Ez heme!..

Arîn Cizîr

Di cîhana zilaman de jin

Di dergûşa dilê mirovahiyê de jin

Di hinava avên zemzemê de

Di bilindahiya çiyayan û bedewbûna staran de

Di tovên axa bi jîn de

Ez Îştar, Nînhûrsag, Înanna şîn bûm

Di peravên bihuştê de

Ez dayik im, xwedawend im û tovê jiyanê me

Ya diafirîne, ava dike û jîn dike

Ez im bi qurbana sed û çar meyan

Bûme erd û esman

Ez heme hûn min nabînin

Li bajarê xwedayan li min negerin, hûn ê min nebînin

Ji rahiban pirsa min nekin hûn ê bersiva min negirin

Di dîroka bi tîpên mêran hatiye xemilandin de

Li navê min negerin hûn ê nebînin

Wê demê berê xwe bidin axa bi bereket,

li nava erşên xwedawendan de

Di dîroka hatiye gemarkirin de li min negerin,

Hûn ê li wir heqîqeta min a wendayî bibînin…

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button