Ciwantî pêşengtî û çalakbûn e
Asya Weşûkanî

Hemû jin û bi taybet jî jinên ciwan pêşengên sereke yên civakê ne. Jinên ciwan ji ber ku hêza herî dînamîk a paşerojê ne, xwedî rol û mîsyoneke pêşeng in. Dem jî dema serkeftina demokrasiyê ye. Mirov çiqasî weke lêger û lêkolînvanê heqîqetê têkoşîn bike ewqasî jî pêş dikeve û dikare ji jin û civakê re jî pêşengtiyê bike. Heke mirov van lêgerînên xwe di çarçova parêzname û dahûrandinên Rêber Apo de kûr bike, wê zêdetir berhemdar be. Her ciwan çi jin dibe û çi jî mêr be, pêwîst e li ser pergala desthilatdar bi hûrgilî lêkolînan bike û xwe bigihîne hişmendiya çareseriya aştî û civaka demokratîk.
Rêber Apo di Manîfestoya xwe ya nû de dibêje ku pêwîst e civaka Kurd xwe ji aqilê berê xelas bike û xwe bigihîne hişmendiya Kurdê hemdem da ku avaker bibe, pêşengtiyê ji herêm û cîhanê re jî bike. Ev jî gelekî, bi qîmet û bi wate ye. Gelê Kurd ji destpêka dîrokê ve, ji mirovahî û şaristaniyê re dergûşî kiriye. Niha jî wê li rola xwe xwedî derkeve. Heman pêşwaziyê wê ji mirovahiyê re bike û malovaniyê şaristaniya demokratîk bike. Wê hêzên Kurdistan dagir kirine bikişîne nav guherîn û veguherîneke hemdemî ji bo jiyaneke hemû gel têde azad û wekhev bin misoger bike.
Em hemû jî pir baş dizanin ku Rêber Apo bi ciwanî dest pê kir û wê bi ciwanî jî bi ser bixe. Naxwe divê hemû ciwan xwe ji serkeftinê re amade bikin ji bo weke nifşê nû yê gelê Kurd xwe ji rêbazên kevnar ên binkeftinê xelas bikin û bibin pêşengên paşarojê. Uslûb û rêbazê herî rast û encamgir jî yên Rêber Apo ne. Di vê heyamê de em rojane dibînin ku fîlozof, zanyar, hiqûqnas û rewşenbîrên Rêber Apo û têkoşîna wî dişopînin dibêjin, “Birêz Abdullah Ocalan mirovekî pir zana û aqilmend e. Wê teqez rêbazê wî bi ser keve. Weke ciwan, jin û tevahî ferdên gelê Kurd divê ji bo em fikir, felsefe û bîrdoziya Rêber Apo baştir nas bikin bi her awayî bikevin nav hewldanan.
Hin kes dibêjin zimanê Rêber Apo giran û felsefî ye, em zêde fêm nakin. Teqez divê em xwe nexapînin û li hincetan jî negerin. Eger em serê xwe biêşînin, hinekî bikevin nav hewldanên xwendina parêzname û pirtûkên Rêbertî em ê fêm bikin.
Nexasim jî pêwîst e ciwan pir baş fêm bikin. Ji ber hişê ciwanên hê teze ye û ji yê temenmezin zêdetir dixebite dikarin hîn baştir têbigihêjin. Dema qala ciwantiyê tê kirin aktîfbûn, pêşengtî, dînamîzm û jixwebawerbûn tê bîra mirovan. Civak jî wer difikire û dibêje, “Ciwan li her cihê lê divê pêşeng bin.”
Bêguman pergala sermayedar a haya wê ji hêza ciwanan heye, bi navê azadiya ferdî wan ji cewherê wan derdixe û ji şerê xwe yê taybet re dide bikaranîn. Divê ciwan jî vê rastiyê bizanin. Wê rewşê li ser xwe qebûl nekin. Hemû jin û nexasim jî ciwan li hemberî wê hişmendiyê divê çalak bibin. Pêwîst e hemû plan û taktîkên pergala desthilatdar û mêrperest vala derxin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin. Ev ji bo bibin layiqî keda Rêber Apo, xwedî li şehîdan derkevin û xwe bi serdemê re bigihînin pir girîng e. Hewce ye şert û merc çi dibin bila bibin, xwe bikin yek û bi rêxistin bikin da ku di têkoşîna xwe de serkeftî bin.




