Yekbûna gelê Kurd a li Rojava bû çavkaniya yekîtiya tevahî Kurdistanê

Lava Eyo

Yekîtiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bû parastina rûmeta neteweyî û bandora xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê û Kurdên li dîasporayê jî kir. Yekbûna gelê Kurd a li Rojava bû çavkaniya yekîtiya tevahî Kurdistanê. Bala hemû mirovahiyê kişand ser vê yekîtiya hemdem a li rûmeta xwe ya mirovî û neteweyî xwedî derdikeve. Weke ku îro li Sûriyeyê û  Rojava li ser pêvajoya entegrasyona demokratîk a di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta veguhêz de tê nîqaşkirin, tê gotin ku wê yekîtiyeke li ser bingehê leşkerî û siyasî were pêkankirin.

Di navbera hêzên li ser erdê û saziyên dewletê de nîqaş bihevrebûn zêde dibin. Ne tenê prosedureke teknîkî ye ku bi yekkirina odeyên operasyonan an jî saziyên îdarî ve sînordar be. Di cewherê xwe de ezmûna vîna cidiyeta aliyan e, di avakirina peymaneke civakî ya nû de. Her peymanek ku daxwazên gelê Kurd paşguh bike yan jî ser fedakariyên wî re baz bide, dê peymaneke lawaz be ku ji rewatiya gel û berdewamiyê bêpar be.

Yekbûna rastî ya em weke neteweya Kurd li Sûriyeyê lê digerin, jî ew e li ser van hîmên sereke û yên mafnasiyê tê avakirin e. Yekem hêman jî ew e ku xelkên niştecih ên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji ser xaka xwe bi darê zorê hatine koçberkirin vegerin ser xak, mal û milkên xwe. Hewce ye ewlehiya jiyana wan bikeve bin garantiyê. Mirov nikare behsa îstîkrara giştî yan yekbûna rastî bike, heta ku beşên hêja ji erdnîgariya me ya Rojavayê Kurdistanê weke bajarên kevnar ên heya vê kêliyê jî di bin serweriya çeteyên tundrew de ye.

Hîn jî dema ku xelkên Efrînê vedigerin gund, bajar û ser zeviyên xwe bi tirs in. Hê jî destdirêjî li ser wan û milken wan tê kirin. Jixwe niştecihên bajarê resen Serêkaniyê (Weşûkanî) jî derfet ji wan re nehatiye dayîn ku vegerin ser malên xwe. Hîn jî xelkên wan bajaran di bin zext û zordariyê de ne û mafê wan tê binpêkirin. Xelkên wan bajaran ji her mafên xwe yên jiyanê mehrûm in û di nava wan çadiran de her cure zehmetiyan dibînin.

Têkildarî vegera niştecihên wan bajarên resen ên me li jor jî qala wan kir, tekez beriya her tiştî ewlehiya jiyana wan divê were misogerkirin. Pêwîst e xelk bawer bike û wiha vegere warê xwe yê dayikê. Ewlehî jiyaneke bi rûmet e. Vegera li cihê xwe jî wê hîn zêdetir bi wate û rûmet be. Vegera niştecihên, resen li ser mal û milkên xwe, têkbirina hemû polîtîkayên guhertina demografîk û sîstematîk e. Ne tenê daxwazên komî ne, pîroziyeke neteweyî ye. Her wiha û şertekî bingehîn e ji bo serkeftina her pêvajoyeke siyasî. Xweseriya xwecihî jî wê bi vegerandina xak, milk û malên kesên mafdar yên xwecihî ji xwediyên wê yên rastî re dest pê dike.

Em weke xelkên herêmê gelek tiştên tên kirin pesend nakin. Ya em dibînin yan nefêmkirin e yan jî xwesteka nefêmkirinê ye. Jixwe beriya demekê dadwerên girêdayî hikûmeta veguhêz, li bajarê Qamişlo xwestin dadgehê bigirin dest xwe! Ev jî dide nîşandan ku îtîrafê bi dadwerên me yên 13-14 salan nakin û hewl didin dada me jî li gorî xwe tayin bikin. Ev jî dibe ji derveyî mafê gelên herêmê û mafê wan ên xwerêvebirine. Lê niha rewşa me Kurdan mijara gotinê ye. Eger entegrasyoneke demokratîk heye, divê mafên me neyên binpêkirin û rast werin destgirtin. Naxwe wê rewş wiha neçe serî.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button