Em ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi pêjna lingên Rêbertiyê tacîdar bikin

Çekdar Amed

Carinan hinek bûyer çêdibin, mirov pêwîstî bi lêkolîna wan dibîne. Lê ev bûyer û êrîşa nemerd a 22’yê Kanûnê li hember taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyên yên Helebê pêk hat, mîna roniya tavê diyar e bê çima çêbûye.

Wan çeteyan bi vê êrîşê pêşwaziya efendiyên xwe yên bi wan re li hember gelan û baweriyan planên bêbext û qirêj pêk tînin, kirin. ji bo bînin bîra her kesî bê girêdayî kê ne.

Ji ber efendiyên wan xercî, pere û cebilxaneyan didin wan. Dema efendiyên wan gihiştin Şamê ji wan re gotin, “QSD’ê behna me teng kiriye. Sebra me nemaye.” Lewra xulaman jî xwestin bêhna efendiyên xwe fireh bikin û sebra wan bînin da ku temenê wan jî dirêj bibe.

Ji lewra çeteyên xwe kirin nav livûtevgerê û pêşbirkê bikin. Lê wan nizanî ku ew ê di xewna xwe de jî nikaribin derbasî nav taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin ku mîna keleha Dimdimê ya bi nav û deng in. Ev der Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Kobanê, Reqa, Tebqa, Dêrazor, Hesekê, Qamişlo, Dirbêsiyê, Tirbespiyê, Dêrika Hemko ye û hwd. cih û warên şervanên Apoyî lê xwîna xwe rijandine.

Dêrika Hemko çima weke Dêrika Hemko tê binavkirin? Eger hûn nizanin ez ê bi xêra xwe ji we re bêjim. Hemko şivanê Herekola Mîran e. Di bin pala Cûdiya Miradan de pal daye. Rêwiyê rêyeke pir dûr e. Ji aşûta berfa çiyayê Zagrosan filitî ye. Xwe li ber magên Zerdeştê Kal germ kiriye.

Ji lewra bisekinin û bela xwe bi me nedin. Naxwe hûn ê poşman bibin. We çeteyên xwe birin heya ber deriyê keleha berxwedanê. Hela bila jinên şoreşger ên bi ruhê berxwedana Bêrîtan, Zîlan, Avesta û Barînan şer dikin bi we nehesin!.. Wê şeqama xwedawendan li we bidin û dê heft tebeqeyan we binax bikin.

Bela xwe ji me vekin. Em ji we re ne vala ne. Li pêşiya me projeyên aştiya civaka demokratîk hene. Dîsa Komîn û meclîsên divê em ji bo jiyana bi hemû gel û baweriyan li ser esasê pêşengtiya jinan ava bikin hene. Komîna komanan, komînalîte, yekîtiya komînan, civata komînan weke erk û berpirsiyartiya dîrokî li pêşiya me ne ku em ava bikin û diyarî mirovatiyê bikin. Pêwîst e kêliyekê beriya kêliyekê em wan pêk bînin. Lewma gelek tiştên em bi wan re mijûl in hene. Lê bila ev nayê wateya em ê li hember êrîşên nemerd û bêbext tiştekî nekin. Bi îrade, coş, hêvî û dilsoziyeke muezem em ê li hember her cure êrîşan li ber xwe bidin. Dîrok û mirovatî şahîdê vê berxwedana me ye.

Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Neteweyî, Pêşengê komînan û civaka demokratîk û ekolojîk ji her demê bêhtir em ê bixebitin. Em ê Rêberê gelan teqez di nav xwe de bibînin.  Nêrgizên Efrîn, Kobanê û Cizîrê yên bi av, ba û tava berxwedana şervanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê  mezin bûne diyarî Rêberê xwe bikin.  Em ê pêkve li dora Rêbertiya xwe bicivin. Em ê bi saetan û rojan guhdar bikin, Afirînerê Jiyana Azad. Em ê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi pêjna lingên Rêbertiyê tacîdar bikin.

Em ê bêjin “Her bijî Gulê Selmo. Her bijî berxwedana Rojava. Bijî her bijî Rêberê Gelan Rêber Apo. Jin Jiyan Azadî.”

Bi vê wesîleyê weke gaziyekî şer ez berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji dil û can pîroz û silav dikim.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Back to top button