Teqez em ê bibin hevrêyên herî rast ên jinan

Mazlûm Yildiz

Dayik ji bo me bingehê jiyanê ne. Em hemû jî ji dayikan çêbûne û di hembêza wan de jî mezin bûne. Gelekî sosret e ku mêr dayika xwe ya ew aniye dinyayê bikuje yan jî heqaretê lê bike. Lê mixabin rojane di nav civakê de jin tên kuştin. Dibe ku hinek bêjin min dayika xwe nekuştiye, min hevjîna xwe kuştiye; lê di encam de te jinek kuştiye û ev jî tê wateya te dayikek kuştiye.

Li gorî min di nav pergala sermayedar de rewşa mêran hîn xerabtir e. Rêber Apo dibêje, “Mêr ji jinan zêdetir kole ne. Divê ji bo azadiyê têkoşîn bikin.”  Pêwîst e mêr qîmetê dayika xwe û ya jinê pir baş bizanin. Divê hemû mêr li ser vê mijarê lêhûrbûn bikin û rastiya xwe di ber çavan re derbas bikin.

Rêber Apo dibêje, “Belkî jî ji jinê zêdetir divê mêr were azadkirin. Asta azadbûna  mêr dibe ku ji ya jinê zehmettir be.”

Rêbertî di heman demê de destnîşan dike rizgarkirina mêr û jinê ji koletiyê jî bi şoreşê çêdibe û diyar dike ku ev jî di şoreşê de bi tarzê serketinê dibe.

Pêwîst e weke mêr û bi taybet şoreşgerên ji bo jiyaneke azad û wekhev a gelan derketine rê, em di vê mijarê de xwe di guhertinên û veguhertinên mezin re derbas bikin. Hewce ye em timî bi nêzîkatiyên xwe yên ji rêûresmê têkoşîn bikin. Rêber Apo ji bo vê bi qasî dinyayekê materyal, nivîs û analîz pêşkeşî me kirine. Ya dikeve ser milên me ew e em li ser esasê fêmkirinê bixwînin têbigihêjin û bi derdora xwe jî bidin fêmkirin.

Bêguman ji bo mirov xwe bigihîne pîvan û asta Rêbertî dixwaze divê em li beramberî xwe jî bikevin nav têkoşîneke dijwar. Hevrêyên weke Fikri Baygeldî,  Şerîf Goyî û hwd. gelek hevalên me xwestin bi jinê re hevrêtiyeke herî esîl bimeşînin. Em dikarin bi nirxên jiyana azad ên bi Tevgera Apoyî re derketine ser rûyê erdê bibin şopdarên Fikrî Baygeldiyan.

Fikir û felsefeya Rêbertî xwedî wê hêz û qudretê ye ku mêrê azad ava bike. Em jî eger li ser vî esasî vê îrade û hêzê di kesayeta xwe de pêş bixin û bi berpirsiyartiya dîrokî ya di vê serdemê de bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin, teqez em ê bibin hevrêyên herî rast ên jinan.

 

Nivîsên zêde hatine xwendin

Check Also
Close
Back to top button