Dawiya Sykes-Picot… Rojhilata Navîn ji nû ve ji dayik dibe
Serhildan Hesekê

Di cîhana siyaseta navdewletî de, tu tişt bi tesadufî nabe, û tu tişt bi serê xwe namire. Ev hilweşînên lezgeş ên rejîmên ku me her tim bawer dikir “mayînde” ne, ne tenê tevlîheviyeke berwext e, lê belê êşa dawî ya bidawîbûna peymana “Sykes-Picot” e. Ew peymana ku sînorên herêmê beriya sed salî bi pênûs û rastkêşê xêz kiribûn, êdî nikare daxwazên gelan bihewîne an jî hewcedariyên “hêzên mezin” dabîn bike, yên ku niha Rojhilata Navîn li gorî pîwerên sedsala 21’an ji nû ve endezyar dikin.
Hilweşîna navendîbûnê û rewayiya “amûran”
Di nava sed salan de, herêm di bin desthelatdariya “dewleta navendî” de jya, ya ku hewl dida netewe û mezhebên cihêreng di qalibekî bi darê zorê de bihelîne. Îro bi zelalî derdikeve holê ku ew dewlet tenê “proje” an jî “peymankarên” (مقاولات) stratejîk bûn ku ji bo erkên diyarkirî hatibûn wezîfedarkirin. Dema ku erk bi dawî dibe, peymankar jî dikeve.
Ketina rejîman û hilweşîna artêşên klasîk di nava çend rojan de, ne şikestinên leşkerî yên bi wateya kevneşopî ne, lê belê “valakirina şanoyê” ye. Rola “peymankarê kevin” ê ku êdî nikarîbû rîtmê kontrol bike bi dawî bû, û li şûna wî rû û amûrên nû hatin girtin ku rewayiya navdewletî werdigirin, ji ber ku ew xwedî “şiyan” in ku erkên pêwîst di vê qonaxa krîtîk de pêk bînin.
Nexşeya nû: Hêza axê, ne hêza kaxezê
Em ne tenê şahidiya hilweşîna sînoran dikin, lê em şahidiya jidayikbûna “polên herêmî yên xurt” dikin. Hêzên navdewletî fêm kirin ku aramiya rastîn li herêma Mezopotamyayê pêknayê, nexbe bi rêya pêkhateyên ku xwedî îdeolojiya neteweyî û yekbûna erdnîgarî ne. Ji vir de, projeya “Kurdistana Mezin” wekî stûneke stratejîk a neçar derdikeve pêş; ne tenê wekî xewneke neteweyî, lê wekî “sîgorteya ewlehiyê” ya jeopolîtîk ku xwedî çavkanî û avê ye, û wekî hevalbendekî stratejîk di pergaleke herêmî de ku ji hêla “Îsraîla Mezin” ve wekî polekî teknolojîk û leşkerî yê bêhempa tê birêvebirin.
Hêzên veşartî û endezyariya pêşerojê
Yê ku dîmenê ji “pişt tozê” dişopîne, fêm dike ku tiştê diqewime ne şoreşên xwebexş in, lê belê “ji nû ve eyarkirina” deqîq a kumpasê (pusle) ye. Hêzên veşartî yên ku cîhanê bi rê ve dibin, ne bi motîvên exlaqî, lê bi motîvên berjewendiyan tevdigerin. Ew “Kurdistana Mezin” ava dikin da ku neynûkên hêzên klasîk (mîna Îran û Tirkiyeyê) yên ku xwestin ji çarçoveya wan derkevin, jê bikin.
Em îro li pêşberî rastiyeke nû ne; ku erdnîgariya siyasî dibe bin fermana yê ku xwedî “hişmendî” ye, ne yê ku xwedî “hejmar” e. Dawiya Sykes-Picot bi zelalî tê wê wateyê ku “rewayî” êdî ji naskirina navdewletî ya kevneşopî ya rûxandî nayê girtin, lê ji hêza meydanî tê girtin ku xwe wekî rastiyek (Amra waqî’) ferz dike.
Encam
Rojhilata Navîn ji nû ve ji dayik dibe, ne di korîdorên Neteweyên Yekbûyî de, lê li Çiyayên Qendîlê, di qadên şer de, û di odeyên biryardayînê de ku nexşeyên pêşerojê lê tên xêzkirin. Ev serdemeke nû ye ku tê de cih ji bo qelsan an ji bo pêkhateyên fonksiyonel (wazîfî) yên ku dema wan derbas bûye, nîn e. Em li ber dergehê qonaxeke dîrokî ne; ku her tişt tê de ji nû ve tê xêzkirin, û divê xwediyên dozê lîstikvanên çalak bin, ne tenê amûr bin di lîstikeke bêrehm de.



