Kurd êdî ne Kurdên berê ne

Evîn Ehmed

Îro ji her demê zêdetir gelê Kurd nêzî serkeftin û azadiyê bûye. Lê mixabin di her pêvajoyeke ku gelê Kurd nêzî serkeftinê dibe jî xêrnexwaz û Beko Ewanên Kurdan nahêlin ew serkeftin bê bidestxistin. Di roja me ya îro de her çiqasî hewldanên van Bekoyan zêde bin jî wê negihêjin merema xwe. Gelo çima nikarin bigihêjin merema xwe? Ji ber êdî gelê Kurd bi saya felsefeya Rêber Apo xwe gihandiye wê zanebûnê ku dikare başî û xirabî, dost û dijminên xwe ji hevdu derxe. Bi saya vê felsefeyê êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Kes nema dikare wekî berê kenê xwe bi Kurdan bike, wan bixapîne û ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî û erzan bi kar bîne. Li hember her nêzîkatî û polîtîkayên kirêt gelê Kurd hişyar bûye.

Dijminan êrîş û komployên xwe li ser erdngarî û çanda Kurdan qet nedane rawestandin. Li kêleka van êrîşan xayînên Kurdan jî bi berdewamî desteka xwe ji daxwazên êrîşkar û komplogeran re kêm nekirine. Ji Enkîdo, Harpakos bigirin û xayinên Roja îro ev welê ye. Rastiyên ku îro li ser rûyê erdê rû didin, pir bi eşkereyî vê xisûsê radixin ber çavan. Rastiyek wiha heye ku eger li ser çanda neteweyekê di vê asta bilind e êrîş û reşkirin çêbûn, ev tê wateya ku qirkirina wê neteweyê ji kokê de armanc e.

Ew êrîşa siyasî û bi ziravî plankirî ya li ser hunermendê Kurd Hozan Diyar çêbû, ne êrîşeke li ser şexsê hunermendekî bû. Di şexsê hunermendê Kurd de êrîşeke li ser çand û hunera neteweya Kurd bû. Êrîşeke li ser pêvajoya aştî û civaka demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo dest pê kiriye bû. Di heman demê de ji bo astengkirina Kongera Neteweyî helwestek bû. Ew li dijî yekîtî û hevgirtina gelê Kurd  provokasyonek bû. Ev pir eşkere dide diyarkirin kesên destê wan di vê plangeriyê de hene, ti carî naxwazin êşên Kurdan bi dawî bibin. Naxwazin birînên Kurdan bêne dermankirin û kewandin. Her wiha naxwazin zarokên Kurdan li ser çand û hunera xwe mezin bibin. Ev kesên wiha ne ku  ji kuştin û binpêkirina Kurdan ilham digirin, dixwazin serê Kurdan şêlû bikin û hêviyên wan ên serkeftinê lawaz bikin.

Îro li hember gelê Kurd siyasetek pir xeternak tê meşandin. Di bûyera dawî de derdikeve hole ku di şexs hinek kesayetan de saziyên rêxistinkirî têne hedefgirtin. Çand û nirxên dîrokî yên miletekî têne armancgirtin. Di şexsê hunermend Diyar de Koma Berxwedan a xwedî kedeke nêzî 50 salî ye tê armanckirin. Di şexsê vê komê de dixwazin wî ruhê welatparêz û têkoşer ê hatiye avakirin bê bandor bikin.

Di heman demê de beriya demekê bi rojevkirina hunermend Mem Ararat jî Kom Muzîk a xwedî dîrokek 40 salî ye kirin armanc. Ev bûyerên em behsa wan dikin ne tesaduf in. Ev êrîşên bi zanebûn û plankirî ne. Yên wan êrîşan pêk tînin û didin kirin naxwazin muzîka Kurd bi bandor bibe. Naxwazin rêxistina çandî çêbibe. Bi van êrîşan dixwazin çanda Kurd qir bikin. Ev yek ji siyasetên hêzên kapîtalîst e ku dixwazin bi rêya noker û çandfiroşan çanda Kurd asîmîle bikin, çanda kapîtalîst a civakê ji exlaq bêpar dihêle rewa bikin û bi bandor bikin.

Naxwe di bûyera Hozan Diyar de mesele ne al e, ne jî hozanekî Kurd e. Mesele di şexsê hozanên Kurd de reşkirina çanda Kurd, lawazkirina saziyên rêxistinkirî ne û jinirxistina kesayeta azad û welatparêz e. Ev kesên di nav plan û siyasetên dijminan de cih digirin, ji hest û taybetmendiyên welatparêziyê bêpar mane, ji serkeftina doza Kurd û Kurdistanê heta dawî bê bawer in. Helbet bêbaweriya kûr jî misoger qelsiyek e û bîrdoziyeke ku serdestan ava kiriye. Ev yek cewher û bingehê koletiyê ye. Di vê der barê de gotinek Rêberê Gelê Kurd, Rêber Apo heye. Rêbertî dibêje, “Dijmin ne tenê ji eniyê ve hûn kuştine, ne tene dîroka we tine kiriye, ne tene derfetê jiyana we ya heyberî bi erde re kiriye yek. Dijmin hûn di kesayetê de jî tine kirine.”

Ev kesên dijminan ji bo xwe hêvî û rizgarî dibînin, bi esasî qediyane. Ji derveyî zerarê ti xêra wan ji bo gel û welatê wan nemaye. Ev nahêlin ku dara azadiyê şîn bibe, ev in kurmê darê. Lewra pêwîst e gel der barê wan de xwedî helwest be da ku dara azadiyê bê parastin.

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button