Xwedîderketina gelên me ya li berxwedêran cihê rûmet û serbilindiyê ye
Zarîn Kobanê

Berxwedana Şerê Şêxmeqsud û Eşrefiyê ya li hember çeteyan dîrokî û pîroz bû. Berxwedêran ji dil û can ji bo parastina xak û gelê xwe heya dawiyê bi fedaiyane û serbilindî têkoşîn kirin.
Çawa sala 1982’yan yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê Mihemed Xeyrî Dûrmûş di rojiya mirinê de got, “Dma ez bimirim li ser kêla gora min, ‘deyndarê gelê xwe bû’ binivîsin” hevrê û fermandar Ziyad Heleb jî dema çû çalakiya fedaiyane bike got “Ez lêborîna xwe ji gelê me dixwazim.” Ev bi esasî qîrîn û bangeke herî pîroz a ji bo tevahî mirovatiya pêşverû û hêja bû.
Hevrê Xeyrî li Zindana Amedê, hevrê Ziyad jî piştî 44 salan li taxa Eşrefiyê di nav dorpêçeke herî hovane de ji bo azadiya gelê xwe teslîmiyet û jiyaneke koledarî red kirin, bi serbilindî ber bi bêmiriniyê ve çûn.
Em xwedî leheng û egîdên wer muezem û û hêja ne. Dîsa hevrêyên me yên jin Denîz, Leyla, Feraşîn, Gerîla, Rojbîn jî heya guleyên xwe yên dawiyê li ber xwe dan û ji bo gelê xwe canê xwe feda kirin. Wan tevahî hevrêyên me yên jin û xort bi berxwedan û çalakiyên xwe di têkoşîna gelê me de rê li ber serdemeke nû vekirin.
Bêguman di dîroka berxwedanê ya gelê Kurd de berxwedan û xiyanet timî pêkve meşiyaye. Lê divê were zanîn ku ti carî xiyanet bi ser neketiye. Ev rastiyeke pir eşkere ye ku kesên xiyanetê li gel û hevalên xwe bikin ti carî îfleh nabin. Kesên bi kêrî gel û hevalên xwe neyên, ti carî bi kêrî kesî nayên. Tevî hemû xiyanetkar û dijminan jî wê berxwedana me ya ji bo welatekî azad û jiyaneke hemû gel têde bi wekhevî bijîn berdewam bike.
Berxwedan û têkoşîna li ser heqiyê nabe qismet û nesîbê her kesî. Yên em ji xwe re mînak bigirin û wan bikin taca serê xwe helbet wê berxwedêr û fedaiyên gelê me bin.
Me ti carî êrîşî xak û heqê kesekî nekiriye. Ji bo xaka me hatiye dagirkirin, hebûn û nasnameya gelê me hatiye înkarkirin em têkoşîn dikin. Felsefe, fikir û bîrdoziya Rêbertiya me li ser esasê xwişk û biratiya gelan e. Rêbertî dibêje “Eger hêza me ya em cîhanê têk bibin hebe jî em êrîş nakin, lê heke hemû cîhan bibe yek û bi ser me de were em ê mafê xwe yê xweparastinê bi kar bînin û serketinê esas bigirin.” Em jî weke şervan û gaziyên Rêber Apo li gor vê felsefeyê tevdigerin.
Ez tevahî hevrêyên me yên di berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de gihiştine şehadetê bi rêzdarî bi bîr tînim. Ji hevalên birîndar re şîfaya xêrê dixwazim.
Divê her kes zanibe ku em e ti carî dest ji destketiyên xwe yên bi xwîna şêrejin û mêrxasên Apoyî ava bûne bernedin. Li ser şopa qehremanên me yên fedaî em ê heya dawiyê bimeşin. Em ê êş û jana xwe veguherînin hêza têkoşîn û berxwedanê.
Bi vê wesîleyê ez gelên me yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ji dil û can silav dikim. Xwedîderketina gelên me ya li şehîdan cihê rûmet û serbilindiyê ye. Çi dibe bila bibe em ê parastina gelên xwe û xaka xwe bikin û wê serketinên teqez ya me be.




