Li dijî planên qirkirinê yekane rê berxwedan e

Zarîn Kobanê

Di ser tevkujiya Qamişloyê re 22 sal derbas bûn, lê hîn jî êrîşên îmha û tinekirinê  berdewam dikin. Rejîma Sûriyeyê ya nû jî bêyî di siyaseta xwe de guhertinê çêbike, di zîhniyeta tekperest de dewam dike. Li Rojava û li tevahî Sûriyeyê siyaseta pergalê wiha berdewam dike. Weke tê dîtin pêkhateyên Elewî û Durzî jî ji heman siyasetê zerarê dibînin û têne hedefgirtin.

Tekez divê hikûmeta veguhêz di vî warî de li xwe vegere û hişmendiya xwe sererast bike. Pêwîst e zanibin ku gelê Kurd hem di dîroka Sûriyeyê de hem jî di şerê li hember çeteyên DAÎŞ’ê de xwedî roleke pir girîng e. Gelê Kurd li ser axa xwe rastî neheqiyan hatiye. Weke gel mafê wî hatiye înkarkirin. Tevî vê jî timî destê dostaniyê dirêjî gelan kiriye, bi wan re peyman û tifaq çêkirine. Lê hêzên dewletperest û desthilatdar her di siyaseta xwe de li dijî gelê Kurd bûne, çewisandin û tinekirin li ser wan ferz kirine. Ew di komkujiyan re derbas kirine. Gelê Kurd êdî pir baş fêm kiriye ku li dijî planên qirkirinê yekane rê berxwedan e.

Heke hikûmeta veguhêz di siyaseta xwe ya hundir de guhertinê çêneke wê wenda bike.  Gelê Kurd eger li Sûriyeyê wenda bike, tekez wê ne ji feydeya gelên Sûriyeyê be. Wê her dem hundirê Sûriyeyê weke birîneke bi xwîn bikele û dê gelek tiştan bi gelan bide wendakirin. Divê her kes zanibe ku îro gelê Kurd bi taybet jî gelê Rojavayê Kurdistanê ketiye ser rêya azadiyê.  Wê ne bi tevkujî, ne jî bi rêbazên cuda jê vegere.

Di serî de li hember bîranîn û giyanên pak ên şehîdên 12’ê Adarê û hemû şehîdên azadiyê yên Rojavayê Kurdistanê û şoreşa gelan bejna xwe ditewînin, wan ji xwe re weke pêşengên rêya tekoşînê dibînin. Di salvegera 22’yemîn a tevkujiya Qamişloyê de, em careke din serhildan û berxwedana gelê xwe silav dikin. Em xwedî hêvî û bawerî ne ku di vê serdemê de jî dê, gelê Rojavayê Kurdistanê serhildana xwe ya demokrasiyê bidomîne û bi çalakiyên cihêreng agirê azadiyê geş bike.

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button