Efrîn bajarê berxwedanê
Nivîsa Şehîd Azadî Helebce...

Efrîn ava zelal. Ew herêma ku dîroka wê digihêje hezaran salan. Her tim bi xwezaya xwe ya mirov dibêje ku bi destên xwedawendan hatiye neqişandin bedew e. Timî bûye hedefa stratejîk a dagirkeran ji împaratoriya Akadan, Asûran heya dewletên netewe. Gelê Efrînê her dem li ber xwe daye. Li bin her darekê, li ber her çemekî, li serê her lûtkeya çiyayekî, ji her qûrmîçekên rûyê pîrekê, bişêrîniya zarokekê, xemgîniya li ser rûyê ciwanekî tê vegotin ku çendî êş û azar jiyaye. Hemû çîrokên berxwedaniyan vedibêjin.
Sala 2011’an hêzên hegemonîk di bin navê bihara gelan de, ketibûn nav hewldanan. Ji Tûnisê, Lîbyayê heya Sûriyeyê livûtevgereke zêde hebû.
Lê gelê Efrînê mîna hemû gelên Rojava biryar dabû ku wê nebin amûrê ti hêzan û bi awayekî xweser bi felsefeya Rêber Apo, di pêşengiya jinan xwe bi rê ve bibin. Lê dewleta Tirk bi pişgiriya hêzên sermayeparêz berê êrîşan da Efrînê. Sala 2018’an xwedayên şer li hev civiyabûn û rê dabûn dewleta Tirk ku êrîşî Efrînê bike. Gelê Efrînê û şervanên wê destanên berxwedanê nivîsandin. Avesta Xabur, Barîn Kobanê û bi dehan lehengên ku gotin ‘Eger dijmin li ser laşê me re jî derbas bibe em ê li ber xwe bidin. Bi dehan balafirên şer Efrîn bombaran dikirin.
Berxwedana li hember dagirkeriyê 58 rojan bênavber dewam kir. Efrîn bû qiblegeha berxwedanê ji hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re. Ji çar aliyên Kurdistanê û welatên cîhanê, şoreşgeran ref bi ref berê xwe didan Efrîna bajarê berxwedanê. Ji bo bibin şahîdên wê berxwedana efsaneyî û di nav de cih bigirin bi rola xwe ya dîrokî rabûn.
16’ê Adara 1988’an komkujiya Helebceyê pêk hat. Hovên desthilatdar plan kiribûn ku dîsa dîroka komkujiyê dubarê bikin.
16’ê Adara 2018’an dewleta Tirk êrîşên hovane pêk anîn. Zarok, pîr, ciwan neçarî koçberiyê kirin. mirovan li ser rêyan û di nav çolan de bi zor û zehmetê xwe gihandin herêma Şehbayê . Konên koçberiyê li wê çolê danîn. Ew gel her tim li Şehbayê jî dibû hedefa bombebaranê dewleta Tirk. Her roj ji roja berê bi zehmetir derbas dibû. Birçîbûn, serma, kela havînê û dorpêça ji milê hikûmeta Sûriyeyê dewam dikir.
Lê gelê Efrînê li hemberî her cure êrîşan li ber xwe dida. Ji şervanan dipirsîn, “Em ê kengî vegerin Efrînê?”
Çeteyan 27’ê Mijdarê bi hovane êrîşî Şehbayê kirin û komkujî pêk anîn. Bi dehan sivîl dîl girtin, jin, ciwan, pîr û kal bi awayekî hovane êşkence dikirin. Dîsa gel neçarî koçberiyê bûn û berê xwe dan Rojhilatî Firatê. Niha jî kîjan çirokbêj dikarê êşên wan vebêje? Kîjan rojnamevan dikare rewşa wan ragihîne? Wê ji kîjan çîrokê peyv biherikin? Na… wê lal bibin ziman… Peyv wê ji nav lêvên mirovan birevin.
Bila her kes bêdeng bibe û çîrokan ji wan guhdar bikin!.. Wê ji kîjan rêwîtiyê dest pê bikin? Bila ew kesê ku xwe û hevjîna xwe bi destên xwe dikuje da ku neyên dîlgirtin, ew dayîka ku zaroka kuştî li Şehbayê dihêle û dikeve rê, ew zarokê ku malbata xwe winda kiriye… Ew şervanên ku dîl hatine girtin û çete dixwazin wan bi hovane neçarî teslîmîyetê bikin, ew pîrên ku dibêjin “Heya Qendîlê jî me koçber bikin em ê li ber xwe bidin”, bila ew êş û berxwedaniya ti hêz nikare eşqa azadiya di dilê wan de razîne vebêjin. Bila bibe ramana ku bi tîrêjên rojê rê hatiye hûnandin… Bila bi ava jiyanê rê bêrawestan biherike…
10\12\2024




