Şêrejina Nisêbînî ‘Hêvî’ya Kurdistaniyan
ŞOREŞ BAGOK

Digotin, “Wê bibe dareke ku kokên xwe heta mûrehkên jiyanê berdane. Wê ewqasî mezin bin şaxên wê tevayî mirovatî wê di binê wê de ber bi dahatûyên ji hemû xerabî û nezaniyan dûr ve biçe. Nifşên nû wê ji fêkiyên wê xwe xwedî bike, bi tendurîstî. Wê ew dar dara azadiya xaka Kurdistan be ku timî bi felsefeya Rêbertî bê avdan. Mirovên herî pîroz, kamil û gihiştî ku di her peyveke wan de ji xwe şerm bike dîroka tarî, wê pêş bixin gelê xwe.”
Şervanên azadiyê yên bi hemû qutsiyeta dayik û bavên pîroz hatin mezinkirin, ber bi çiyayan ve dema bi rê diketin ser bilind bûn. Bi şîrê helal ê dayikê bi keda herî pak a bavan mezin bibûn û di nav tevgereke herî bilind de cih girtibûn da ku jiyanê veguherînin cewhera wê. Yek ji wan jî gerîllaya Kurd Hêvî Bahtiyar (Menal Akbal) bû.
Menal bi eslê xwe ji gundê Çûva yê girêdayî Nisêbînê ye. Çûva yek ji gundên eşîra Bûblaniyan e. Bûblanî hem li serxetê (Bakurê Kurdistanê) hem jî li binxetê (Rojavayê Kurdistanê) eşîreke mezin û xwedî gelek gundan e. Eşîreke qewmî, welatparêz û dilsoz e.
Malbata Menal ji ber zilm û zexta dewletê berê xwe dide Ewropayê. Bavê Menal, Celal erk û wezîfeya xwe ya welatparêziyê li Almanyayê jî didomîne û zarokên xwe bi çand û zimanê wan mezin dike.
Menal li Almanyayê tê dinyayê. Ligel dibistanê di nav kar û xebatên ciwanan de jî cih digire. Menal li dibistanê jîr e û digihêje asteke ku dikare li Amerîkayê bixwîne. Menala bi salan e bi hesreta welat e dema kurapê wê Nêçîrvan Akbal (Ferhad Çûva) li Şengalê di êrîşeke çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd dibe, biryara xwe ya çûna çiyayên azad dide. Êdî ti tiştek nikare li pêşiya Menal bibe astengî.
Menal sala 2017’an digihîje çiyayên azad. Ew êdî gerîlaya rûmetê Hêvî ye. Ew êdî Şêrejina Nisêbînî hêviya Kurdistaniyan e. Tevî li Ewropayê mezin bûye jî di demeke pir kurt de fêrî jiyana çiyayan û gerîlatiyê dibe. Li qadên şer herî dijwar e, ji bo parastina xaka xwe di çeperên berxwedanê de cih digire.
Hêviya timî rûken e, ji hemû heval û hogirên xwe re dibe moral, hêz û coş. Li cihê Hêvî lê ye, cih ji negatîfbûn û reşbîniyê re nîne. Ew Menala bavê xwe Celal ê dilsozê xaka xwe ye. Ew Menala keçapa şehîd Ferhad e. Ew Hêviya şervana Rêber Apo, şopdara şehîdên rûmetê ye.
Menal bi rol û mîsyona xwe ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bû mînak û semboleke bêhempa. Mirov li ku derê dibe bila bibe, ast û erka wî çi dibe bila bibe dema mijar bibe azadiya welat û gel, divê mirov çawa tevbigere nîşanî her kesî da Menala ciwan. Hemû derfetên ku kapîtalîzmê bi îhtişameke mezin pêşkeş dikirin, bêteredut red kir û ji bo jiyaneke bi rûmet diyarî gelê xwe bike berê xwe da çiyayên xwe yên bi heybet.
Jiyan û têkoşîna hevrêyên mîna Menal, ji bo nifşên paşerojê mijarên dersan û perwerdeyê ne. Ji bo civakeke exlaqî û polîtîk a li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo têkoşîn û mîrasa wan Menalan rohnî û çiraya rêya şoreşgeran e.
Gerîlaya YJA-Starê Hêvî Bahtiyar, 2022’yan li herêma Zapê di êrîşeke dewleta Tirk de tevlî karwanê nemiran dibe.
Weke hevrê û hevalên Hêvî em soz didin armanc û xeyalên şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.




