Rewşa rayedarên Tirk baweriyê nade mirovan
Gaziyê şer Mazlûm Yildiz…

Li pêş çavên hemû dinyayê diyar dibe ku em weke neteweya Kurd li Rêber Apo guhdarî dikin. Rêberê me her çi biryarê bide wê tekez ji hêla me ve pêk were. Em ji Rêberê xwe bawer dikin, lê em ji dewleta Tirk bawer nakin. Ji ber her carê çîrokeke nû pêş dixe û hewl dide ku gelên li Tirkiyeyê bi wê çîrokê mijûl bike.
Bêguman divê di serî de gelê Tirk helwesta xwe li hemberî desthilatdariyê nîşan bide. Pirsgirêk çiqasî ya gelê Kurd e, ewqasî jî ya gelê Tirk e. Çareserî yek alî nabe û divê gelê Tirk jî bi rola xwe rabe. Divê gelê Tirk jî xwedî li vîna xwe derkeve, xwe rêxistin bike. Ji ber dem dibihure û em hew dixwazin ku mirov werin kuştin. Ev zêdetirî salekê ye ti mirovên Kurd û Tirk ji ber şer jiyana xwe ji dest nedane. Jiyaneke bi aştiyane û bêşer pir xweş û bedew e. Ez hêvîdar im ku gelê Tirk jî dengê me bibihîze û hişyar be.
Diyar dibe ku dewleta Tirk hewl dide bi rojevên cuda pêvajoyê sabote bike û careke din şer û tundiyê pêş bixe. Bi Komploya 15’ê Sibata 1999’an re Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate dîlgirtin û hîn jî li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Rêbertî tevî vê jî di nava têkoşîneke pir xurt de ye da ku pirsgirêkê bê xwîn bi rêyên aştiyane çareser bike.
Rêber Apo di nav têkoşîneke bêhempa de ye. Ji dil û can kar û xebateke pir xurt dike. Lê mixabin rayedarên dewleta Tirk weke her carê xwe virde wirde didin. Jixwe dewletên neteweperest yên û hegemon ên destên wan di komployê de hene hîn jî li ser kar in û lîstikên xwe berdewam dikin. Ev jî bi xwe re xeteriyên careke din rê li ber şer bê vekirin çêdike.
Ya herî rast jî ew e ku dewleta Tirk xwe ji guhertin û veguhertinê re vekirî bihêle, gavên pratîkî biavêje da ku deriyê çareseriyê vebe. Pêwîst e gavên qanûnî bên pêşxistin. Divê were zanîn ku eger li Rêber Apo guhdarî bikin wê qet wenda nekin. Ev 54 sal e Rêber Apo têkoşîn dike û diyar dike ku ji bo çareseriyê amade ye. Lê rayedarên dewleta Tirk her xwe ker, kor û lal dikin. Lê divê zanibin ku ew bi xwe ne cihê baweriyê ne. Ji ber desthilatdarî ketiye xwîna wan, mirov zêde ji wan bawer nake.
Rêber Apo her li dijî desthilatdariyê ye û em jî dizanin ku desthilatdarî her tim bi zext û zorê xwe li ser piyan digire. Em ê jî timî li dijî desthilatdariyê têkoşîn bikin, gelê xwe ji bindestan rizgar bikin. Em ê azadiya fizîkî ya Rêberê xwe pêkan bikin. Em ji bo azadiyê û demokrasiyê hene. Bila rayedarên Tirk qet xeyalan nekin ku wê me teslîm bigirin. Em ji bo azadiya Rêberê xwe û rizgariya gelê xwe hene. Eger pêwîst bike em ê bi keviran jî şer bikin. Her wiha em ji bo aştî û demokrasiyê jî amade ne.




