Meşa di rêya Rêbertiya me rohnî kiriye de serketin misoger e
Asya Weşûkanî

Rêber Apo ji kesayeta xwe derkete rê, ket nav lêgerîn û dahûrandinan. Dema em dahûrandinên Rêbertî dixwînin em gelek caran yan jî her carê û nexasim jî wexta em kesayeta xwe digirin dest em ji xwe şerm dikin. Wiha li me tê ku em di warê wijdanî de jî gelekî diêşin. Ji ber tevî em weke ferd û civak di nava rewşeke wer tijî lawazî û kêmasî de ne jî em pir ji xwe pir razî ne. Gelek caran mîna “Qirdik di çavên dayika xwe de xezal e” li me tê. Em dibêjin, “Ez bi qurbana xwe bim. Wele ez ji gelekan baştir im.”
Em weke ferd her tevî kêmasî û lawaziyên xwe jî xwe temam û kamil dibînin. Ev jî nahêle em li xwe vegerin û rastiya xwe jî bibînin. Jixwe rastî tiştekî wiha ye ku mirov her jê direvin, çavên xwe lê digirin û di nava xeyalan de dijîn. Her çiqasî pêdiviya mirovan bi xeyalan hebe jî di rastiyê de jiyan tiştekî rûmetdar e. Divê mirov di vê mijarê de jî li xwe vegere. Pêwîst e mirov pirsa, “Ez kî me, ji kîjan warî me û çi hatiye serê min?” ji xwe bike. Divê bêje, “Kanî warê min û çima gelo ez di rewşeke wiha bi jan de me? Gelo çima welatê min çar parçe ye û çima gelê min hezar û yek parçeye?”
Heke em ê rastiyê bibêjin, rastî gelekî tehl e û pirî caran jî nayê bihîstin yan jî, xeyd û pevçûn çêdibe. Lê tekez rastî heye û em jî di nav vê rastiya dijwar de dijîn. De ka werin û vê safî bikin bê wê çawa bibe gelo? Em ê heyanî kengî ji rastiya xwe birevin û weke dînan li xwe bikin ji bo hesab ji me neyê xwestin? Lê wê wijdanê me çawa be gelo? Em ê di xewnên şevan de jî rastiyan his nekin û wê kabûs neyên me gelo? Dibe ku hinek mirov bê fikir, bê hest û bê wijdan bin. Lê hemû xelkên me wiha nînin. Naxwe çi heye? Tekez hewce ye em weke ferd û civak xwe di ber çavan re derbas bikin. Hewce ye em xwe nas bikin.
Ev 53 sal in Rêber Apo ji bo me Kurdan kar û xebat dike. Hîn jî bi kelecan û coş têkoşîna xwe berdewam dike. Tevî temenê xwe yê mezin, tecrîda girankirî û nêzîkatiyên rayedarên dewleta Tirk ên bê xwestek jî bi dil û can têkoşîn dike. Ev jî mezİnahî, zanebûn û felsefeya xwekilîtkirina di jiyana azad û wekhev de dide nîşandan. Rêber Apo bi hemû hêza xwe ya bîrdozî, felsefî û rêxistinî têkoşîn dike di serkeftin û pêvajoya aştî û civaka demokratîk de xwedî israrek e pir mezin e. Ji bo bidawîkirina şer a li hemû cîhanê dixebite
Rêber Apo têkildarî ferd û civaka Kurd gelekî dahûrandin, nirxandin û tehlîlan pêş dixe. Herî dawiyê jî Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk nivîsand û pêşkeşî azadîxwazan kirin. Rêbertî di Manîfestoyê de herî zêde jî li ser aqilê Kurd û hebûna neteweyî disekine. Dibe weke ferd û civaka Kurd hê jî gelek lawazî û kêmasiyên me hene. Ev xisûs li pêşiya me Û pêkanîna paradîgmaya Rêber Apo ya şaristaniya civaka demokratîk dibin kelem û astengî.
Tevî em dizanin ku ev paradîgmaya Rêbertî ji bo me derman e jî hîn em bi temamî neketina giraniya vê. Heke weke netewe em rêbaz û şêwazên neguherin, têkoşîn û keda hatiye dayîn wê badilhewa biçe. Neyar û dijminê me wê me di nav taseke av de bifetisînin û herî dawiyê wê weke miriyê serê wî li kevirê qebrê dikeve li me were. Tişta herî zêde jî Rêber Apo ketiye nava hewldana ew e ku jin û ciwan pêşengtiyê ji civakê re bikin.
Beriya her tiştî guhertina hişê kevnar ê her parçe parçe ye û hatiye lîstikên neyaran divê were sererastkirin. Hê jî em ji vîrûsên dikin ku mirov serê xwe ji kedxwar û dagirkeran re ditewînin rizgar nebûne.
Tevî van hemûyan yekbûna gelê Kurd a bi berxwedana Rojava derket holê cihê rêzdarî û serbilndiyê ye. li ser vî esasî divêem hê zêdetir xwe di fikir û bîrdoziya Rêber Apo de kûr bikin. Ji bo pêkanîna paradîgmaya Rêbertî derfet ji her demê zêdetir bûne. Ya ji me tê xwestin ew e bi ruh, hêz û îradeya em ji şehîdan bigirin, di rêya Rêbertiya me ji me re vekiriye û rohnî kiriye de bêteredut bimeşin.
Pêwîst e ev ruhê berxwedanê yê îro li Rojava pêş ketiye berdewam bike. Divê em vê berxwedanê bikin malê hemû xelkên herêmê û mirovahiya cîhanê. Em ê têkoşîna xwe bilind bikin da ku em karibin erka xwe ya pêşengtiya civakê bi rûmet pêk bînin. Li ser vî bingehî em ê û cîhana xwe ji şer, tundî û zilma kujerên kastîk rizgar bikin.




