Pirtûka “Rêwîtiya ber bi Azadiyê ve” ya Şîlan Ehmed hat imzekirin

Nivîskar Şîlan Ehmed li Baxçeyê Xwendinê ya li Hesekê pirtûka xwe ya bi navê “Rêwîtiya ber bi Azadiyê ve” îmze kir.
Li Baxçeyê Xwendinê ya li Taxa Til Hecer a Hesekê pirtûka “Rêwîtiya ber bi Azadiyê ve” ya nivîskar Şîlan Ehmed hat imzekirin. Rewşenbîr û hezkiriyên pirtûkan, digel rojnamevan û xizmên hin kesayetiyên ku di pirtûkê de cih digirin, beşdar bûn.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Piştre nivîskar Şîlan Ehmed axivî û got, “Pirtûka min li ser têkoşîna gelê Kurd a di salên 2012-13-14 û pêve ye. Weke YPJ’ê jin çawa di Şoreşa Rojava de bi rola xwe rabûn tê vegotin. Di pirtûka min de rastiya wê berxwedana bêhempa ya wan salên şerê giran kêlî bi kêlî hatiye xêzkirin û weke destaneke şehîdan e. Ez bi hêvî me ku ev pirtûk bi zimanê Kurdî jî were weşandin ji bo gel û hevalên min jî xwe di nava wê de bibînin.”
Şîlan Ehmed her wiha spasiya her kesê ku beşdarî afirandina pirtûkê bûne kir.
Di dawiya çalakiyê de, Şîlan Ehmed pirtûka xwe ji bo beşdaran îmze kir.




