Jin çavkaniya hêzê ye
Cûdî Cizîr

Jin kî ye, çi ye, em ê çawa pênase bikin? Hemû jinan bi tevahî aliyan ve em digirin nav nirxandinê. Yanî bi jina azad û têkiliyên azad. Jin berpirsiyara jiyana xwe ye. Ramanên Rêber Apo bi milyonan jinan dide hizirandin û jina azad bi ramanên Rêbertiya me derdikeve holê. Jin garantiya mafê mirovan û demokratîkbûnê ye. Mafê mirovan û azadiya jinê, du parçeyên bingehîn ên demokratîkbûna civakê yên giştî ne. Dîsa divê neyê jibîrkirin ku weke jin amûrên me yên têkoşînê di her qadê de ava bûne. Ma ji vê hîn bi rûmetir çi heye? Di vê wateyê de divê em bizanin ji serkeftinên xwe hêz bigirin, serkeftinên xwe bi hev ve girê bidin û mezin bikin. Divê em her roj şoreşê bijîn. Ango divê em prensîba ‘24 saetan jiyana bi Rêbertiyê re’ derbasî jiyanê bikin.
Li Rojhilata Navîn weke Tevger em hêviya azadiya jin û gelan e. Mîmar û afirînerê wê Rêber Apo li dijî pergala serwer sekneke mezin a alternatîf pêşkeş dike. Di vê hêlê de jî li pêşiya projeyên serdestan dibe astengiya herî mezin. Ji lewra hêzên hegemonîk ên navneteweyî weke astengiya herî mezin Rêber Apo dibînin û ji bo serkeftina xwe êrîşan pêş dixin. Em civakeke nû dixwazin û civaka heyî jî biguherin têkoşîn dikin. Ji bo vê divê berê pêşî weke jin em zanebûna xwe pêş bixin û nû bikin. Mecbûriyeta me ya xwezanekirinê heye. Guhertin ewil di zîhniyetê de dest pê dike. ji lewra asta têkoşîna me, asta azadiya civaka me diyar dike. Ji ber em militanên Apoyî pêşengên civakê ne û civakê perwerde dikin.
Civaka me çiqas di aliyê zîhnî de pêşketî bê tê wateya me civak baş perwerde kiriye. Na eger civaka me ne pêşketibe tê wateya me civak baş perwerde nekiriye. Naxwe em bêjin pêşketinên ne bi mîhwera jinê de, nikarin bi ser bikevin. Ji ber vê yekê têkoşîna me ne tenê ji bo jina Kurd e, em dibêjin, têkoşîna me ronesansa jinê ya Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê ye. Ronesansa li Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingehê pêşketina jin çêdibe. Yanî em dikarin bejin ku şiyarbûna jin, wek hêza pêşeng a civakê, di dika dîrokî de cihgirtina wê, di nirxa rastî de ye. Ji bo wê em bawerî didin hêza jin û wê jin ser keve!..
Têkoşîna me, şoreşa me, nasnameya me, formasyona me ya der barê jin de ev e. Jin xwediya jiyanê û axê ya rastî ye. Mirov dikare welê jî bibêje, jina hêzdar dikare zilamê paşverû, derewîn û zordar bîne ser xetê. Naxwe mirov beje ku asta azadiya jinê, asta azadiya civakê ye wê ne mubalexe be. Em şoreşgerên Rêber Apo ne, em dev ji xebata jinê bernadin! Xebata jinê herî kêm qasî xebata meseleya Kurd girîng e. Yanî em bi xebata xwe hewl didin çanda jina xwedawend ji nû ve zindî bikin. Em ê ji bo aştî, azadî, demokrasî û wekheviya civakê bixebitin. Ev jî ji mirov çi dixwaze? Zanebûn û hêza mezin pêwîst dike. Em şoreşgerên Apoyî ne, em dikarin her tiştî ser bixin. Jina xweşik, wêrek, xwedî vîn, dikare cîhanê fetih bike.
Jin, hin zêdetir çavên xwe ber bi rastiyên zanistî ve vedike. Mirov dikare hîn berfirehtir bêje jin parçeyekî jiyanê yê nayê veqetandine. Di nav Tevgera me de bi hezaran jin hene û bi hezaran pakrewan hene. Bi rastî jî em vê watedar dibînin. Di vê wateyê de Tevgera me tam rizgariyeke jinê ye, tam şoreşeke jinê ye. Şoreşa me mirovî ye. Di mijara jinê de, şoreşa herî mezin e. Ji ber wê her milîtana rast tevlî rêxistinê bibe, fedaî ye. Jina milîtan a bûye fedaî ew kes e ku xeta Rêbertiyê, pîvanên jiyana azad di sekna xwe ya jiyanê de, di têkoşîna cins de li ser bingehê prensîban temsîl dike û di çalakiya leşkerî de jî bi pêşengiya taktîk a rast dide rûniştin.
Naxwe divê mirov bêje hewce ye her kes jiyana xwe li gor têkoşînê eyar bike. Em weke milîtanên jin me soza serkeftinê da Rêberê xwe û gelê xwe. Ji bo vê, divê em destpêkê bizanin di jiyanê de qezenc bikin. Rêbertiya me got, “Armanca jinê eger bi qasî rojê zelal be, wê rêbazê wê bibîne.” Rêbertî xweza û zekaya jinê wek çavkaniya azadiyê, herikîna domdar û afirêneriyê pênase kiriye. Mirov dikare welê jî bibêje jineke xwe rast rêxistin kiribe berdêlî tabûrakê ye. Ango xwe rêxistinkirin şertê yekem ê jiyan û şerê rast e.
Li gorî hemû pîvan û rêgezên jiyanê xwe rêxistinkirin û xebatên xwe jî bi vê sekna rêxistinî meşandin wê bihêle em bigihêjin encamê. Mirov dikare bêje ku têkoşîna azadiya jinê demdirêj e. Jina xwedawend hewce ye were cihê heq dike û ev jî bi bilindkirina têkoşînê ve girêdayî ye. Di serî de jinên Kurd ev derfeta dîrokî dane ser milê xwe. Eşkere ye ku bi awayekî rast û bi hêz divê her kêlî, li her cihî em xwe tevlî vê pêvajoyê bikin, berpirsiyarî û erka wê zanibin.
Bi gelê Kurdistanê yê vejîn û berxwedaniyek bêhempa ji nû ve dijî re, bi jinê re pêşketinên ku tên jiyîn, gelê Rojhilata Navîn kiriye bin bandora xwe. Yanî ev dem bi îdîa û kelecana azadiya fizîkî ya Rêbertî, şoreşa jinê bi şoreşa demokratîk a Rojhilata Navîn tacîdarkirin, wê erkên me yên bîrdozî û polîtîk bin. Têkoşîna me ya bîrdozî di warê paradîgmaya Rêber Apo, bi têkoşîna polîtîk, îdeolojîk, çandî û hwd. gelek aliyan de tê meşandin. Wê serketin tekez a jin û gelên azadîxwaz û têkoşer bin.




