Şehîd rêya me rohnî dikin
Mazlûm Yildiz

Ez di vê nivîsa xwe de dixwazim behsa du heval û hevrêyên xwe yên şehîd ên di jiyana min de tesîreke zêde çêkirine, ji wan gelek tişt fêr bûme bikim. Ev her du heval şehîd Xebat û şehîd Qehreman in. Min her du heval jî li gundê Bilbilê nas kirin. Em bi hev re li wê mexfera Bilbilê man. Me li wir nobet digirt û wer me hev nas kir. Gelek sohbet û nîqaşên me yên girîng çêbûn. Piştre vesaziya min çêbû û ez derbasî nav hêzên YPG’ê bûm.
Şehîd Qehreman pir wate dida jiyanê û hevaltiyê. Em jî weke heval û hogirên wî qet jê aciz nedibûn. Me hemûyan jî gelekî jê hez dikir. Dema dihat nav hevalan û diaxivî, her kesî ji dil û can ew guhdar dikirin.
Hevrê Qehreman cihê bawerî, cesaret û dilsoziyê bû. Jixwe rûyê wî her bi ken bû. Kelecan û coşa wî jî qet kêm nedibû. Yên li dorê pêre diketin nav coş û heyecanê. Ez gelekî bi hevalê Qehreman re nemam, lê min pir jê hez kir. Hevaltiyeke me ya pir xurt çêbû. Dema biîndar bûm jî carekê hat ziyareta min.
Hevrê Qehreman ê dilsozê Rêber Apo û xaka xwe di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bû. Wê heval Qehreman ti carî neyê jibîrkirin. Şehadeta heval Qehreman ji bo min gelekî giran hat. Bi vêwesîleyêez dixwazim hevrê Şervan jî bi bîr bînim. Ew hevalên min ên destpêkê bûn.
Heval Xebat jî pir hêja bû. Jixwe di xwezaya xwe de jî pir aram bû. Ti carî serê kesekî nediêşand û her dixwest heval pêre diyalog bikin. Dema min ew cara destpêkê dît, bi min re nîqaş kir û got, “Ji bo min hevaltiya rast beriya her tiştî ye.”
Bi rastî di hevaltiya xwe de pir rast û ji dil bû. Ez careke din wan hevalên xwe yên hêja û delal bi bîr tînim, bejna xwe li hemberî wan ditewînim . Şehîd timî rêya me rohnî û rênîşanderên me yên esasî ne. Ez soza xwe ji wan re nû dikim. Em ê her tim li ked û têkoşîna wan xwedî derkevim û wan bidin jiyandin.




