KED JIYAN Û AZADIYA MIROVAN E
Cûdî Cizîr

Cejna Karker û Kedkaran 1’ê Gulanê, ango Cejna Karker û Kedkaran bi taybet li tevahî şoreşger û karkêrên Kurdistanê pîroz dikim. Kesên têkoşîna azadiyê didin û bi kedê mezin dibin, kesên xweşik in. Ked û fedakarî felsefeya jiyana mirov dihûne. Ma qey ji kedê bi rûmettir tiştek heye? Ma ne Rêber Apo di Parêznameyan de dibêje ‘ked azadî ye.’ Ev gotin ji bo me pîroz û rêgez e! Ked jiyan e, azadiya mirovan e.
Ked rastî ye, jiyan û azadiya mirovan e. Her wiha fêrbûna jiyana rast e. Kar, xebat û keddayîn jiyan e, pêşketin e, azadî ye, yekbûn û gihiştina pêşerojek azad e. Ji lewra Rêbertiya me dibeje ku ked azadî ye. Rêber Apo kedeke dîrokî da. Bi keda xwe, navê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand. Bi kedê jiyanek nû bi me da zanîn, em heta bijîn, em ê deyndarê keda Rêbertî û Şehîdan bin. Li Kurdistanê keda lehengan berhem digire.
Eger mirov xwedî têkoşînek rast be, têkoşîn mirovan bedew û balkêş dike. Lewre azadî diyardeyeke bi ked û bi têkoşînê tê bidestxistin û ji vê hêlê ve diyardeyeke pir berdêlan dixwazê.
Mamostayê keda mezin! We çawa di nava çar dîwarên zindanê de vîna azad afirand. Belê, Mamostayê jiyana azad! Ma ne navê azadî, bi kedê we saz kiriye? Û ev navê we bi xwe ye. Ez naxwazim li ser we pir tiştan bêjim. Ji ber ku gelê bindest we baş nas dike, dizane hûn mirovek çiqas xwedî keda mezin in… Belê, bi keda şervan û şagirtên Apoyî, bi hêza azadiyê li cîhanê taybet li Kurdistanê xwe dide nîşandan. Bê ked jiyan, pêşketin, fêrbûn, serkeftin, azadî û rûmet nayê bidestxistin.
Rêber Apo bi ked, hezkirina mirovan û hevaltiya şoreşgerî, di pratîka mirovan de xwe da nîşandan. Hezkirin, bi ked û di rewşên zor û zehmet de tê afirandin. Kar û keddayîn ne bi tiştan, bi manewiyata mirovan e. Mirovê pêş dikeve dikare li ser xeta milîtaniyê bimeşe. Mirovê cahil nikare bikeve xeta milîltantiyê û di nav şoreşê de zemîna xeteriyê ye. Di nava Tevgera me de mirov dibe milîtanek kedkar, her dem mirov bi keda xwe mezin dibe. Mirov dizane ji bo çi ked dide. Kesên Apoyî di sekna xwe de weke mînaka lêgerîna pîvan û xeta azadiyê ne. Ji bo wê dengê me bûye tirsa dilê xayîn û kedxwarên welatê me. Ked ji aliyê hişmendiya serdest ve her tim hatiye înkarkirin û vala derxistin.
Her mirovên li dijî kedxwarî û zordariyê ked dabin, weke milkê hemû mirovahî tên dîtin. Berhema keda mirov, xebat û hewildanê mirov bi aqil û hestê asta jor tên strandin. Belê, jiyan bi keda şoreşger û sosyalistan herikî û îro jî diherike nava deştên azadiyê. Dema ku em pirsek bikin û bêjin; “Hebûna mirovan ji çi tê?” Tişta bê bîra me ew e, keddayîn, mirov dike hebûnek zindî û hebûna navê hemû mirovahiyê bi xwe ye. Bi xebata mirov, bi keda mirov berhemê jiyanê tê afirandin. Pîroziya kedê, pîroziya xebatên mirovan ji vê bingeh ve dest pê dike. Hezkirina bi kedê tê strandin dibe dîrok, ev di jiyana mirov de şopên kûr û watedar dihêle. Her tiştên em bixwazin xweşik be divê bi hev re, bi ked û xebat bê dayîn.
Ma jiyan ji xebat, ked û parkirinê pêk nayê û xweşik nabe? Evîn û azadiyek bê ked, bê berdêl mahkûmê rizîn û binketinê ye. Kurdistan cihê keddayînê ye, bêkedbûnê qebûl nake. Ked û hewla ji bo azadiyê tê dayîn pîroz e. Coşa jiyana Apoyiyan bi vê pîroziyê di lûtkeyan de ye. Di encama kedên mezin de bi hemû eşkerebûnê ve gelê Kurd danî holê ku bê Rêbertî jiyan nabe û vîna me ya siyasî Îmralî ye. Di dawiya gotina xwe de serkeftinê ji kedkar, karker, sosyalîst û şoreşgeran re dixwazim. Hemû hevrêyên xwe re yên têdikoşîn û ked didin silav û pîroz dikim.




