*Gaziyên şer çavkaniya hêz û cesareta têkoşînê ne

Dibe ku em weke heval û hogirên gaziyên şer li ser wan dihizirin û hewl didin ji wan re bibin alîkar. Lê pêwîst e were zanîn ku em qet nikarin bi temamî derûniya wan fêm bikin, ji wan re bibin bersiv û alîkariyê bi wan re bikin. Jixwe gelek caran ew jî dibêjin, “Heval hûn nikarin me fêm bikin. Hûn qet nikarin ji êşên me re bibin bersiv.” Dema em ji hinekan re dibêjin, “Em dikarin ji were bibin bersiv” jî ji me re dibêjin, “Dema ez serê sibehê ji xewê şiyar dibim, bi tena xwe nikarim ji nav livînan rabim û nikarim pêdiviyên xwe yên şûştina dest û rûyê xwe pêk bînim, bê çawa ye ma tu dikarî his bikî?”
Bêguman her gotineke wan a wiha dilê mirovan dişewitîne. Kîn û hêrsa mirov a li hember dijmin û hemû hêzên desthilatdar zêde dibe. Mirov dewleta ku amûra zorê ye, rûreş û şermezar dike û ji dilê mirov tê wê amûra zorê belav û binax bike.
Dema ku ez li ser rewşa hevalên gazî dihizirim dilê min weke agirekî dijwar disoje û di nava xwe de rondikên ji xwînê dibarînim. Ez dixwazim ji derdê wan re bibim derman. Lê mixabin, nikarim dest, çav û gavên wan bikim mîna berê.
Tenê weke heval û hogirek wan ez dikarim hinekî bi wan re sohbet bikim, wan guhdar bikim da ku bibin xwedî sebir, tola xwe ji şerxwazan rakin û his nekin ku nikarin tiştekî bikin. Ji wan re diyar dikim ku tenê, fikir û hest û ruhê wan saxlem be wê bikarin gelek karan ji şoreşê û civakê re bikin. Ez jî weke ferdek li ser piyan hewl didim bi wan re, di warê manewî û ruhî de bibim alîkar. Ez dizanim ku ew bi xwe jî bi demê re qewîm dibin, rastiya şer hîn zêdetir lêkolîn dikin.
Dibînim ku hevalên gazî pir jîr û ji xwe bawer in. Jixwe di mijara kar û pêwîstiyên xwe, bi xwe tînin cih de ez dibêjim, “Gelo ez bama min ê karîba hemû karên xwe bi xwe kiriba?” Ez li hember zeka û jîriya wan jî matmayî dimînim. Heval Fedakar, Selena, Çekjîn, Azê, Rêzan, Qehreman, Egîd… ji wan hevalên gazî ne ku bi cesaret, bawerî û hêzeke pir mezin di nav kar û xebatên Tevgerê de bêrawestan dixebitin û berhemên pir hêja diafirînin. Tevkariyên girîng li kar û xebatên şoreşa mirovahiyê dikin. Ew hevrê her dem rûbiken, bi coş û şad in. Ew çavkaniya hêz, cesaret û moralên têkoşîna me ne.
Pêwîst e em li hemberî hevalên gazî baldar bin û wan fêm bikin. Dema ez dibêjim em bi hevalên gazî re bibin alîkar, mebesta min ne ew e ku em biçin wan rakin ser piyan. Qîmetdayîn, guhdarkirin û ji bo pêşketina wan avakirina derfetan gelekî girîng e. Bi taybet jî hiskirin û têgihiştina derûniya wan muhîm e. Divê ji aliyê maddî wêdetir di aliyê manewî de mirov bi wan re bide û bistîne. Ji bo di aliyê bîrdozî û zîhnî de bêhtir dewlemend bibin divê mirov derfetên perwerdeyê ji bo wan ava bike.
Rêber Apo ji bo gaziyan tespîta “Gazî şehîdên zindî ne” kiriye. Ew jî her xwe li ser wê tespît û nirxandina pîroz rêxistin dikin. Ji bo karibin wateyê bidin heval û hogirên xwe yên gaziyê şer, divê em hewl bidin bikevin nav jiyana wan. Em qîmet bidin wan, ji wan hez bikin, timî bi coş û moral nêzî wan bibin. Ew nirxên herî hêja yên nîşaneya berbiçav a berdêlên şoreş û têkoşîna me ne.
*Hevrêya wan a têkoşînê




