Xweparastin rêya berdewamiya hebûna mirov e
Hêvî Dêrik

Di xwezaya her zindiyekê û zindiyekî de sê fonkisyonên girîng hene: Zêdebûn, têrkirin û parastin. Niha eger em werin ser mijara parastinê, bi qasî yên din xwedî girîngî û rol e. Di hemû zindiyan de eger ev her sê hêl nebin ne pêkan e zindî karibin hebûna xwe berdewam bikin. Lewra ji bo hebûna zindiyan xweparastin şertekî bingehîn û jiyanî ye. Jixwe ji bo jiyanê di her zindiyekê/î de mekanîzmayeke parastinê heye. Mînak cureyê teyran xwe bi per û çengên xwe, diparêze; mar bi jehra xwe; jîjo bi stîriyên xwe; kosî jî bi qalikê li ser pişta xwe û di heman demê de gul jî bi stîriyên xwe xwe diparezin.
Mirov jî zindiyek e. Bêguman mekanîzmeke mirov a xweparastinê heye û ew jî bi rêya aqil pêk tê. Eger ew aqilê li ba mirovan e, baş bê bikaranîn bêguman ew ê bizanê xwe çawa ji êrîşan biparêze. Lê heke baş neyê bikaranîn wê hinekên din wî aqilî ji bo xwe bi kar bînin. Yanî aqilê wî kesî wê bibe yê hin kesên din û bikeve bin xizmeta wan. Civak jî bi heman rengî ye. Eger ew hêza xwe ya aqil neke yek û bi rêxistin neke, wê nikaribe hebûna xwe, ziman û çanda xwe jî biparêze. Ji lewra ew aqilê li ba mirovan heye pêwîst e ji bo parastina xwe û ya civaka di nav de ye baş bi kar bîne. Naxwe wê bê pelçiqandin û tinekirin.
Jin bi xwezayîbûna xwe xwedî hêz û ezmûnên mezin e. Xwedî his û pêşdîtin e. Xwedî ked û îcadên mezin e. Îcadên wê yên dîrokî îro ji bo hemû mirovahiyê bûne rêya berdewamiya jiyanê. Kapîtalîzma îro xwe wekî xwediyê şoreşa pîşesaziyê û şaristaniyê bi saya afirînerî û keda jinê ya hezarê salan e li ser piyan e.
Pergala kujer îro xwe li ser bingehê wê keda jinê mezin dike. Lê tişta mirovan nerehet dike ew e ku tenê ne hebûna wê tê inkarkirin, ked û berhema wê jî tê înkarkirin. Hemû nirxên bi destên xwe ava kirine hatine desteserkirin û jê hatine dizîn. Weke zindiyeke xwedî mafê jiyanê nayê dîtin. Hemû rojê tê bikaranîn, serkutkirin, tecawizkirin û qetilkirin. Her deqe û her saet di asta herî bilind de rastî êrîşên hovane tê.
Gelo çima evqas êrîş li ser nasname û hebûna jinê çêdibin? Çima ev hebûn tê înkarkirin? Ma gelo di şexsê jinê de ev ne dijminatiya li hember xwezaya pîroz e? Ji ber xweza li ser dualîteyê berdewam dibe. Eger îro hebûna me tê înkarkirin, ev tê wateya ku li dijî zagonên xwezayê serîrakirinek heye. Ev ji bo pêşeroja mirovahiyê metirsiyek mezin e. Ev qedandina nifşê mirov e. Ev siyaseta bi pêşengiya mêrê deshilatdar li dijî jinê bi rê ve diçe, ji serdema ku jin bi saxî dihat binaxkirin kambaxtir e.
Di roja me ya îro de hema bêje li tevahiya welatên cîhanê jî bi heman hişmendiyê, lê bi gelek rê û rêbazên cuda, her roj vîna jinê tê binaxkirin. Li kolanan di bin navê namûsê de, li ber çavên her kesî pir bi hêsanî bi guleyan tê qetilkirin. Lê ji milê deshilatê ve hesab ji kujeran nayê xwestin. Îro ev rewşa em behsa wê dikin li Sûrî, Misir, Hindistan, Pakistan, Efxanistanê û hwd. li piraniya welatên cîhanê tê rû dide.
Helbet ji bo pêşî li van bûyeran bê girtin, pêwîst e jin xwe bi rêxistin bike, hêza xwe ya parastinê ava bike û bi hêz bibe. Eger em bala xwe bidinê, hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê destûr nade jin xwedî hêzeke parastinê bin. Hişmendiya ferz dike ew e ku jin bê parastin be. Eşkere diyar dibe jinê wekî zindiyekê nabînin. Lewra ji mafê wê nayê dîtin ku xwedî hêzek parastinê be. Ji ber eger hêza jinê ya parastinê hebe, wê kujerê kastîk nikaribe deshilatiya xwe bi rê ve bibe.
Di civakê de ji ber zindiya herî zêde tê înkarkirin û mafê wê tê binpêkirin jin e, pêwîst e jin jî ji her kesî zêdetir mekanîzmaya xwe ya parastina hebûna xwe xurt bike. Di encamê de, dema hebûnek yan jî hêzek ji bo îmhakirinê êrîşê dibe ser hebûneke din, mafê wê hebûnê heye ku serê xwe hilde û li ber xwe bide. Ew hikûmeta mêrsalar dibêje, nabe ku parastina jin li Rojavayê Kurdistanê hebe. Li gor vê mafê jinan jî heye ku rabin ser xwe û qiyametê rakin. Pêwîst e jin bêdeng nemîn e. Divê jin ti caran li bendê nemîne ku wê rojek were û hinek dê mafê wê bidinê. Pêwîst e neyê jibîrkirin ku azadî nayê xwestin, tê wergirtin. Azadî bi têkoşînê, rêxistinkirinê, berxwedaniyê û ya herî girîng jî bi parastinê pêkan dibe.




