Bi têkoşîna jinên Kurd 8’ê Adarê bêhtir wate qezenc kir

Gaziyên jin diyar kirin ku 8’ê Adarê bû sembola jinên azadîxwaz û kedkar û gotin, “Bi têkoşîna jinên Kurd 8’ê Adarê bêhtir wate qezenc kir. Îro eger rohniyek ji bo jiyaneke bi rûmet û wekhev ava bûye ev bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Jin e ya bi têkoşîna Rêber Apo û şehîdan ava bûye.”

Li tevahî cîhanê û bi taybet li Kudistanê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi coş û heyecaneke mezin tê pêwazîkirin. Gaziyên jin têkildarî vê mijarê nêrîn û nirxandin kirin.

‘Em ê xwedî li ked û berxwedana jinan derkevin’

Gaziya şer Ezîme Zagros di destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê li tevahî jinên şoreşger, kedkar û  têkoşer pîroz kir û got, “Ez weke gaziyeke jin têkoşîna jinên kedkar a sala 1857’an li bajarê New Yorkê ji bo mafên xwe têkoşiyan û ji bo vê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînim. 169 sal di ser wê berxwedanê re bihurî. Lê ev berxwedan bi dawî nebû. Bi têkoşîna jinên Kurd 8’ê Adarê bêhtir wate qezenc kir. Weke jinên Kurd li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe em ê xwedî li ked û berxwedana jinan derkevin. Ji bo jin ji bin serwerî, zext û zilma zîhniyeta mêrperest û qatilê kastîk derkevin em ê berxwedana xwe pêş bixin.”

Ezîmeyê bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya jinan û ev anî ziman, “Rêber Apo ji bo jin têkildarî rastiya xwe û civakê serwext bibe kedeke muezem dide. Di tevahî tehlîl, nirxandin û hevdîtinên xwe de behsa têkoşîna jinan dike.”

Gaziya şer Ezîme Zagros destnîşan kir ku zanebûn û fêmkirina pirsgirêkên xwe jî rengek ji rengên azadiyê ye û wiha axivî, “Azadî tiştekî wer bi hêsanî were bidestxistin nîne. Ked, têkoşîn û berxwedan pêwîst dike. Jinên Kurd ji bo azadiyê berdêlên mezin dan. Wê ew berdêl wisa vala neçin. Em ê bi têkoşîna xwe azadiya xak, civak û hemû jinan pêk bînin. Li ser vî esasî pêwîst e hemû jinên bi hesreta azadiyê ne 24 saetan bênavber têbikoşin, ti kelem û astengiyan nas nekin. Eger têkoşîna jinan a ji bo azadiyê raweste wê koletiyeke hîn xerabtir pêk were. Nexwe divê ku jin qet xwe ji bîr ve nekin û têkoşîna xwe berdewam bikin.”

‘8’ê Adarê roja hevgirtina jinan e’

Gaziya şer Zarîn Kobanê jî anî ziman ku 8’ê Adarê li hember her cure bêmafî û neheqiyan bilindkirina ala berxwedanê ye û wiha axivî, “Bi rastî jî ev roj, roja hevgirtin, rêxistinkirin û têkoşîna hemû jinan e. Berxwedana 8’ê Adarê li hember biçûkxistin û kolekirina jinê helwesteke herî esîl e. 8’ê Adarê bû sembola jinên azadîxwaz û kedkar. Jinên Kurd vê berxwedan û îradeyê bi salan e nîşanî dost û dijminan dikin. Li hember çeteyên herî hov ên cîhanê artêşa jinan a Kurd YPJ’ê li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê û Sûriyeyê berxwedaneke herî bi rûmet pêş xistin.”

Zarînê axaftina xwe wiha domand, “Bêguman wê têkoşîna min her berdewam bike. Roj bi roj wê hîn bi hêztir bibe. Îro eger rohniyek ji bo jiyaneke bi rûmet û wekhev ava bûye ev bi saya têkoşîna Tevgera Azadiya Jin e ya bi têkoşîna Rêber Apo û şehîdan ava bûye. Em ê weke gaziyên jin vê têkoşîn û berxwedanê bilind bikin. Bi vê wesîleyê 8’ê Adarê li hemû têkoşerên bi rûmet pîroz dikim.”

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button