Divê em karibin bi jinê re hevaltiya rast bikin
Karwan Kobanê

Heke şer û ceng yek care ba wê bihata fêmkirin ku şer bû hate kirin û derbas bû. Lê şer bûye berdewamî. Ji ber hişmendiya şer li ser dijberiya jin û civakê dest pê kiriye. Heya dewlet û hişmendiya xwe hebin tekez wê şer jî her hebe. Wê weke gefekê be, li ser serê civakê û jinan. Ez çima jinan jî lê zêde dikim? Ji ber qurbanên yekem jin in. Weke dirêjahiya hawirdora jinê jî yên herî nêz zarok in.
Zarokên ku ne hêz û ne fizîka wan dest dide ku xwe biparêzin, jinê bi canê xwe parastina wan kir. Ji bo wan fedakarî kir û em hîn jî wê fedakariya jin dayikê dibînin. Em hemû jî xwedî dayik in û em dibînin bê çawa dayika me rojane ji bo me ked dide.
Pêwîst e em weke civak têkoşînê li hemberî wê hişmendiyê bikin. Mêr jî beşek ji vê civakê ne. Eger jin di dirûşmên xwe de dibêjin, “Azadiya zayendî û azadiya civakê ye” naxwe mebesta wan mêr e jî. Divê mêr jî baldar bin û li hember zilmê dengê xwe derxin.
Em hemû jî dizanin bê mêrên desthilatdar çi tînin serê jinan û wan çawa û bi çi rengî diçewisînin. Ya girîng jî ew e em li hemberî zîhniyeta mêrperest têkoşîn bikin. Divê em karibin bi jinê re hevaltiya rast bikin.
Hevaltiya rast ew hevaltiya ku mamoste û zanyarê mezin Abdullah Ocalan qala wê dike ye. Eger em wekî Rêbertî behs dike tevbigerin, tekez em ê serkeftî bin. Hewce ye em wê hişmendiya xwe ya kevnar çareser bikin û em bibin mêrên demokrat. Divê bi hev re li hemberî şer û tundiyê serî rakin û çalak bibin.
Dem hatiye ku em têkoşîna pêş bixin. Divê em xwe ji refê pergala merê serwer veqetînin û derbasî refê jinên azadîxwaz bibin. Ji bo em pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi ser bixin divê ji her demê bêhtir em bixebitin.



