Têkoşîna ji bo jiyana bedew û azad wê berdewam bike

Qehreman Têkoşer

Weke netewe bi saya ked û têkoşîna mezin a Rêber Apo, em ji hişmendiya kevnar rizgar bûn û me xwe nas kir. Ji vir û şûn ve jî her çi dibe bila bibe wê tevahî gelê me û xaka welatê azad bibe. Kesên li pêşiya vê bibin kelem jî wê di nava çirava xwe de bifetisin.

Cihgirtina di nav Şoreşa Rojava  ji bo her hevalekê/î gaveke pir nû û dîrokî bû. Dema behsa  Şoreşa Rojava tê kirin berxwedana destanwarî di hişê mirovan re derbas dibe. Mirov ji vê berxwedanê û wan berxwedêrên hêja bandor dibe.

Dema mirov qala wê têkoşîn û qehremaniyê dike, tekez divê mirov qala wan pakrewan û şehîdên çeleng jî bike. Wan lehengan ji bo me canê xwe dan. Wan şêrejin û mêrxasan bi kelecaneke pir mezin ya şoreşê ji bo azadiya welat şer kirin. Navê xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsandin. Bi şer û cenga xwe hêvî dan ku wê serkeftinê misoger bikin.

Bi hezaran hevalên wan ên gaziyên şer û gel jî bi dil û can ala wan lehengan bilind dikin. Şerê Rojava li ser vî bingehî bû Şerê Gel ê Şoreşgerî.

Tevahî axa Rojava bi xwînê hate avdan. Gelek êş û azar hatin kişandin. Lê berxwedana gelê Rojava ji tevahî gelên cîhanê û mirovahiyê re bû mînak û destpêkek nû. Vê berxwedanê vîn, girêdan, hezkirin û baweriya me xurttir kir.

Ev dijminên me li hember wan şer kir hov û qirêj in. Dixwestin qirêjiya xwe jî li her derê belav bikin. Şervanên rûmetê yên YPG û YPJ’ê li hember wê hovîtiyê sekinîn û pêşî li belavkirina wê qirêjiya bêexlaq girtin. Ev têkoşîna ji bo jiyana bedew û azad hîn jî berdewam dike.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button