Rêbertî çavkaniya jiyana me ye
Gaziya Şer Cûdî Cizîr

Rêber Apo dema ku weke kesek bi tena serê xwe derket, bi îdîaya guhertina cîhanê meşiya. Ew hêz di xwe de dît. Heke mirov li ser xeta rast be, mirov teqez dê vê hêzê di xwe de bibîne. Bi taybet jî mirov li ser taybetmendiyên Rêbertiyê raweste wê sûdmend be. Pêşketin vê nîşanî me didin. Li ser me ferz dike ku em xisûsên pratîk bi giştî fêm bikin û li gorî wê tevbigerin.
Rêber Apo bi rastî jî dixwaze demokrasiya gel ava bike. Fikrên Rêbertiyê gelperwer e. Rêbertî bi xwe gelperwer e. Her tim xwe spart hêza gel û pê bawer kir. Bi hêza gel hereket kir. Bawer kir ku wê hêza gel her cure serketinê bîne. Em vê baş dizanin. Her kes careke din dikare Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixwîne. Rêbertiyê, sîstema Modernîteya Demokratîk pir zelal pênase kir.
Rêber Apo tevî ku di nav şertên herî zor de ye jî, ev wezîfe bi zêdehî pêk anîne. Pêkanînên wî jî pir vekirî, şênber, sade û fêmbar in. Ji ber vê jî rewşeke di asta Rêbertiyê de nehatiye bicihanîn tineye. Tam netbûnek heye, ronîkirinek heye, pêşîvekirinek heye. Rêbertî bi sekn û berxwedana xwe ya li Îmraliyê pêşengtiya têkoşînê dike. Îro têkoşîneke wisa di ronahiya Rêber Apo de berdewam dike.
Em şoreşgerên Apoyî dikarin di asta herî jor de yekîtiyê ava bikin. Heval Kemal Pîr got, “Ruhê Rêber Apo ruhê me hemûyan e.” Ruhê wî ruhê me ye, fikrên wî jî fikrên me ne. Refleksên wî jî refleksên me ye. Em nikarin cuda bifikirin. Rêber Apo çavkaniya jiyan û têkoşîna me ye.
Heke em komeke ku bi Rêbertiyê bûye yek bin, divê em hemû eynî bihizirin, heman refleksê nîşan bidin. Di wêrekî û fedakariyê de lawazî û paşdeketin tineye. Xeta lehengtiyê berdewam dike. Di tevlîbûn, israr û înadê de ti lawazî nîne.
Têkoşîna azadiya Kurdistanê êdî asta Kurdistanê derbas kiriye, veguheriye têkoşîneke herêmî û cîhanî. Gotinên me dibin cewherê nîqaşên me. Em dibêjin, em Rêbertiyê fêm bikin. Cewherê fêmkirina Rêbertiyê, gotinên me ne.
Rêbertî rastiyeke têkoşînê ye ku cîhan bandor kiriye. Ji bo serketin û qezenckirinê ji bilî xeta Rêbertiyê, tarzê Rêbertiyê ti rêyeke din tineye. Rêber Apo têkoşîneke ku cîhanê bandor dike dimeşîne.
Rastiya Rêbertiyê qutbûna ji sîstemê îfade dike. Bûyîna sîstemeke alternatîf ji destpêkê ve hedef dike, pêk anî û da destpêkirin. Îdeolojiyek nû afirand, tarzekî nû yê jiyanê, tarzê têkiliyan derxist holê. Rêbertiya me ji destpêkê ve tarzekî jiyanê, sekneke îdeolojîk a zîhniyeta tinekirin û înkarê red dike, hebûna azad a Kurd pêş xist.
Tarzê Rêbertiyê xwe dispêre hêza wate û aqil. Ji lewra uslûba serketî uslûba Rêber Apo ye. Bi qasî te ew fêm kir û esas girt, tê serketî bî. Heke tu fêm nekî û esas negirî, tu nikarî bi ser kevî. Ji ber li Kurdistanê ti tarzekî din ê serketinê tineye. Ev teqez wisa ye. Wê demê naxwe pêwîst e em tarzê Rêbertiyê esas bigirin û pêk bînin.




