XWEZA ÇIQAS MUHTEŞEM E!..

Cûdî Cizîr

Xweza mamosteya mirov e. Mirov şagirtê xwezayê ye. Bê xweza mirov hebûnek bê hêz e. Ferd û civak bi xwezayê re heye. Bi gotineke din, mirov û xweza weke du beşên girîng ên gerdûnê hev temam dikin. Xweza azadiyê di nav xwe de dihewîne. Mirov çawa zimanê xwezayê pênase bike, dengê wê çawa qîr bike, bedewî û aramiya wê bi kîjan hevokan pênase bike? Xweza bi gotinek tenê muhteşem e. Di nav xwezayê de mezinbûn mirovan azad dike. Dibe ji ber vê yekê be gelê Kurd û Tevgera Azadiyê evqas ji xwezayê  hez dikin.

Xweza bi hesta dayikekê fêr dike û mirov hembêz dike. Bê  xweza û bîrdozî jiyan nabe. Ya jiyanê bi wate û balkêş dike xwezaya paradîgma me ye. Yani paradîgmaya me tevahî xwezayê hembêz dike. Bi qasî em paradîgmayê jiyanî dikin wate û nirxa jiyanê û xwezayê heye. Di felsefeya Rêbertiyê de azadî, rûmet, hevaltî, wekhevî, hezkirina xwezayê, ango hemû tiştên jiyanê azad dike hene. Rastiya Rêbertî û felsefeya Rêbertî xwezaya jiyana azad e.

Bê xweza jiyan nabe. Bereket û zindîbûna xwezayê bê  xweza nabe. Jiyana bêxweza, bêbîrdozî, bêrêxistin, bêtêkoşîn û bêhezkirin nabe. Ji ber vê divê xweza ango ev bîrdozî têr were vexwarin û cewherî bibe.  Wisa mirov dihizire ku ya jiyanê bi wate, xweşik û mirovan azad bike ev felsefe ye. Bûna dostê xwezayê pir xweş û watedar e. Xweza û jiyan, mirov û jiyan, dem û mirov bûyera enerjî ya her tim hev xwedî dikin e. Qet tiştek bi tena serê xwe çênebûye û nemiriye. Her tim bi diyardeyên hevxwedîkirinê pêşketine.

Kesên şoreşger bi paqijiya zarokekê nêzî xwezayê dibe. Divê mirov spasdarê xwezayê be. Guhertin û xweşikbûnên xwezayê ava kirine bandorê li ser jiyana mirov a madî û manewî dike. Mirov bi xweza û derdorê re di nav parvekirinekê de ye. Di xwezayê de rengekî hevpar heye. Heman demê xweza gelek caran bûye sedema êşên mezin, gelek caran jî bi xweşikbûna xwe di tevahî cihanê de bi nav û deng e. Dixwazim bibim misqaleke parastina xwezaya Kurdistan ku xwezaya Kurdistan di bin desthilatdaran de dinale.

Li xwezaya xwe xwedîderneketin, dev ji dîrok û çanda xwe berdan e. Me pêwîstî bi vegotina rastiyên xwezayê dît. Ax dixwaze bigîrÎ, di roja me de pergaleke hikûm li ser xwezayê dike heye.  Zaroka xwezayê îro bûye cinawerê xwezayê. Welatê me yê xwezaya xwe ya tijî berxwedan û têkoşîn rê ji jiyana azad re vedike. Welatê me  Kurdistan, xwediyê bêhna sorgulan e. Kurdistan bihuşta xwezayê ye.

Bêguman her kes nikare bibe dostê xwezayê. Ax hezar ax  er roja ku diçe xwezaya welatê me hinek din dimire, lê agahiya ti kesê jê nîne. Îro zaroka xwezayê dayika xwe red dike û dikuje. Mirov her ku xwezayê di rihê xwe de hîs dike zêdetir ji pergala kaptalîst nefret dike. Di esas de modernîteya kapîtalîst bi talan û şêlandinê nêzî xezayê dibe. Em nikarin di roja xwe ya îro de hilweşîna exlaq û wijdan ji nêzîkatiya mirov a ji bo xwezayê qut bigirin dest. Îro jî li meydanên welatê me şerê exlaqê civaka xwezayî û şerê civaka desthilatdar heye.

Em rastiya welatê xwe, bêxweza nikarin pênase bikin. Lewma welatekî bêxweza nikare hebûna xwe bidomîne. Dê ji belavbûyin û jiholêrabûnê nikaribe xwe rizgar bike. Lewra em dev ji axa dayik û bavan bernadin. Canê  me û rihê me di nav agiran de bê şewitandin û xwîna me bê ziwakirin jî em naçin ti derê. Xwezayîbûn mirovan dibe çavkaniya hezkirinê û heta dibe asta azadkirinê. Xwezaya me hebûna me ye, xweza çiqas muhteşem e. Sonda me ya heke mirineke me hebe, wê ji bo bedewîya xwezaya welatê me be!

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button