Pakîze, Sêvê û Fatma bûn mînaka jinên azad
Arîn Koçer

Gelê Kurd her li ku bûye di bin ala şoreşê de hewl daye xwe biparêze, xwedî li xweseriya xwe derkeve û vîndariya xwe bide raber kirin. Lê her carê jî gelê me rastî êrîşên neyar ên herî tundrew û zalim tê. Êrîş her tim bi armanca tinekirinê ne. Ev rêbaz heya roja me ya îro jî berdewam dike.
Di navbera 2012-2015’an de pêvajoya çareseriyê ya ji bo çareserkirina meseleya Kurd hatibûn destpêkirin. Lê belê desthilatdariya heyî ev pêvajo bi dawî kir. Dîsa polîtîkayên tesfiyekirinê û qirkirinê kir meriyetê. Bi van polîtîkayan li bajarên Bakurê Kurdistanê li hember gel, jin û ciwanan êrîşên dijwar çêbûn. Di wan êrîşan de bi sedan kesî jî jiyana xwe ji dest dan.
Ciwanên Kurd bi rihekî serhildêr bersiv dan van êrîşan û li ber xwe dan. Di wan êrîşan de ji pitikên sê mehî heya mirovên temenmezin, hatin qetilkirin. Cenazeyê dayika Taybet li Silopiyayê heft rojan li nav kolanê ma. Selman Agar ê 10 salî jî li Cizîrê hat qetilkirin. Di navbera 4-12’ê Îlona 2015’an Cemîle Çagirga ya 10 salî li şaneşîna mala xwe hat qetilkirin. Dayika wê ji bo cenazeyê wê ji bo bêhn nede kiribû sarincê.
Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyê Pakîze Nayir û aktîvîsta jin Fatma Uyar 4’ê Çileya 2016’an di dema qedexeya derketina derve de hatin qetilkirin. Siyasetmedarên jin ên di heman demê de ji bo nirxên, mirovatiyê xebat dikirin rastî guleyên hêzên dewleta Tirk hatin. Jinên li dijî neheqiyê serî natewînin wekî her carê vê carê jî bûbûn hedefa yekem. Jinên têkoşer, lêgerên heqîqetê Sêvê, Pakîze û Fatma bûn sembola jinên berxwedêr a pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê.
Gelek dayikan navê Sêvê, Pakîze û Fatma li zarokên xwe kirin. Wan li dû xwe berxwedaneke mayînde hiştin. Sekna wan a xurt di heman demê de li dijî bêdengiya cîhanê ya li hember zilm û zordestiya li ser gelê Kurd bû. Hedefgitina her sê jinên siyasetmedar hedefgirtina îrade û berxwedana gelê Kurd bû. Mîna pêşenga Tevgera Apoyî Sakîne Cansiz, şoreşgera ciwan Leyla Şaylemez û lehenga dilsoz Fîdan Dogan ên 9’ê Çileya 2013’an li Parisê hatin qetilkirin, Sêvê, Pakîze û Fatma jî ji hêla heman hişmendiya nemerd a dijminê jinên azadîxwaz ve hatin qetilkirin.
Ev ne tesaduf e ku di şexsê jinê de kevneşopiya têkoşîna gelê Kurd a bi salan tê hedefgirtin. Jinên têkoşer her dem çavkaniya hêzê û bingehê referansa civakî ne. Jiyana xwe dispêre hêza jinê li dijî hemû amûrên îdeolojîk ên sîstemê alternatîfeke xurt e. Sêvê, Pakîze û Fatma bi têkoşîna xwe pêşengiya vê alternatîfa xurt dikirin. Li ser bingehekî rast ê xwe ji paradîgmaya Rêber Apo xwedî dike tevdigeriyan. Ne li gor pîvanên sîstema xwînxwar û yekperest, berevajî li gor pîvanên exlaqî, wekhevî û rûmeta mirovatiyê têkoşîn kirin û li ber xwe dan.
Perspektîfa jina azad û jiyaneke azad esas digirtin. Li ser vî esasî li jiyanê xwedî derdiketin. Li hember nêzîkatiyên jiyana hevpar têk zeîf dikin û polîtîkayên şerê taybet xwedî dikin jî berxwedaneke herî esîl meşandin. Ev her sê xwedawend bûn mînaka jina azad. Di şexsê her sê xwedawendan de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û tevahî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê armancên hevrêyên me di oxira wan de çûn şehadetê misoger bînin cih.
Çavkanî: Rojnameya Ronahî




