Cewherê hevdîtina herî dawiyê ya bi Rêber Apo re
Asya Weşûkanî

Ev demek bû ku rayedarên dewleta Tirk, hevdîtinên bi Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan re dabûn rawestandin. Bi qasî ez dişopînim û encama ez ji vê hevdîtinê dertînim jî ew e ku dewleta Tirk ji guhertinên zagonî ditirse û her jî weke salên berê li wan aliqî dimîne. Heya ku rayedarên dewleta Tirk ji guhertina zagonên destûra bingehîn bitirse wê her di cihê xwe de jî bihejmêre û wê bi vî awayê rewşê ber bi şer û pevçûnan ve dahf bide.
Eger em rast û servekirî xeber bidin em ê bibêjin, em ji Rêberê xwe bawer dikin û heya hênasa dawiyê jî em ê li pey Rêberê xwe û dibin raya Wî de têkoşîn bikin. Rêberê me her çi bibêje wê tekez ew pêkan be. Lê mixabin dewleta Tirk nikare baweriya me qezenc bike. Ji ber me bi dehê caran ji destên wan xapandin û nerastî dîtiye. Lê dîsa jî ew ji me re dibêjin “Em ji we bawer nakin.” Jixwe ya herî sosret jî ev e. Heman wan rayedaran gelê xwe di salên berê de bi rengekî pir negatîf rêxistin kirine û ji ber vê gelê Tirk hemû nebe jî gelek ji wan û hin kesên rantxur ketine pey hewldana xwe li ser şer bidin jiyandin. Niha ew kes jehrê vedirişin û hewl didin pêvajoyê xerab bikin.
Li gorî nêrînên min û ya herî rast jî ew e ku rayedarên dewleta Tirk ji çareseriyê ditirsin. Hinek jî li pey feydeya xwe ne. Hinek ji wan jî ji şer û xwînrijandinê hez dikin. Xwe li ser wê xwînê jî didin jiyandin. Gelê Tirk, malbatên eskerên hatine kuştin û kesên di şeran de birîndar bûne li hember pêvajoyê sor dikin.
Rayedarên dewleta Tirk û nexasim jî Serokkomar Erdogan, gelek caran soz dane û paşê jî xwe dane hêlekê. Ji ber vê Rêber Apo her di hevdîtinên xwe de qala zagonîkirina lihevhatinên di navbera her du aliyan de û fermîkirina wan di destûra bingehîn de dike. Rêbertî diyar dike ku heya lihevhatin di destûra bingehîn de neyên zagonîkirin wê ti çareserî çênebe.
Tekez pêdivî heye ku pirsgirêka gelê Kurd û gelê Tirk bi rengekî herî rast, ji dil û can were destgirtin. Mijar azadiya fizîkî ya Rêber Apo û dewleta Tirk mafê hêviyê nade jî nîne, mijar pirsgirêka du gelan û şerekî bêdawî ye. Jixwe Rêber Apo weke ferdeki nayê destgirtin û gelerî bûye. Heya cîhanî jî bûye û di nav van 54 salan de qet rojekê jî weke ferd, pirsgirêka xwe bi dewleta Tirk re çênebûye. Parêznameyên Rêbertiyê jî ji bo hemû mirovahiyê ne. Her xwestiye ku pirsgirêkê çareser bike û dibêje, “Her hûn çi li min dikin bikin jî, hûn mecbûr in pirsgirêkê çareser bikin. Dem jî dema çareseriya aştî û biratiya gelan e.” Lê mixabin nêzîkatiyên rayedarên dewleta Tirk pir cuda ne. Di înkar û qirkirinê de israr dikin.
Jixwe gelek ji wan rayedar û serokên demê yên dewleta Tirk, her ji çareseriyê reviyane. Hinek jî gelekî bi tirs nêzîkatî raber kirine û li gorî hesabên xwe yên şexsî tevgeriyane. Hin kes jî her bi hişmendiya desthilatdariyê, nêzîk bûne û hewl dane ku bi şer, tundî û komkujiyan gelê Kurd têk bibin. Ji ber van sedeman em jî weke miletê Kurd, hew ji rayedarên dewleta Tirk bawer dikin. Em tenê ji Rêberê xwe bawer dikin. Eger Rêber Apo nebaya wê ti kesî nikarîba gelê Kurd û PKK’ê, razî bike û bide îqnakirin. Ez careke din dibêjim, divê dewleta Tirk ji Rêber Apo re spasdar be ku bi çi zehmetî û zorê ew dane îqna kirin û hin gav bi wan daye avêtin.
PKK ji bo Tevgera Azadiyê û ji bo gelê Kurd, -ji derveyî xayîn, revok û çeteyan- mijareke hebûn û tine ye. Rêber Apo bi demjimêran, rojan, mehan û salan xebitî da ku wan îqna bike. Serê xwe gelekî êşand û hemû hêza xwe ya felsefî, siyasî û bîrdozî xebitand heya ku gav bi wan dan avêtin. Ez careke din dibêjim, pêdivî hebû ku dewleta Tirk Rêber Apo spas kiriba û hema, bi lez xwe ji çareseriyê re amade kiriba. Lê mixabin rayedarên dewleta Tirk pir hesan pirsgirêkê û çareseriya wê digirin dest. Wiha difikirin ku wer bi rehetî gavên wiha avêtin. Yan jî hema bi hesanî her kes hate îqnakirin, partiya xwe ya ku weke bîrekê bi serê derziyê kolabûn ava kiribûn hema wiha fesix kirin, şer rawestandin, çekên xwe şewitandin û ji Bakur jî vekişîn.
Her wiha diyar dibe ku rayedarên dewleta Tirk hîn jî neketine cidiyeta pirsgirêka gelê Kurd û gelê Tirk. Pir hêsan nêzîkî pirsgirêka ku kor bûye dibin. Ev jî bi xwe re xeteriyê tîne. Dibe ku sibe yan jî du sibe şerekî dijwar jî were destpêkirin. Eger rayedarên dewleta Tirk ji çareseriyê re nebin ehil û xwe jêre amade nekin yan jî weke her carê çareseriyê bixetimînin, wê li xisarê bin. Dema şer dijwar bû, divê ti kes jî loman ji Rêber Apo û Tevgera Azadiyê neke. Bila Erdogan jî hesab bide. Careke din ez dibêjim Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê rast û durist dibêjin, lê yên xwe badidin û li gotinên xwe xwedî dernakevin rayedarên dewleta Tirk in. Eger careke din wiha bikin wê werin şermezarkirin û wê neyên efûkirin.




