Şoreşa Rojava şoreşa jiyana model e

Cûdî Cizîr

Şoreşa Rojava her dem jiyana xweşik afirand. Ji lewra pêwîst e em xwedî li destketiyên xwe derkevin. Bila hemû ciwan û jinên Kurd bi yek deng, ruh û îradeyê berê xwe bidin qada Rojava. Ev roj û dem ên rûmet, azadî û xwedîderketina li axa Rojava ye. Rojava di merheleyên pir girîng û krîtîk re derbas dibe.

Bi serhildanên li çar parçeyên Kurdistanê yekîtiya Kurdan pêş dikeve. Gelê Kurd wê ser bikeve. Civaka Kurd jin û ciwanên Kurdan divê hîn bêhtir baldar bin. Lîstikên cuda yên şerê taybet hene. Çeteyên HTŞ’ê û yên girêdayî dewleta Tirk ji 6’ê Çileyê heta niha êrîşî gelên rojava dikin. Ew çete hemû hiqûqên navneteweyî binpê dikin.

Hêzên navneteweyî yên pergala kapîtalîst îro piştgiriyê didin DAÎŞ’a nûjen HTŞ’ê û desthilata wê ya li Şamê. Ev hêzên dijminê tevahî bawerî û gelên ji derveyî xwe ne, piştî beravê û Siwêdayê berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Hewl didin Rêveberiya Xweser û şoreşa Rojava bi temamî ji holê rakin. Di serî de dewleta Tirk gelek hêzên herêmî û navneteweyî wan êrîşan destek dikin.

Gelê Kurd ji roja êrîşan dest pê kir heya îro li her parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat ji bo parastina Rojava li ser piyan e. Bi hezaran jin û ciwan tevlî seferberiya ji bo berxwedanê dibin.

Vê helwesta pîroz nîşan da ku gelê Kurd çiqasî girêdayî nirx û xaka xwe ye. Bi rojane tevî hemû şert û mercên zehmet ên zivistanê jî ev sekn û berxwedana gel û şervanan helbet cihê rêzgirtin û teqdîrê ye.

Hewce ye em qet tedbîran ji dest bernedin û timî hişyar bin. Divê her tim berê me li Rojava be û yekser em di nav vê berxwedana dîrokî de cih bigirin.

Têkoşîna me wê bi welat û gelekî azad tacîdar bibe. Di pêşengiya jin û ciwanan em ê vê kompoyê û van êrîşên nemerd têk bibin.

Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên cîhanê yên bi hesreta azadiyê ne modeleke herî bedew û xweşik e. Divê ev şoreş berdewam be. Ji bo vê jî hewce ye her kesên azadîxwaz, jin û ciwanên derbên herî giran ji pergala  serwer xwarine ji bo parastina şoreşa mirovahiyê werin tevlî berxwedana li Rojava bibin. Li hember hêzên hov em berxwedan û têkoşîneke bi sedê salan were behskirin pêş bixin.

Rêber Apo bi dehan salan e ji bo civak û neteweya demokratîk têkoşîn dike. Tevgera Azadiyê jî li ser vî bingehî berxwedaneke bêhempa pêş dixe. Şoreşa Rojava ya li ser fikir û felsefeya Rêbertî hat avakirin, wê bi şerê gelê şoreşgerî bi ser bikeve. Em mafdar in û nabe ku Rojava bêstatu bimîne. Rojava ji bo her Kurdên xwedî heysiyet divê xeta sor be.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button