyan. Di vê serdemê de ku hemû qaîdeyên şer ji nû ve tên nivîsandin de rêbazên parastinê yên konvansiyonel bi tenê wê têrê nekin. Ji ber vê gelê Kurd divê tavilê derbasî doktrîna “Parastina Civakî ya Giştî” bibe. Ji ber rastiya ku hêzeke ji parastina asîmanî bêpar e mehkûmî tasfiyeyê ye, pêkhateyên leşkerî divê ne tenê bi mantiqa gerîla yan jî artêşa klasîk, weke hêzeke maqul, çalak û profesyonel bi teknolojiyên dronan, pergalên parastina asîmanî yên asîmetrîk, torên parastina sîber û hêmanên şerê elektronîk hatine çekddarkirin, werin guhertin. Ji ber cihê tenê êrîşên asîmanî û serdestiya teknolojîk lê tên şikandin kûrahiya erdnîgariyê ye.
Ji herêmên çiyayî heya bajaran hemû cihên jiyanê divê bi torên parastinê yên bin erdê, tunelên lojîstîkê û pergalên stargehan ên dikarin li ber dorpêçên demdirêj bisekinin werin avakirin. Parastin divê tenê nebe karê şervanên profesyonel. Ji heft salî heya heftê salî divê her kes di warê alîkariya yekem, parastina sivîlan, piştgiriya lojîstîkê û teknîkên parastina bingehîn de werin perwerdekirin. Ev ji bo her gund û tax bibe xwediyê xweseriya lojîstîkî û karibe xwe biparêze girîng e. Di vê qonaxa dîrokî de, şêwazê siyaseta Kurd a heyî ya parçekirî, teng û li ser bingehê berjewendiyên partiyan wê ji bilî karesatê ti feydeyê nede gel. Aktorên siyasî yên Kurd divê nakokiyên îdeolojîk deynin aliyekî û tavilê di bin sîwanan “Maseya Krîzê ya Neteweyî”û Kongreya Neteweyî de bibin yek.
Fermandariyeke leşkerî ya hevpar, şandeyeke dîplomasiya derve ya hevpar û yek, divê hişekî stratejîk ava bikin. Ji ber windakirina parçeyekî tê wateya biryara mirinê ya ji bo hemû parçeyên din. Siyasetmedarên Kurd divê fêm bikin ku sipartina pişta xwe tenê bi dîplomasiya Washington yan jî navêndên welatên rojava re çewtiyeke kujer e. Lewma divê dîplomasiyeke piralî, proaktîf û dînamîk ji Çînê heya Rûsyayê ji aktorên herêmî heya rasterast bi eşîrên Ereb re bimeşînin.
Di hemû pêvajoyên bi Tirkiye yan jî hêzên din re meşandin û yên muxtemel bên meşandin re divê mirov nekeve kemîna sozên devkî û taktîkên xapandinê. Her wiha helwesteke hişt û bêtawîz li ser metnên nivîskî, qanûnî û destûrî yên xwedî garantorên navneteweyî israr dike pêwîst e were meşandin. Li Rojhilata Navîn, bi dîrokên krîtîk ên tasfiyeyê yên mîna 30’ê Îlonê re, bêçekkirina komên çekdar û opersyonên ambargoyê yên wê ji bejahî û asmanî li dijî Îranê werin destpêkirin, herêm aniye ber bendava kaoseke daîmî yan jî ji nû ve avabûneke radîkal.
Pêşereoj wê bibe sahneyeke ku civakên nikarin parastina xwe ya cewherî û yekîtiya xwe ya civakî ava bikin ji dîrokê winda dibin. Lê gelên vîna xwe dikin pola wê qedera xwe bi xwe diyar bikin. Rêya herî rast a gelê Kurd ji vê serûbinbûna mezin li çar parçeyan bi qezenckirina azadiyê û statuya heq kiriye derkeve, yekbûna hişê Kurd di stratejiyeke hevpar de û girêdana gel a bi xaka xwe re ye. Dem teng dibe. Ji bo Kurdan di vê xaçerêya dîrokê de yan yekîtî û serkeftina mutleq yan jî serdemeke nû ya koletiya sedsalî dest pê dike.




