Divê rola jinan a di çareseriyê de were dîtin

Gaziya şer Feraşîn Dêrik...

Dema mirov li guhertin û veguhertina di civaka Kurd de dinêre mirov hîn baştir dibîne bê çiqasî pêş ketiye. Rêber Apo bi têkoşîn û berxwedaneke muezem gelê Kurd serwext kir. Piştî me dîroka xwe nas kir, baweriya me bi me hat.

Me bîr û baweriya xwe ji Rêber Apo girtiye. Ji bo em  weke netewe azad bibin, me bi hezaran şehîd û birîndar dane. Îro bi saya têkoşîna di pêşengiya Rêber Apo û berdêlên mezin de hemû cîhan me nas dike û hebûna me qebûl dike.

Gelê Kurd li erdnîgariya lê dijî yek ji gelên herî qedîm û resen e. Xwedî dîrokeke dûrûdirêj e. Kurdan ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan têkoşîn kirine. Em fedakar û jêhatî ne.

Welatê me yê mîna bihuştê ji hêla dagirkeran û hêzên hegemon ve hat parçekirin. Gelê me di komkujiyan re derbas kirin. Lê tevî her tiştî nikarîn îrade û berxwedana me bişikînin. Em ê ji sedî sed azad bibin û bi xwe re jî li ser bingehê paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo hemû gelan rizgar bikin.

Di vê meha Hezîranê ya em weke Meha Şehîdên Fedaî pêşwazî dikin di şexsê hevrê Gulan, Sema û Zîlan de tevahî şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê timî di xeta fedaî ya şehîdên xwe de bêteredut bimeşin.

Yek ji xisûseke din a girîng jî ew e û tekez pêdivî heye em careke din binirxînin û bidin zanîn ku ti kar, xebat, çalakî û siyaset bêyî jinan wê serkeftî nebin. Jinên Kurd di vê mijarê de bi ked, berxwedan û têkoşîna ev xisûs piştrast kirine. Divê rola jinan a di xebatan û çareseriyê de were dîtin. Jin timî alîgirên aştî û çareseriya demokratîk in.

Wê azadî di pêşengiya jinên azadîxwaz ên şervanên Apoyî de pêk were. Lewma divê em ji her demê bêhtir li dora hêzên YPJ’ê bibin yek û ji bo qebûlkirina xweserî û statuya wê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button