Divê mirov derfet nede xêrnexwazan
Asya Weşûkanî

Jinên Kurd her di nava hewldanan de ne ku bibin xwedî, roleke sereke di çareser kirina pirsgirêkên xwe û civakê de. Ji bo cîhana xwe ji desthilata zilamê serwer û kujerê kastîk rizgar bikin û bibin hevrêyên Rêber Apo têkoşîn dikin. Her wiha ji bo ku erk û peywirên ji wan re hatine sipartin pêk bînin, şev û rojên xwe dikin yek. Jixwe divê ji hêla hemû civakê ve were zanin ku jinan gelek zor û zehmetî ji destê pergala zilam ya xwedî hişmendiya kevnar û destpot dîtine. Hew dikarin ji vê zêdetir tehemûl bikin û serî ji wan kujerên kastîk re bitewînin. Dem jî ne dema sertewandinê ye. Pêwîst e destpêkê jî jin serî hildin û hew zilmê qebûl bikin. Têkoşîna Tevgera Jinên Kurd ne kar û xebata çend salan e. Dema Rêber Apo dest bi têkoşîna xwe kir her weke cêwiyê civaka Kurd dest bi têkoşîna rizgariya jinên Kurd jî kir.
Rêbertî ji her demê zêdetir jî xebata xwe ya rizgariya neteweya Kurd û jinan dike û dibêje ku ti tiştek nikare li hember bibe kelem û astengî. Rêbertî bang li her kesî dike ku têkoşîna xwe weke komîn li dijî zilm, zordarî, tundî û serdestiya pergala tundrew û kujer pêş bixe û dawiyê li hemû curê şer û tundiyê bîne.
Rêber Apo diyar dike ku dem dema aştî û çareseriya demokratîk e û divê her kes bi rola xwe rabe. Ji bo em karibin dijminê şerxwaz û tundrew têk bibin, mirovahiyê ji hêzên dirinde û tundrew rizgar bikin, divê em bêteredut berxwedanê pêş bixin. Pêwîst e were zanîn ku hîn jî em di nav lepên qirkirinê de ne. Hewce ye em bi dest û neynûkan xwe ji nava wan pencên qirkirinê rizgar bikin. Ew jî wê bi yekîtî û hevgirtineke rêxistinî pêk were. Bila ti kes xwe nexapîne û nebêje em ji nav wan pencên hesinî rizgar bûne.
Hewldan û hêviyên ji bo yekîtiya Kurdan di wê pêvajoya dawî de zêde bûne. Lê yekbûn li ser pirên xerabbûyî çênabe. Divê em bi fikir, hest, wijdan û pratîka xwe bibin yek û ti hêz nekeve navbera me. Li her parçeyên welêt li hember gelê Kurd pir lîstik hene. Dagirker û hevkarên wan ciwan û zarokan bi kar tînin.
Car caran dema mirov li nûçeyên fermî temaşe dike mirov şaşwaz dibe. Rayedar diçin cem hev û wêneyan bi hev re dikişînin. Lê hinek caran mirov dibêje qey hakimiyet li ser hêzê nîne. Nexasîm jî di hêla pergala Sûriyeyê de ev rewş şênbertir e. Eger aliyê Kurd jî li ser hêz û alîgirên xwe ne xwedî hakimiyet be gelo wê rewş çawa be? Ez weke kes di wê baweriyê de me ku aliyê Kurd û aliyê hikûmeta veguhêz jî şer naxwazin. Lê hêzên cuda dixwazin şer û pevçûnan çêbikin û lewma serî li provokasyonan didin. Karê îro di navbera hikûmeta Sûriyeyê û hêzên HSD’ê de tên kirin însanî ye. Gelek hêzên xêrnexwaz û dijmin hene ku ketine nav hewıldana ku wan her du aliyan lı hemberî hev sor bikin.
Ez wer difikirim ku ew kesê ku ala Sûriyeyê li Kobanê daxist ji aliyê hinek kesên xerabkar ve hatibû sorkirin. Tekez divê hesab ji yên ku wiha kirin were xwestin. Her wiha pêwîst e ji kesên li Efrînê xerabî kirin jî hesab bê pirsîn. Ev ji bo ji niha û şûn ve ti kes li ser navê aliyan tevliheviyê çêneke girîng e. pêwîst e mijara dîlgirtiyan jî tavilê were çareserkirin.
Bêguman pêvajoyên şer giran in, lê pêvajoya aştî û entegrasyonê girantir û hesastir e. Ji ber hêzên şerxwaz ên ji xwînê xwe xwedî dikin, bi her awayî dikarin xerabiyan bikin. Divê mirov haj li wan hebe. Divê mirov destûr nede ew kes û hêz bibin sedema alozî û pevçûnên nû. Entegrasyon ji bo her du aliyan jî gelekî bi feyde ye. li ser vî bingehî wê gelên Sûriyeyê bi aramî pêkve bijîn.




