Pirsgirêkên me ne ferdî, civakî ne
Leyla Amûdê

Gelo wê heya kengî tundî berdewam bike? Tundî her diçe weke dêwekî mezin dibe û dibe ku hemû mirovahiyê jî daqurtîne. Dema mirov li ser mijara tundiyê dihizire gelekî li zora mirov diçe. Mirov tê rewşa dînbûnê. Manîfestoya Rêber Apo ji zindanê şand, me xwend û em li ser lêhûrbûnê dikin. Me fêm kir ku hişmendiya qetlê û tundiya mêrperwer 30 hezar sal berî zayînê ye. Hîn jî ew hişmendî berdewam dike. Rojane bi dehan jin di nav malan de têne qetilkirin. Dîsa di sengerên şer de bi sedan ciwanên mêr têne qetilkirin û li holê rewşeke pir sosret heye.
Lê hîn jî ez wê berteka jin û civakê ya li hemberî tundî û qetlê nabînim. Ez pirs dikim, gelo ji bo jin û civak xwe nas bikin, li hemberî tundûtûjiya hişmendiya mêrê desthilatdar derkevin qadan çi pêwîst e? Ya rastî divê di serî de jin dengê xwe bilind bikin û bêjin, “Em zilm, tundî, kuştin, talan û destdirêjiya li ser jinê qebûl nakin.” Hewce ye helwesta xwe ya li hemberî her cure qatilên kastîk deynin holê. Mixabin hê jî ferdperestî heye û qatil têne parastin. Heya ew hişmendî hebe wê zilm û qetilkirin jî hebe. Heya mirov wiha tevbigerin wê neyar jî fersendê li civakê bibîne û wê weke qatilên kastîk serê wan jêke.
Eger civak bi biryar in li pey bîrdozî û siyaseta Rêber Abdullah Ocalan bimeşin, teqez wê serkeftî bin. Lê eger xwe virde û wirde bidin, wê koledarî û dagirkerî li ser me serwer be. Wê rewşa heyî xerabtir bibe. Pêwîst e bi zelalî biryar were dayîn û her kes hişê xwe bîne serê xwe. Pirsgirêkên me ne ferdî, civakî ne. Lewma divê em jî biryara xwe bi komî bidin.
Rêber Apo bi dehan salan e di nav şert û mercên herî zehmet de hewl dide ji bo me jiyana azad a bêtundî û bêzext ava bike. Bi fikir û felsefeya xwe rêya me rohnî bike. Rêbertî hewl dide pirsgirêka Kurd a li her çar parçeyan çareser bike. Hê jî bi kelecan û coşa ciwantiyê ji bo şoreşa azadiyê dixebite. Bang li her kesî dike ku destê xwe têxin bin kevir, ji bo jiyaneke komînal, wekhev û azad têkoşîn bikin.
Me weke gelê Kurd gelekî derdê xiyanetê kişandiye. Eger em bêjin, “Xiyanet sedema sereke ya heya niha gelê Kurd bindest e,” wê şaş nebe. Xiyaneta reş her weke xencerekê bû di pişta gelê Kurd de. Lê Rêber Apo bi fikir û ramanên xwe yên dewlemend û têkoşîna xwe ya bîrdozî dawî li xiyanetê anî, roj bi roj gelê Kurd hemû kir yekpare. Rêbertiya me îro jî li ser wê têkoşînê banga pêvajoya aştî û civaka demokratîk dike.
Ji derveyî serkeftinê ti şansekî me yê din tineye. Divê her kes xwe ji têkoşîna serkeftinê re amade bike. Hemû civak û nexasim jî jin divê haj ji vê rastiyê hebin, xwe bikin yek û çalak bibin. Pêwîst e ti kes barê xwe navêje ser kesekî din. Divê em hemû bi kar û xebatên pêvajoyê rabin. Li ser esasê ji bo serkeftinê yekîtî û hevgirtin pêwîst e, divê ji her demê bêhtir em bixebitin.




