Welatparêzî hezkirin û parastina xaka welatê dayik e – Beşê 2

Destîna Bêrîtan

Keda mirov ji bo welatê xwe bike gelekî bi qîmet û watedar e. Ji ber ev nirxekî mayînde ye. Deyneke li ser milên her mirovî ye ku ji bo welatê xwe fedekariyan bike Zû kedê bide. Hezkirina mirov a yekem divê ji bo welat be. Ev jî bi xwedîderketina li welat a li ser bingehê têkoşîn û berxwedanê dibe. Mirov dikare bêje ku hezkirina welat li gel xelkên Qafqasya weke baweriya olî teşe girtiye. Ji vê baweriyê re “Mabûdûn” tê gotin. Jixwe dirûşma wan jî  “Tişta ez dikim qible azadî ye, qiblegeha min jî welatê min e.”

Mirov weke welatparêz bijî girîng e. Xwedîderketina li nirxên bingehîn, parastina pîvan û rêgezên jiyanê peywir û erka her mirovî ye. Di serî de jî erka jinê ye. Gelo çima wisa ye? Ji ber biyolojiya jin, yanî rehmê jinê welatê hemû cinsê mirov e. jin hîn zêdetir bi xak û welatê xwe ve girêdayî ye. Jin bi  rûmeta xwe, bi xaka xwe ya bi bereket ve girêdayî ye. Ev jî yek ji sedema bingehîn e ku welatparêzî ji bo jinê bibe rêgaza yekemîn. Rêber Apo welat weke mekanê jiyanê ye û bêyî wê nabe, terîf kiriye.

Her wiha ne tenê cografyaya li ser çand, hilberîna madî û manewî ya jiyana civakî çêdibe, welat tê wateya xanî û dergûşa jiyana civakî ya têde ruh û dîroka wê pêk tê. Mirov jê mehrûm û bêpar bimîne, pir xerab e. Ya civakê bê xanî û bê ruh bêhêle, dikare wê bê çanda madî û manewî jî bihêle. Hişmendiya hestên welatparêziyê di ruh û beden de dijî xwedî li welatê xwe derdikeve, ji welatê xwe pir zêde hez dike û ti carî jî terk nake. Welatparêzekî baş çi bê xwestin  bêteredud wê bike û ji vê xisûsê tawîzan nade. Welatê xwe bi her awayî diparêze. Heke bê xwestin, canê xwe jî fedayî xaka xwe ya lê ji dayik bûye dike. Ji ber welat tiştekî pir bi nirx û qîmet e.

Welatparêzî jî girêdanbûna bi welat re pêş dixe. Ji bo welatparêzekî bi xaka xwe ya bi bereket girêdayî be, welat rûmeteke ku nayê binpêkirin û her tişt e. Lê hişmendiya ne waletparêz  nikare xwe ji xulamtî û xiyanetê rizgar bike. Di yên welê de malbatperestî, eşîretperestî û heremperestî di ruh û beden de bi cih bûye. Ev jî mirovan nake waletparêzên xurt. Lê belê hîn zêdetir mirovan ji rastiya wan, ji rastiya welat dûr dixe. Mirovan dike egoîst û ezez. Ev jî dibe sedema  mirov xwedî li xaka welatê xwe dernekeve.

Eger welatparêz li welatê xwe xwedî dernekeve wê welat, bêparastin bimîne.  Wê nikaribe hebûn û nasnameya xwe biparêze.  Her wiha wê di nava pergalê de bihele û nekaribe li ber xwe jî bide. Bi vî awayî jî dijmin encam digire. Ji ber armanca pergalê ew e ku wan ji welat dûr bixe. Dema civakek bê welat bimîne, tê wateya ku rastî û hebûna,xwe ya civakî û mirovî ji dest daye. Her mirovek bi hebûn û niştecihbûna xwe de tê nasîn. Niştecih,niştîman û dayikniştîman têgîneke sosyolojîk e, erdnîgariyeke bi sedsalan  çand li ser hatiye afirandin îfade dike.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button