Gaziyên şer ên tevlî seferberiyê bûne: Wê serketin teqez ya me be
Selena Dêrik

Bi banga Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê re, gaziyên şer ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gelên herêmê re berê xwe dan Helebê.
Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rojane çeteyên girêdayî hikûmeta veguhêz û dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dikin. Li hember wan êrîşan gelên her du taxan di nav berxwedameke mezin de ne.
Meclîsa Gel a Taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê 9’ê Çileyê banga seferberiyê kiribû. Li ser vî esasî ji her devera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo piştevaniya bi gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re gel bi konvoyan berê xwe dide Helebê.
Gaziyên şer ên herêma Firatê û Cizîrê jî tevlî banga seferberiyê bûn û bi gel re berê xwe dan Helebê.
Gaziyê şer Ridwan Qamişlo diyar kir li ser banga gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo piştevaniyê berê xwe dane Helebê û got, “Çi ji me were xwestin em amade ne pêk bînin. Par vê demê berxwedana Tişrînê ya dîrokî pêş ketibû. Weke hevalên gazî em tevlî wê berxwedanê jî bîbûn. Bi ruhê Şerê Gelê Şoreşgerî em li Tişrînê bi ser ketin. Bi vî ruhî em ê li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bi ser bikevin. Berdêla wê çi jî be em ê bidin.”
Ridwan Qamişlo di dawiya axaftina xwe jî destnîşan kirin ku wê ti carî dest ji nirxên xwe yên bi xwîna şehîdan û berdêlên giran ên gaziyên şer ava bûne bernedin û ev bang li gelên Şexmeqsûd û Eşrefiyê kir, “Bila gelên me yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji berxwedêrên xwe piştrast bin. Weke hevalên gazî jî em ji bo her tiştî amade ne. Wê serketin teqez ya me be.”




