Mirov bi welatê xwe re bikene û dilşad bibe

Berê xwe dabû ber bi rojê ve û dikeniya. Destên xwe rakiribûn û dikeniya. Bi vî kenê xwe bi her kesî re dipeyivî. Çavên her kesî li ser wî bûn bê ka wê çi bêje. Lê her kes bi wê hesretê ma. Dûr ket û nepeyivî. Her kes hê jî lê digerin pirs dikin. Hê jî bi hesret in ku wî careke din bibînin. Ew li ser destên xwe kirin kevokek aştiyê û ew ber bi roja azadiyê ve rêkirin. Mirovek bû, lê weke ferîşteyan dijiya. Weke zarokekî ku bixwaze her tiştî bibîne jiya. Bi zarokan re dikeniya, bi ciwanan re heval bû, bi mezinan re mezin bû. Ew di şerê xwe de jî rêveber bû. Di sekna xwe de pêşeng bû. Di her aliyê jiyanê de mînak bû.
Ew xwedî kesayetiyeke rêveber bû. Ji her tiştî re pêşengî dikir. Bi şev û roj xebat dikir, ji jiyanê hez dikir. Bi awayekî xwezayî xwe bi her kesî dida hezkirin. Bi rojê re dikeniya û her kes bi rojê re dikenand. Ji welatê xwe hez dikir. Her dem xwedî kesayet û îradeyek mezin bû. Ji çiyayên Kurdistanê dernediket. Li hemberî dijmin, xayîn û zordaran disekinî. Rêberekî mezin ê Hêzên Parastina Gel bû. Ji şervanan qet dûr nediket. Di nav hevrêyen xwe de dihat hezkirin. Ji ber wê jî her dem dixwest biçe ber bi çiyayên Gabar û Zagrosan, cihê azadiyê û hezkirinê, cihê mirovahiyê û hêviyê. Berê xwe dida cihê Egîdan, cihê hevalê Egîd lê mabû, cihê bêhna Egîdan jê dihat.
Di destpêkê de xwendevan, fûtbolvan, folklorvan û siyasetmedar bû. Piştre bû fermandarekî mezin. Ji gerîlayan re pêşengî kir. Her dem ji bo gel û hevalên xwe jiya. Di dawiyê de li ser rûpelê dîrokê bi xwîna xwe ya sor nivîsand qehremaniya Apoyiyan. Nivîsandibû ku wê dîrok li rastiya xwe vegere û wê di nav de weke lehengekî cih bigire. Berê xwe da roja ku ji bo azadiyê diteyise û ew silav kir. Silav da Egîdan û Mahîran dest dan hevdu û ber bi Rêberê Neteweyî ve çûn.
Ez ê berê xwe bidim rojê
Ji bo ku tîrêjên te bibînim
Li ber banga sibehê
Ez ê navê te binivîsim
Şev û rojan li te bigerim
Ey hevalê mezin Erdal
Em ê careke din li 15’ê Tebaxê vegerin
Soz didim ez ê her dem li ser
Rêya te bimeşim
Hevrêya wî ya têkoşînê




