Têkbirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê têkbirina faşîzmê ye!

Cûdî Cizîr

Dema pergala hegemonîk a navendî bi komployê Rêber Apo dîl girt, gotibû “Şoreşgerê dawî yê sedsala 20. hate girtin.” Ev dihat wateya bila kes di sedsala 21. de behsa şoreşê neke. Lê Rêbertiya me pêvajoya Îmraliyê ji bo xwe weke pêvajoya zayîna seyemîn nirxand û Komploya Navneteweyî pûç kir. Dijmin û hêzên pergalê yên komplo pêkanîne di tecrîta giran de israr dikin. Wekê din ji ber têkoşîna em dimeşînîn negihaştiye asta rewşa Rêbertî têdeye bûghere, Em wek şagirtên Rêber Apo û wek gaziyên têkoşînê  weke erkeke hewce ye em bi tevahî hêza xwe bi ser vê de biçin.

Em dikevin sala 27’emîn ya Komploya Navneteweyî a 15’ê Sibatê. Armanca bingehîn ya Komploya Navneteweyî jiholêrakirina bandora Rêber Apo û bîrdoziyê wî bû. Xwestin bi komployê Rêbertiyê me bixin bin esaretê û me ji hêza fikrî û rêxistinî ya Rêbertî bêpar bihêlin. Lê Rêber Apo bi parêznameyên xwe û notên xwe yên hevdîtinan tevî hemû şert û mercên giran ên tecrîd û îzolasyonê jî em serwext kirin.

Şerê topyekûn ê îmhakirinê yê bi armanca nîjadkujî û komployê di şexsê Rêber Apo de li hemberê gelên Rojhilata Navîn tê meşandin. Bi komploya navneteweyî re hewl dan xeta me ya bîrdozî, felsefeya me ya jiyanê, pîvanên me yên milîtantiyê û belav bikin. Hêzên komploger êrîşên xwe yên li hemberî xeta bîrdozî ya Tevgera me vê salê jî bi awayekÎ zêde dan meşandin.

Rêbertî hem bi sekna xwe hem jî bi paradîgmaya xwe hemû êrîş vala derxistin. Rêber Apo di pêvajoya komployê de tevî di ferqa cidiyeta rewşê de bû jî hemû bijarte bi baldariyeke mezin nirxandin. Dema dijmin got, “Temam me bi ser xist”, rewş veguherand derfeteke dîrokî. Tarzê Rêber Apo tarzê şoreşgeriya herikbar e. Rêber Apo rastiya komployê bi sedemên wê yên dîrokî danî holê. Komplo bi hemû aliyên wê ve tehlîl kir.

Hezên hegemon ên Rêbertî weke xeteriyeke herî mezin dîtin, komploya herî kûr û berfireh ya dîrokê  pêk anîn. Li Rojhilata Navîn qelskirina vîna gelan bbi awayekî stratejîk tê destgirtin. Komploya 15’ê Sibatê ya li pey komploya 9’ê Cotmehê hat pêşxistin û geşedanên din wan rastiyan pir eşkere nîşan dide.

Li hember wan hemûyan mirov dikare bêje  têkbirin û pûçkirina Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê têkbirin û pûçkirina faşîzmê û tevahî planên qirêj e. Eger îro li Rojavayê Kurditanê li hember Kurdan şer û êrîş hene, teqez ev tê wateya ku neteslîmkarî, berevajî israra xwedîderketina li nirx û kerameta xwe heye. Ev jî cihê rûmet û serbilindiyê ye.

Ezmûna Rojavayê Kurdistan weke encama têkoşîna demdirêj a gelê Kurd derket holê. Vê pêvajoyê Kurd derxistin ser dika dîrokê. Kurdan bi berxwedana xwe ya di pêşengiya Rêber Apo de nîşan didin ku wê êdî li her qada jiyanê hebin, xwedî li hebûna xwe derkevin û û feraseteke şoreşa civakî ya nû pêşkêşî gelên herêmê bikin.

Pêwîst e weke Kurd em bi herawayî xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derkevin û ji bo serxistina wê têkoşîna xwe bilnd bikin. Hewce ye şert û mercên Rêber Apo yên karibe bi rehetî bixebite û siyasetê bimeşîne werin çêkirin. Kesên dixwazin aştî û demokrasî pêş bikeve divê hurmetê bidin keda Rêber Apo û dest ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin. Em ê teqez bi têkoşîn û berxwedanê azadiya fizîkî ya Rêbertiya xwe pêk bînin. Rêber Apo hemû jiyana xwe ji bo aştiyeke bi rûmet û azadiya mirovan feda kir. Divê were zanîn ku azadiya fizîkî ya Rêberê Apo ji bo gelan mijara man û nemanê ye. Bi taybet jî weke jin, azadiya Rêber Apo ji bo me heyatî ye. Werin em hemû bi hev re li qadan dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bilind dikin û bibêjin, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye.” Ji bo tevahî hevalên bi berxwedanî şehîd ketine ez sonda xwe nû dikim û erkên ku bikevin ser milê min ez ê pêk bînim. Ezê  timî di şopa wan de bim.

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button