Têkildarî ‘Azadiyê’ nirxandineke kurt
Cesûr Koçer

Di nava civakê de herî zêde li ser azadiyê nîqaş çêdibin. Tê gotin ku ti tiştek weke wekhevî û azadiyê xweş û bedew nîne. Jixwe gelek mirov navên kurên xwe dikin “Azad” û hinek jî navên keçên xwe dikin “Azadî.” Kurdên Soran dibêjin “Azade.” Lê mixabin tişta pir nayê peydakirin jî azadî bi xwe ye. Ev jî cihê xembariyeke pir mezin e. peyv û navê “Azadî” gelekî şêrîn û xweş li guhê mirovan jî tê.
Herî zede jî pergala sermayeparêz qala azadiyê dike û azadiya ferdî jî pêş dixe. Azadiyê ji wateya wê derdixe û mirovan bêsînor dike. Bi ferdperestiyê wateya civakbûna mirov ji holê radike û serê mirovan tevlîhev dike. Jixwe heke mirovan wateya azadiyê pir baş zanîbana tekez wê serê wan jî tevlîhev nebaya. Wê nedabana pey hişmendiya pergala xerabkar a sermayeparêz. Naxwe tişta ku niha bi lezgînî pêdivî pê heye ew e di serî de jin, hemû beşên civakê li wateya peyva azadiyê û rola wê ya jiyanî hûr û kûr bibin û naveroka wê jî pir baş bizanin.
Pêdivî heye ku têkildarî azadiyê pir bi berfirehî perwerde were danîn da ku were fêmkirin û mirov karibe bi zanebûn jî pêre bijî. Jixwe Rêber Apo li ser vê mijarê gelekî bi berfirehî rawestiyaye. Parêznameya xwe ya Atînayê jî bi sernavê “Parastina Mirovê Azad” pêşkeş kir. Gelekî hêja ye mirov li ser wan berhemên giranbiha perwerde bibîne û ji bo baştir bên fêmkirin mirov li ser wan nirxandinan bike. Li gorî tê dîtin gelek pirsgirêk ji fêmnekirinê derdikevin holê.
Dema em zarok bûn dayika min ji me re qala hurmeta û rêzdariya ji mirovên mezin re dikir. Digot, “Ji mezinan re hurmet, ji biçûkan re jî hezkirin.” Lê mixabin di roja me de ne hurmeta ji mezinan û ne jî hezkirina ji biçûkan re maye. Sedema wê jî ew e ku pergala lîberal cîhana kiriye kavil, di bin navê azadiya ferdî, hemû nirxên civakî ji holê radike. Ji ber vê gelekî pêdivî heye ku em li ser mijara azadiya rastî û nirxên civakî yên ji bo mirovan pir pêwîst in, xwe perwerde bikin. Li ser bingehî hewce ye em wateya fikir û vîna azad fêm bikin û pêk bînin.
Rêber Apo ji bo jiyana mirovan azad bibe, şer û tundî jî bi dawî bibe dest bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik kir. Ev ji bo gelê Kurd û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê bû ronahî. Pêdiviya me hemûyan bi azadiyê heye. Lê azadî bi rastî çi ye, wê çawa pêk were em pir serê xwe pêre naêşînin. Çareserî wê çawa çêbibe û ji bo wê çiqas têkoşîn hewce ye em pir haj lê nînin. Jixwe tişta di serî de ji bo me pêwîst serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Divê jî vê baş fêm bikin, bi zanebûn beşdar bibin, ji bo vê ked û xwêdan bidin.
Ez bi xwe gelekî ji azadiyê hez dikim û kêm be jî hinekî fêrî azadiyê bûme. Hêvîdar im ku di serî de azadiya fizîkî ya Rêber Apo, azadiya gel û xaka me jî pêkan bibe. Ji bo azadiya hemû civakê jî divê em bibin yek û xebat bikin. Tekez pêdivî heye em weke netewe bizanin, li vê cîhanê ên bindest û xaka wan hatiye dagir kirin, tenê em nînin. Eger em bixwazin cîhana xwe ji destê zalim û zordaran derxin û azadiyê pêk bînin, hewce ye em yekîtiya mirovatiyê pêşi bixin û bi têkoşîneke esîl ber bi armancê ve bimeşin.




